Berdewama Ramanên Xellacî

Berdewama Ramanên Xellacî

Berdewama Ramanên Xellacî    

Heftêûheşt (78) berbiçûnên cihêreng, ramanên Hallac heta roja me anîne. Di van berbiçûnan de, wek tê zanîn yên dost û yên dijmin jî hene. Di loda dijminan de navê sereke Îbnî Davud e. Îbnî Teymiye jî, di loda dijminan de hatiye hesibandin. Yên li dijê Hallac bûn, wî mîna  Deccal dîtine.

Yên li hemberê ramanên Hallac rawestiyane, rasyonalist û şîiyên pirole ne. Ji bilî van, yên giraniyê didin fesalê û yên ku zahîrê (zahîr; yên xwiyadikin, an yên xwiyakirî) raser digrin, ji destpêkê ve bûne dijminê Hallac. Dema ku em ji beroka sûnniyan li bûyêrê dinihêrin, em dibînin ku sedemê dijminatiya wan eşkere ye. Bêguman, ji ber ku Hallac ziyareta “Mekkeyê” ji nav pênc şertên îslamê derxistibû, sûnnî bibûne dijminê wî.

Lewra li gorî nêrîna Hallac : “Dema hêza mirovekî negihêje çûna hicê, wê demê ew zilam dikare li mala xwe jî bi awayekî sembolîk vê merasîmê pêk bîne û ev yek jî, di dewsa çûna hicê de ye.”

Bi vê nêrîna xwe re jî, Hallac pîroziya arişî ya hindûrîn, di dewsa pîroziya daringî ya Kabeyê de dîtiye û ziyareta Xwedê ya arişî, derxistiye pêş.

Gruba “karmatî” ya misilman jî, mîna Hallac difikirin. Herwiha, “karmatiyan” di sala 317- an de (mîladî- 930) Kabeyê xira kirine û kevirê reş (hacer-î evset) ji cih hildane.

Li gorî doqtrîna sûnnî jî; ev helwista Hallac  ne kafirî ye, lê vajekê mezin e. Sedemê nekafiriya wî e we ku, ew kevneşopiyekê berê Hz. Muhammed rexne dike.

Li gorî sûnniyan: “Rexnekirina Hz. Muhammed û sinetê, kafirî ye. ”

Li gorî beroka şîî ya beşa “îmamiyan”: “Îdama Hallac bûyêrekê siyasî ye û Hallac, beyî ku xwediyê destûrmendiyekê be, xoşewîstiya xwe diyar kiriye. Heçku, pîrozî bi tenê ji bona “Ehlê Beyt” gengaz e.”

Lê dîsa jî Nasrettîn Tûsî, ku ev zilam aligirê “îmamiyê” bû, di sedsala XIII- an de (mîladî ) ya Hallac, xoşewîst nîşan daye.

Avakarê îmamiyê ya nûjen, Sadreddîn Şîrazî jî mîna Nasrettîn Tûsî difikire.

Li gorî Bahaîyan jî, Hallac pîroz e.

Li cem Êzidiyan: cihekî Hallac yekê girîng heye. Her çiqasî diyarkirina xefiyan rexne kiribin jî, dîsa jî bi çavekî pîroz li Hallac  dinihêrin. (1)

Di vê niqteyê de pêwîste ku, em di derheqê ola Êzîdiyan de çend şiroveyan bidin, da ku em çêtir ji baweriyên wan û ji ramanên Hallacvan fêm bikin:

“Xwedê bi tenê afiranerê dinyayê ye, belam ne berdewamkarê dinyayê ye. Ne aqtîf e û li dinyayê mêze nake. Desthilatdarê semaxa ( îradeya) Xwedê, Melekê Tawis e û bi riya reenkarnasyonê re, rihê wî xwe gihandiye şêx Hadî û pêre bûye yek.

Melekê Tawis, bi Xwedê re bûye yek û tu carî jê venaqete.”

Heta vê derê ola Êzidîtiyê olaka yekxwedan e, lê di eynî demî de cih daye heyînên xwedayî û nîvxwedayî jî.

Melekê Tawis xwedayekê baş e, lê li gorî efsaneyê melekbûna wî jî tê pejirandin. Li gorî efsaneyê, Melekê Tawis ji çav ketiye û ji ber ku poşman bûye,hatiye bexşkirin.

