Bergson û Felsefeya Fransî ya Dewra Dawî

Bergson û Felsefeya Fransî ya Dewra Dawî

Bergson û Felsefeya Fransî ya Dewra Dawî / Felsefeya Mîna Şaxê Edebiyatê

Di Sedsala 20. an de li Fransayê felsefe; bala xwe zêde nedaye zanist, mantiq û dahûranan û weke perçeyekê çanda giştî, berfireh bûye.

Henri Bergson, di navbera salên (1859-1941) an de, li Parîsê ji dayîk bûye. Bavê wî, cihûyekî polanî û diya wî jî, jinekê îngîlîz e. Zimanê wî ê dayîkê, fransî ye. Li zaningehê, mamostetiya felsefeyê kiriye. Lê li derveyê zaningehê jî, ji layê gelek însanan ve hatiye şopandin û gelekî bala însanan kişandiye. Di sala 1927 an de, Xelata Nobelê sitandiye.

<Time and Free Will 1889 (Daneyên Rasterast Yên Şiûrê), Matter and Memory 1896 (Made û Hiş) û Creative Evolution 1907 (Tekamûla Afirandêr)> berhemên wî yên navdar in. Di kalîtiya xwe de, ketiye bin bandûra ol. Nêzîkê ku dê bimire, Dêra Katolîk endametiya wî qebûl kiriye. Tê gotin ku di vê yekê de, ramanên wî yên dawî roleka mezin leyîstîne. Heke wiha be, nexwe ev biryar bi awayekî taybet hatiye veşartin û bi derengî hatiye sitandin. Çimku wê demê, Fransa ji aliyê Almanyayê ve hatibû vegirtin û Fransa, di bin zordestiya Naziyan de bû. Ji ber vê yekê jî, dibe ku Bergson nexwestibe dilê cihûyên ku di bin zilma Naziyan de bûn, ji xwe bihêle.  

Di dema Şerê Cîhanê ya Yekemîn de, li Amerîkayê wezîfeya dîplomatiyê kiriye. Dema ku di sala 1920 an de rêxistina Neteweyên Yekbûyî ava dibe, di wê cemiyetê de dibe serekê Komîsyona/Desteya Hevkariya Ramanî. 

Di Ramanên Henri Bergsonî de Feraset

Henri Bergson, girîngiyeke mezin daye ewrîm/peresanê û wiha fikiriye, ku mirov li gor peresanê divê werin şirovekirin û zanîn. Erk û wezîfeya livokên organîzmayê yên sehekî ji roja ewilî ve, hişyarkirina berteka ye. Ev bertek jî, bi kêrî parastina jiyanê têtin. Ewilî livokên me yên sehekî, piştra jî sîstema tûreyê/sînîrê ya navendî û dûvre jî zêhn, bi demê re berfireh bûne. Herweha, bûne alavên girîng û alîkariya parastina organîzmayê kirine.

Heta mirov dikare bibêje, ku alîkariya tevgerên mirovan jî dikin û li ser wan, xwedîbandûr in. Tiştên ku îro jî ew didine me, ne wêneyekê nesnel/neterefgir ya tiştên ku li hawirdor in. Tiştên ku ew didine me, peyam in û tevgerên me, bi riya wan peyaman têne berhêlîkirin. Çimku têgihiştina me ya hawirdorî, naşibe fotoxrafên hûrgilî. Beravajiya wê têgihiştina me herdem vebijêr, pragmatîst û kêrhatî ye. Em bi tenê, bala xwe didin tiştên ku ji bo me girîng in û derheqê hawirdora xwe de jî, li gor berjewendiyên xwe ramanan diafirînin/pêktînin. Têgihiştina vê yekê, têgihiştina xwezaya rasteqîn ya zanayiya mirovî ye.