Diyar e ku Êzîdî, baweriya xwe bi dojehê (cehnem) nayênin. Ji şey… û ji agirê dojehê jî bawer nakin.

Xirabî, nayê pejirandin. Di dewsa dojehê de baweriya jinûzayînê heye û ev zayîn berdewam e. Bi vê yekê re, piştî mirinê rih koç dike laşekê din.

Menzel, ola Êzidiyan wiha vedibêje: Di pirtûka (mizhefa) reş de Xwedê, ji cewahîra xwe înciyekê sipî û bi navê  ANFAR çûkek diafirîne. Xwedê înciyê datine ser pişta vê çûkê û di ser de çil (40) sal dibore. Piştra di heft (7) rojan de, heft ferîşteyan (melekan) diafirîne.

Navê ferîşteyên yekemîn ku, wî roja lehdê (yekşemê) afirandibû, datîne Azazîl. Vaye; ev melek, melekê Tawis e. Xwedê, melekê Tawis dike melekê herî bilind û raser. Xwedê piştra şekil da heft (7) ezmanan. Piştra ser rûyê erdê, tavê û heyvê afirand. Mirov, heywan, çûk û hutan afirand û wan xiste nava hawranê xwe.

Di dawiyê de bi melekên xwe re rabû. Qîrekê wiha da încî ku ew bû çar perçan û ji hemû aliyan av der hat. Berê, dinya wiha hatibû afirandin ku têde hevrezan tinebûn.

Xwedê piştra Jibtraîl (Cebraîl ) afirand ku ew jî, di lewnê çûk de bû.

Hemû dorhêlê dinyayê teslîmê wî kir û wî şande dinyayê. Melek keştiyekê çêkir û di wir de jî sih (30) sal bihûrand. Piştra, hate Lalişê û li wir bi cih bû. Li dinyayê qîriya û behr (derya) bûne erd.

Dinya jî bû ser rûyê erdê û hejîna wê dewam kir.

Xwedê ferman da Cebraîl ku, wê înciyê bike du perçeyan. Yek xiste bin erdê û ya din jî, danî ber deriyê bihûştê.

Xwedê wiha axifî: “Ezê Adem û Hawa biafirînim û wê ew ê bibin mirov. Wê ji wan du nîjad zêde bibin. Yek ji wan gelan; Şahîd Ben Car û zarokên wî gelên Êzîdî ne ku ew,ji pişta Adem in. Wê ev gel bibin gelên melekê Tawis, ango gelên Azazîl. Piştra wê ezê şêx Hadî bişeynim ser rûyê erdê û wê ew ê li lalişê bimîne. ”

Piştî vê yekê Xwedê ferman da Cebraîl, ku here welatê pîroz û ji wir ji hemû cihan axê bîne. E wî jî; axê, agir, hewa û avê anî. Xwedê ji van çar regezan, mirov afirand û ji hêza xwe rih da wî. Piştra, ferman da Cebraîl ku wî bibe bihûşte.

Piştî sed (100) salan, melekê Tawis çû ba Xwedê û jê wiha pirsî: “Ya Xwedan! Wê nîjada Adem çawa zêde bibe? ”

Xwedê bersiva wî wiha da: “Ez têkilî dinyayê nabim, lewra min kargêra (birêvebirina) dinyayê daye te!”

Xwedê ji dinyayê destê xwe kişand û melekê Tawis kete dewsa wî. Ango, bû cihgirê wî. Pişta, Melekê Tawis Adem û Hawa ji bihûştê qewirand (berda wan) û bi vê yekê re jî; li dinyayê jiyan dest pê kir.” (2)                    

Li gorî çend bawermend an beşdarên ola Êzîditiyê, Êzîdîtî û bûyêra Melekê Tawis wiha tê vegotin: “Xwedê rih bêlaş afirand. Rojekî mitsek xwelî anî û ji melekê Tawis xwest ku ji vê xweliyê laş biafirîne. Li ser fermana Xwedê,melekê Tawis du laşan anî holê.Adem û Hawa. Ew li bihûştê dijiyan. Di vê navberê de Xwedê Adem dît û wî pirr eciband. Ji melekê Tawis xwest ku, ji Adem re secde bike.

Melekê Tawis, nêzîkê vê yekê nebû û wiha bersiv da Xwedê: “Wê ez ê çawa jêre secde bikim? Min wî ji wan xweliyên ku te dabû min afirand û te jî, min ji ronahiya xwe afirand. Heçî,min Adem bi ronahiya me hecimand, lê dîsa jî ev yek ne besê secdekirina wî ye. Xwedayê min! Afiranerê min! Ez nikarim xiyal jî bikim, ku tu ji min re secdeyê dikî.”

Belam, Xwedê di fermana xwe de xwedîbiryar bû. Piştî vê bersivê, Melekê Tawis ji bihûştê qewirand û wî şande dojehê (cehnem) ku cezayê xwe bikşîne.

Xwedê piştî vê bûyêrê fikirî û biryar da ku niheqiyê li Melekê Tawis kiriye. Bang lê kir û rûmeta wî lê zivirand. Melekê Tawis, ji nûve bû desthilatdar û gerînendekarê dinyayê. Di rastiyê de, Xwedê wî azmûn kiribû û bi vê biryara wî re jî, berxwidar bibû.

Melekê Tawis jî; hefthezar (7000) sal li dojehê cezayê xwe kişandibû û di wê xemgîniyê de, bi hêstirên çavên xwe, jixwe agirê dojehê temirandibû.” (3) a.      

Herwiha, di ola Êzîdiyan de dojeh jî (cehnem) tune. Di encama bihevketinê re, navenda cezakirinê heta bênatiyê ji holê hatiye rakirin.

Êzîdî, berxwedana Melekê Tawis mafdar dibînin, lewra li gorî nêrîna wan ev bûyêr di esasê xwe de azmûnek e û Melekê Tawis ji vê azmûnê serfiraz derketiye. Xwedê, ji aferînekên xwe bêqeyd û bêmerc sitûxwarkirinê naxwazî, ne li azmana û ne jî li ser rûyê erdê. Li gorî baweriyên Êzîdiyan, cezakirin an xelatkirin encama tevgerên mirovin û li vê dinyayê pêk tên. ” (4)          

“Hûn ji min bipirsin; li gorî min, ji bona mirovekî jinûve hatina jiyanê çêtir tu tişt tune û ev yek bi tevgerên me yên li dinyayê ve girêdayî ye. Jixwe li ba me, tu ferq di navbera yên ku mirov têne dinyayê û yên ku heywan têne dinyayê de tune. Lewra mirovên baş jî hene û yên xirab jî. Heywan jî wiha ne.

Herwiha eynî dinya, ji bona te dikare bibe bihûşt jî, dojeh jî. Lê rihekî qenc, dibe ku (em nizanin gelo ew kiye? Şêx, cotkar, an tiştekî din. ) mîna stêrkekê ji nûve bêtî dinyayê û bibe aferînekê ezmanî û carekê din neyê dinyayê. ” (5)a 

“Dibêjin ku, dojehek û bihûştek heye. Ez nizanim li kû û çima heye? Lewra, çawa be wê emê dîsa bêtin dinyayê. Dibe ku heta biryara jinûve hatina me ya dinyayê bê sitandin, divê em li cihekê li benda biryarê bimînin. Dibe ku dinya din, ew der be. ” (6)a    

Li ba Êzidiyan, şey… û xirabiya qozmîk tune. Li gorî îslamiyetê xirabiyê, ango peyva îb… bikar nayênin. Yên vê peyvê bikartînin jî, ji cimetê têne qewirandin. Herwiha peyvên ku dişibin peyva şey… jî, li ba wan qedexe ye. Mîna wek şeh, şa û şamû.

Di dewsa peyva şeh de, peyva dar bikar tînin.

Yunis (berê ku me qala vegotinên wî kiribû) sedemê qedexebûna peyva şey… wiha şirove dike:

“Xwedê dinyayê afirand. Melekê Tawis jî, bi fermana wî re Adem û Hawa afirand. Adem û Hawa, li bihûştê dest bi vejîyînê kirin. Li ser rûyê erdê jî tu tişt tunebû û hemû, vale bû. Xwedê,  xwest ku li ser rûyê erdê jiyan hebe. Wisa fikirî ku Adem û Hawa li ser rûyê erdê bijîn û nîjada wan zêde bibe, wê çêtir be. Rojekî bang li melekê Tawis kir û daxwaza xwe jêre vegot û ferman dayê ku daxwaza wî bîne cîh.