Derheqê peresanê de jî; Bergson wiha bawer kiriye, ku hilbijartinên serberdayî yên pêvajoyên mekanîk; têra şirovekirina/zelalkirina bûyerên ku diqewimin nakin. Herçuqasî ev yek bêtir werin wateya zêdebûna şikestin û xeteriyan jî; hêla peresanê di bin bandûrekê de, ber bi ferdîtî û tevlîhevîyekê ve ye. Bersgon, ji wê bandûrê/hêze re dibêje <Hêza jiyanê – Elan vital>. Ji ber ku hemû tişt bi awayekî bêrawest diguherin, Bergsonî wiha bawer dike ku herikana demê bingeha hemû rasteqîniya ye.

Têgihiştin û vejiyîna vê herîkanê jî, bi saya sehek û têgahan pêk nayê. Berevajiya wê, em wê herikanê rasterast di dilê/hundirê xwe de hîsdikin. Bergson navê vê têgihiştina rasterast, datîne feraset/pêhesî. Herweha wisa bawer dike ku biryar û tevgerên me jî, ji hêla feaseta/pêhesiya me ve têne berhelîkirin û destnîşankirin. Lewma jî, mirov xwediyê îradeyeke azad/serbest in. Belam ev zanayiya rasterast/yekser ya ku di derheqê xwezaya hundirîn ya nesneyan de ye; ji hêla çawaniyê ve, ji wê zanayiya ku em wê bi saya zêhna xwe bi dest dixin cuda ye. 

Rasteqînî, herikaneke bêrawest e.

Ji bo pêkhatin û nîşandana tevgeran, pêdiviya me bi hinek malzemeyan/kelûmelan heye û em, wan bi saya zêhna xwe bi dest dixin. Herwiha, em wisa dixwazin ku di pêş de bi wan bizanibin û bila ew di bin venêrana me de bin. Tiştê ku zêhna me bi vê yekê dide me, cîhaneke perçebûyî ye. Ev yek, cîhana kar û barên rojane ye. Cîhana jiyana ekonomîk, aqlê selîm û di heman demê de, cîhana zanistî ye.

‘Heke em dema niha, mîna siberojê bibînin û wisa bifikirin, ew hê pêk nehatiye.  Lê wextê ku em dema niha mîna ya ku heye bifikirin; ew jî, ji zûve derbas bûye.’

Em dikarin feydeya wê ya bêhempa a ku dide me, di serfiraziya/serkewtina teknolojiya nûjen de bibînin. Belam teknolojî bi temamî, hilbera terzê/şêweya têkiliya me ya bi cîhanê re ye. Û ji hêla sedem û rêbazên xwe ve, dişibe peyjazeka zindî ya ku nexşesazek wê bi xetên ziwa yên geometrîk xêz dike.

Guman têde nîne, ku feydeyeka mezin ya teknolojiyê heye. Lewra, rê û derfetan dide pêkhatina daxwazên me. Rasteqînî, domdar/sereqet e. Di dema rasteqîn de, kêlî tune nin. Dema rasteqîn, herdem di rewşa herikanê de ye û tu yekîneyên wê, yên ku bi pîvangên dirêjahiyê têne destnîşankirin jî tune nin. Heman rewş, ji bo wargehê/mekanê jî derbasdar e. Di wargehên rasteqîn de, niqte/xal û cihên celebîn, tune nin. Ew hemû jî, xapên aqil in.

Heyîn û Dem

Ji ber vê yekê jî, di heman demê de em li du (2) dinyayan/cîhanan dijîn. Di cîhana hundirîn ya zanayiyên me yên rasterast/yekser de, hemû tişt domdar in. Hemû tişt, diherikin. Herikanek domdar heye. Tiştê ku di cîhana me ya der de zêhma me dide me, nesneyên/wanekên cihêreng in; ku ew jî li wargehên cihê, pozîsyonên (derawên) kifş/eşkere vegirtine. Belam, dema der (ango dema ku bi seetan tê pîvan yan hesabkirin) ya ku avahiyeke demî ye; xwiya ye ku ji wê dema <rasteqîn> a ku em dizanin di cîhana me ya hundirîn de bi şêwazeke domdar diherike, cihê ye.