Li ser vê yekê, Melekê Tawis genim da wan ku bixwin. Dema ku wî zadî xwarin, zik li wan nepixî .Ji ber ku tu cihê destava mezin di wan de tinebû, êşên mezin kişandin.

Ji ber vê yekê ji melekê Tawis re çêran kirin û qîriyan û wê peyva qedexe bikar anîn.

Di wê demê de Melekê Tawis, hate ba wan û rê nîşanê wan da.

E wan jî bi tiliyên xwe, di laşê xwe de qulek vekirin. Bi vê yekê re, ew ji êşan rizgar bûn û xwe rihet kirin.

Lê bi vê yekê re jî, mafê xwe yên vejiyîna li bihûştê winda kirin. Lewra avêtiyên wan çepel bû û cihê wan, li bihûştê nema bû. Ji vê sedemê, wan anîn dinyayê.

Dema ku qul vebûn, livokên cinsî jî hatin afirandin. Dawîn, daxwaza Xwedê hate cîh.

Ew peyva nebaş jî, di vê bûyêrê de hate bikaranîn. Piştî van şiroveyan jî, bikaranîna wê peyvê guneh e. ”

Beyî fermana Xwedê, melekê Tawis nikaribû wiha tevbigere. Hege ku bikaribûya, wê ew ê mîna Xwedê bihêz bûna. Mirov bi hêza erênî  û bi hêza neyînî; wê pevçûna ku di navbera Xwedê û melekê Tawis de derketibû, nikare şirove bike.

Xwedê hemû heyînan li gorî hilika xwe û mîna ronahiya xwe afirandî ye.

Êzîdî wiha bawer dikin ku, Xwedê ji ronahiya xwe par daye hemû mirov, heywan û dirixtan. Baş û xirab; jiyana xas ya xwedayî û qedandeka perçên zagona cosmîk in.

Ev herdû, bi hevrezanên dûrîdest ji hevdû ne cûda ne, bi hevdû re girêdayî ne û yekkeriya afirîşê pêk tînin. Hemû tişt, ji heman çavkaniyê tên. Jiyan, mirin, xirab û baş. Hemû tişt xwediyê hilika mîna hev in .Ya girîng, qedera (hejmara) wan e. (7)

“Ez ji we dipirsim: Di navbera dilopek av û lehiyekê de çi ferq heye? Ma hilika herdûyan jî ne mîna hev e. Ez ferqê bibêjim: Ferq di qederê (qas- hejmar) de ye.

Beyî avê, jiyan nabe. Av tinebe, wê hemû jiyan ziwa bibe û wê her tişt bimire. Ji wê avê hege qederekê zêde bête bahev, wê bibe lehî. Wê hemû mirov û heywan bixeniqin. Dirixt û ax jî, wê hemû bixiriqin herin. Ango, gotina min e we ku hemû tişt mesela qederê (qas- hejmar) ye. (8)a.  

Li gorî baweriyên Êzîdiyan, dawiya dinyayê tune. Çawa ku dinya ava bûye, di her hezar (1000) salî de, carekê Melekê Tawis tê û dinyayê dixe riya rast.

Li gorî ola wan: Bandêra bidad dîsa tê damezrandin. Diristkirina dinyayê jî; li gorî wê peymana ku di navbera Xwedê û Melekê Tawis de heye, dimeşe.

Hasilê; bi alikariya tevgera baznekî, dinya me heta bêdawiyê jiyana xwe didomîne. (9)           

Li gorî ramanên Hallacê Mansûr jî ku me berê qal kiribû, Xwedê berê her tiştî ronahiyê afirandiye û ev ronahî, di dilê Hz. Muhammed de hatiye bicîhkirin.

Ronahî berê bênatiyê ye. Hz. Muhammed û ev ronahî, di heman radeyî de ne. Ronahî navê wî ye. Hemû tovê afirandinê ronahî ye. Ronahî, beriya sedema ye û sedemê hemû tiştan yên yekemîn e.