Bergson, wê dema rasteqîn ya ku herdem diherike û em wê herdem di hundirê xwe de hîs dikin, mîna zanavê jiyanê û zanavê hêza jiyanê ya ku bi awayekî bêrawest pêvajoya peresanê berepêş dehf dide (êlan vital) dibîne.

Beyî ku haya wan ji hevdu hebe, Bergson û Heidegger gihêjtine heman encamê. Lê di felsefeya Heidegger de heyîn û dem, weke zanavên hevdu hatine dîtin.

‘Herikana robarê herçuqas ji bêgaviyê li gor hêla herkê be jî, ji avroya robarê cihêreng e.’

Henri Bergson di dema xwe de, ji aliyê hemdemên xwe ve; bi taybetî jî ji aliyê Bertnard Russelî ve hatiye rexnekirin.

Rexneyên ku li Bergsonî hatibûn girtin jî ev bûn: <Wî ramanên xwe bi awayekî helbestîkî û şibandinên zindî herçuqasî baş anibe zimên jî, ew ji hêla delîlên aqilane ve qels in. Dîsa hatiye gotin ku ramanên wî, ji bo dahûranên mantiqî ne guncan in û bi kêrî dahûranên mantiqî nayên.>

Piştgir û aligirên wî jî gotine ku <ramanên wî ji dahûrandinên mantiqî zêdetir, lênerînên/dahûranên derûnî ne û ew, nivîskarekî afirandêr û xwedîwesf e.> Ji herdu rewşan jî baş xwiya ye ku mirovên wê demê, gelekî bala xwe dane ramanên Bergsonî û ew wekî fîlozofekî girîng, hatiye dîtin.    

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

05.10.2014   

Jêder

1- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.  

Ferhengoka Tevlîhev | kurdî-tirkî 

  • Feraset, pêhesî: Sezgi     

  • Venêran: Kontrol

  • Kelûmel: Malzeme

  • Aqlê selîm: Sağduyu

  • Rasteqînî: Gerçeklik

  • Herikan: Akış

  • Vejiyîn: Yaşamak

  • Bêrawest: Aralıksız, durmaksızın.

  • Siberoj: Gelecek

  • Tevger: Hareket

  • Bandûr: Etki

  • Hêz: Güç

  • Girîngî: Önem

  • Çawanî: Nitelik

  • Biryar: Karar

  • Şax: Dal, kol

  • Zanist: Bilim

  • Zanyar: Bilim adamı

  • Zanayî: Bilgi

  • Peresan: Evrim

  • Neterefgir: Nesnel

  • Bertek: Tepki

  • Zaningeh: Üniversite

  • Hawirdor: Çevre

  • Peyam: Mesaj

  • Hûrgilî:  Ayrıntılı

  • Vebijêr: Seçici

  • Pêvajo: Süreç

  • Kêrhatî: Kullanışlı     

  • Pêdivî: Gereksinim, ihtiyaç

  • Xweza: Doğa

  • Berjewendî: Yarar, çıkar

  • Xeter: Tehlike

  • Rojane: Günlük

  • Zanistî: Bilimsel     

  • Serfirazî, serkewtin: Başarı

  • Nûjen: Modern

  • Bêhempa: Eşsiz, mükemmel

  • Şêwe, terz, awa, şawaz: Tarz

  • Sedem: Sebep

  • Nexşesaz: Haritacı

  • Zindî: Canlı

  • Rêbaz: Yöntem

  • Hilber: Ürün

  • Derfet: Olanak, imkan

  • Domdar, sereqet: Devamlı

  • Yekîne: Birim

  • Pîvanga dirêjahiyê: Uzunluk ölçüsü

  • Celebîn: Özgül

  • Xap: Hile            

  • Zanav: Özdeş

Bersivekê binivîsin