Di babeta Azazîl (şey..  xirabî) de ramanên Hallac û yên Êzîdiyan, di çend niqteyan de dişibe hevdû. Lewra Hallac jî, ji beroka Azazîl li bûyêrê dinêhere û heq dide berxwedana wî ya li hember Xwedê.

Dema ku Azazîl dibêje: “Xwedayê min. Ez bi tenê ji bona ebdîtiya te, fermana te nayênim cîh.”

Li hember Xwedê radibe. Li gorî Êzîdiyan jî, Xwedê herdem ji sitûxwarkirinê hez nake. Hasilê; Hallac ya şey… mûmîn û Arif dibîne. Lewra, daxwaza şey… bitenê ew bû ku di yekkeriyê de bimîne. Girîngiya yekkeriyê jî, di ola êzîdiyan de dîyar e.

Ji ber vê çendê jî; Êzîdiyan ramanên Hallac nêzîkê xwe dîtine û rûmetekê mezin nîşanê wî dane.    

Gorbehiştê Osman Sebrî jî; di sala 1943- an de di kovara Ronahiyê de li ser ola Êzîdiyan wiha dinivîse: “Tevî ko derheqê Êzdiyan de heya niha çend kitêbok hatine nivîsandin jî, a rast kesî xwe negihandiye rastiyê, ji ber ko rastî ji ber sebebekê winda bûye. Ew sebeb jî heye îro heznekirina Êzdiyan a ji xwendin û nivîsandinê re ye. Gava ez bi têxistiyên van kitêbokan qaîliya xwe nînim, ne ew e ko zanîna xwe a di vî warî de bi navê rastiyê berpêşî xwendevanan dikim!

Êzdî Kurdine xwerû ne û ola wan a îro, ji averûya gelek olan bi hevketiye û hatiye pê. Ji ber vê ye ko dema em bawerî, rê û rêzanên ola Êzdiyan didine ber çavên xwe, bi rehetî tê de şopên olan Zerdeşt, Mûsa û Mihemed tev dibînin. 

Di nav avanyên han de gelek bi navên peyayên ola Mihened an kesên ko li nik xelkê wê xweyî rûmet in, hatine çêkirin. Xidir, Îlyas, Evdilqadirê Rehmanî, (Geylanî) Bilelê Ebeş, (Bilalê Hebeş) Habûbê Necar, Indirîsê xeyat, Çêl mêran (Ereb in) jî van kesan in. Ev peyayên ko di efsaneyên ola Mihemed de cihekî çak girtine, Êzdiyan wan ju xwe re kirine mal û di mergehê xwe de ji wan re avanî çêkirine. Ji vê xweya ye ko ola Êzdiyan ji ber nexwendinê çiqas gewherê xwe winda kiriye û ketiye bin darê ola Mihemed. Berê reş û Zemzem dîsa du tiştên ko di heca îslaman de şertê hecê ne, Êzdiyan ev jî ji xwe re çêkirine. ” (10)  

Di encamê de mirov dikare bibêje ku, ola Êzidiyan jî oleka lihevhatinî ye û di vê çerçoweyê de, li Hallacvan jî xwedî derketine…

Sûfiyan, herdem Hallac rexne kirine. Belam, herdem rûmetekê mezin jî nîşanî wî dane. Lewra bi xêra ramanên Hallac, girîngiya awayê nêrîna wan derketiye holê.

Hemû mîstîkan di vê navberê de Îmamê Gazalî, Hallac berz kiriye.

Ji bona El Suhaverdî jî, Hallac xwedî kesayetiyekê pîroz e.

Piştî sedsala X – an, mezheba “Kerrâmiye” û Eşariyan, pîroziya Hallac û welîtiya wî, bi awayekî fermî pejirandine.     

Di sedsala XIV  û XVIII- an de, (mîladî) Îbnî Teymiye û “Vahabiyan” û nûjenparêzên dema me, Hallac rexne kirine.

Li gorî nêrîna nûjenparêzan: “Çanda xoşewîstan û ji xoşewîstan bawerkirin, rê li pûtperestiyê vedike. Di ol de rêzan eqil e. Lewra, Hallac dikare misilmaniyê rave bike. Lê nikare xwe xoşewîst diyar bike, an bibe xoşewîst.”

Pirsgirêka hebûna xoşewîst û weliyan, di ola Îslamê de guftegoyekê gellekî kevin e û hêjî berdewam e.   

Îro li “Karkhê” û li “Sâliyeyê” tirbên Hallac hene. Belam, tê zanîn ku ew ne li van deran hatiye veşartin. Xwiya ye ku ev bûyêr, encamên rûmetgirtina wî ne.

Bi navê maqamên Hallac du gumbet hene. Yek ji wan li Gelîboluyê ye, ya din jî li Karkhayê ye. Wisa tê bawerkirin ku Hallac, li van deran hatiye hedimandin. Heçku tê zanîn, ku xweliya wî li ava Dicleyê bela kiribûn. Piştî ku serê wî li Horasanê di nav gel de digerînin, serê wî dîsa tînin Bexdayê û dîrok dinivîse ku, cihê veşartina serê wî ne kifş e.

Gumbeta li Karkhayê, ji aliyê diya xelîfe “Zümrüt Sultan” ve di sala 581- an de hatiye avakirin.      

Li  Musulê, du maqamên Hallac hene. Li maqamekê de, teswîra çûka Tawis cih digre. Li Benegal û Hîndîstanê jî, maqamên Hallac hatine avakirin.      

Nesîmî bi eşkere gotiye ku: ez riya Hallac dişopînim û ji bona rihê wî “Tekbîrek” formîle kiriye. Sûfî û erbabên tesewufê, dema ku zikir dikin, vê tekbîrê dixwînin.

Di sedsala  XIII- an de, (mîladî) du mirovên bi navê “Rûkneddîn Abdullah” û “Şehabettîn Ahmed” gotine ku em pismamê Hallac in û bi vê baweriyê rêçikek (tarîqat) ava kirine.

Li gorî vê rêçikê: Bavika Hallac xwe digihîne Ebû Eyyûp Ensarî. Bi vê mebestê; ji bona aligirên Hallac, gumbeta Hz. Eyyup (ku li Stenbolê li taxa Eyup Sultan e) maqama Hallac tê dîtin.    

Di dewra Osmaniyan de firoşkerên pembûyê, li hemû herêman Hallacê Mansûr mîna kardêrên xwe yên arişî hesibandine û ev dilêrina wan xwe gihandiye firoşkerên hirîyê jî.

Li gorî Ewliya Çelebi Hallacên li Stenbolê, piştî Selmanê Farîsî; Seth û Mansûr, mîna kardêrên xwe yên arişî dihesibînin. Di nav Tirkên rojhilat de jî, Hallac hatiye pejirandin. Li Îsfahanê pismîrên selçukiyan, aligirên Hallac yên zilamên olî parastine.   

Nêrîna mîrên li Kahireyê, di babeta Hallac  de teklîhev bû. Selahaddînê Eyyûbê di kargerandina dewletê de cih dayê aligirên Hallac, lê di vê navberê de cih daye dijminên wî jî.

Siltan Baybars, di wê demê de pirtûkxaneya xwe teslîmê Kadîr Mîhranî Kurdî kiriye û ku ev zilam, aligirê Hallac û Kurdekî Êzidî bû.

Di xanedana Osmaniyan de jî; li gorî qonjonktura siyasî, carina aligirên Hallac jî hatine ser karên dewletê.

Rêçikên Halvetî, Rifaî û Bektaşî, kevneşopa (şopa) Hallac didomînin.

“Damat Şehît Ali, Ragıp Paşa, Reîsül Küttap Sârî Çelebî ” aligirên Hallac tên zanîn.

Di sedsala XVIII- an de li Bursayê, li tekkeya “Şêx Îsmaîl Hakkı” ramana Hallac hatiye vegotin.   

Elewiyên li Enedolê jî; navên hinek gundan,bi ser navê Hallac ve birine û navên wan gundan wisa danîne. Li hinek deran jî; cihên wek Mansûr, bav Mansûr hatine dîtin.    

Ji hêla dozineya zanayiyê ve jî; Hallac  piştgirê ferasetê ye. Hinek kes li hember mentîqa Arîstoteles ya qlasîk, bi alikariya ferasetê, destxistina rêbaza zanayiyê dibînin û vê yekê bi Hallac ve girêdidin.

Di ferasetê de “Süjeya” zanayiyê  (Ez- mirov) bi waneka zanayiyê re rasterast û bêcihgir tê ragihandin û wî dinase. Lê di rasyonalîzma Arîstoteles de bi rêbaza “tasımê” zanayî doman bi doman, tê bidestxistin.   

Berê jî, me qala rêwitiyên Hallac kiribû. Di her rêwitiyekê nû de, asoya dîtina wî hatiye guherîn û çarenûsa wî, wî bi aliyekî ve dahf daye. Di rêwitiya xwe ya yekemîn de; ji Ahvazê çûye Bexdayê, li wir cilên sûfiyan li xwe wergirtiye û zewicî ye. Di ya duyemîn de, çûye hicê. Di ya sêyemîn de, piştî hica duyemîn, li Bexdayê bicih dibe û ji wir jî diçe Hîndîstanê û Tirkistanê.

Li van deran jî, ji bona misilmankirina xelkê xebatekê mezin kiriye. Rêwitiya wî ya çaremîn, dîsa çûna hicê ye. Piştî vê çûnê, êdî dest bi weazên xwe yên eşkere kiriye û ji bêgaviyê xwe daye paş. Rêwitiya wî ya dawî, ji Ahvazê anîna wî ya Bexdayê ye. Ev rêwitiya wî ya dawî, rêwitiya mirinê ye.   

Heta dawî, malbata wî pêre (li balê) maye. Hevaljiyana wî, tu carî wî terk nekiriye. Heçku, xezûrê wî di helwistekê nebaş de bû û dijminatiya wî kiriye.

Hallac ji cîhadê, (şerên olî yên li ser navê dîn) li hember nefsê têkoşînê fêm kiriye. Li gorî dîtina wî, yên ji dildarî, xirabî û ji misrifiyan xwe rizgar kirine, ev mirov kesên micahîd in.

Hallac ji misyonerên îslamê, ji yên yekemîn e.

Bi hestên baş li wan olên din nihêrtiye, ancax wan vexwandiye ola îslamê. Rêwitiya wî ya Hîndîstan û Tirkistanê, bi temamî xebateka misyoneriyê ye. (11)      

Dibe ku Hallac hê di wê demê de encamên cîhadê (ew şerên ku li ser navê dîn tên kirin) dîtibe û bi vê yekê re jî, nerazîbûna xwe ya li hember cîhadê bi vî awayî nîşan dabe. Lewra hê ji destpêkê ve cîhada îslamî ji bona wan gelên derîslamî re, ji bilî xwîn, mirin, talan û zordestiyê tu tişt neaniye. Bi vê rêbazê re, malên xelkê din û heta zarok û jinên wan jî bûne malên Ereban an bawermendên ola îslamê yên din. Lewra, cîhad tu carî bi pêşniyaza nayê cîh, ew bi darê zorê pêk tê.

Dîrokzan Turgut Akpınar  di berhema xwe ya bi navê “Di dîroka Tirkan de Îslamiyet” ê de, qala girîngiya şerên pîroz (cîhadê) dike û wiha dibêje: “Tirkan piştî ku îslamiyetê pejirandine; ew jiyana wan ya koçber û talankar ziviriye şerên pîroz, ango cîhadê. Piştî demekî bi sedema talanên tirkan, li welatên îslamî aciziyek dertê û xelîfe bi destê alimê Maverdî  ji siltanê tirkan re nameyekê bi rê dike û nerazîbûna xwe nîşan dide.

Li ser vê nerazîbûnê, Mîr Tuğrul  dibêje: ‘Leşkerên min pirr in û ev welat têra wan nake. Dibe ku leşkerên min ji birçîtiyê wiha dikin û tevgerên xirab nîşan didin. Lê,tiştek ji destê min nayê’ (12)    

Di nav riya çavkaniyên aboriya Tirkên koçber de talan cihekî girîng digre…

Girîngiya van talanan di nivîsên “Orhun” de jî hatiye nivîsandin. Xanên Tirkan; şerên li devreyê welat riya têrkirina gelên xwe yên birçî dîtine û ev şerên ha, ji bona wan bûyê riya aboriya wan. 

Mîrê Selçukiyan dibêje ku: “Di riya Xwedê de cîhadê bikin û xanîmetan ji xwe re hildin.”

Ev mîrê Selçukiyan, di sal 1048- an de cara yekêm bi Bîzansiyan re dikeve şerekî mezin û li gorî çavkaniyên Ereb; sedhezar (100.000) leşker êsîr digre û pazdehezar (15.000) erebeyên xanîmetê ji xwe re hildaye. ”

Fuat Köprülü jî dinivîse ku: “Piştî hilweşîna dewleta Selçukiyan; di nava wan mîrekiyên li ser sînoran, li hemberê Bizansiyan şer dest pê dike û bi dem re, ev şer dibin şerên pîroz yên ola îslamê. Yên têne wê herêmê ku ew jî derweşên cîhadê bûn, ji bona “ medar-ı maişetê ” ango ji bona aboriya xwe dihatin wê derê.”

Li gorî nêrîna Georg Stadtmüller jî: “ Îslamiyet dînekî leşkerî ye û ji bona dînekî wiha, seferên dînî pêwîst in. (Cîhad)

Herwiha ew xanîmetên ku dikevin dest jî; girêdaniyekê arişî (manewî) tînin pê û bawermend, çêtir bi ola xwe ve tên girêdan.” (13)     

Ez bi kurtî li ser bûyêra cîhadê jî rawestiyam û min xwest ku bila ew rûyê cîhadê jî bêtî dîtin. Ji ber ku Hallacvan  jî di vegotinên xwe de, li hember cîhadê rawestiyayê û girîngiyê, zêdetir daye cîhada hûndirîn.

Ji ber ku e wî tu ferq û melitiyê nedixiste navbera tu olî, dibe ku ji ber vê çendê li hember şerên olî rawestiya be. Li ser encamên şerên pîroz yên olî, ango cîhadê; em dikarin wek mînak, çend encamên din jî nîşanê we xwendevanan bidin:

Dr. Cemşîd Bender jî dibêje ku: “Dema ku Kurdistan ji aliyê artêşa îslamê ve tê vegirtin; di desta yekêm de heştêhezar (80.000) Kurd têne kuştin. Ev hejmar, bi tenê encama du pêvçûna ye û li ser hev, hejmara Kurdên ku hatine kuştin, ji bona ola îslamê şermekê mezin e. Ev yek, eşkere ye ku komkûjiyek e. Li gorî angaştan, ola îslamê ola aşitiyê ye. Lê di rastiyê de, îslamiyet li ser xîmê Quranê û şûr hatiye rûniştandin.” (14)  

Di Quranê de, Mehdî  û Hz. Îsa ne yek in.Cara yekemîn yên ku gotiye ew yek in, Hallacvan e. Armanca hatina Mehdî ya dinyayê, ji bona yekitiya baweriyê li mirovan bangkirin e. Du zanayên hemdemên wî yên “Mutezilî” jî, mîna wî difikirin.

Li gorî Îbnî Khâbit û Fadıl Hadathî jî; Hz. Îsa mohra xoşewîsta ye, eqil e û dadger e.

Wek tê zanîn di Quranê de, hatina îmamê XII . tune. Heçku di Quranê de, hatina Hz Îsa bi awayekî eşkere hatiye nivîsandin. Hallac, Mehdî û Hz. Îsa kiriye yek û di vê babetê de nakokiyekê mezin û girîng, ji holê rakirî ye. Piştî kuştina wî, hemû berhemên wî hatine windakirin û yên navê wî hildane, bi tirsa mirinê rûbirû bûne.

Endamên malbata wî reviyane û bi vê yekê, canê xwe rizgar kirine.

Abdullah Îbnî Khafîf, keça wî bi kurê xwe re zewicandiye.      

Di sala 312-an de, (hîcrî) hemû parêzkarên Hallac hatine girtin û ji wan, hejmarekê mezin hatine îdamkirin. Kurekî wî bi navê Hamd ; ji vê komkûjiyê xwe rizgar kiriye. Mixabin, di sala 326- an de li Ahvazê ew jî hatiye kuştin. Li gorî vegotinan; bi navê Mansûr Bîn Hiseyîn kurekî wî, yekî din jî hebû. Piştî kuştina bavê xwe, li Nişapurê bicih bûye.

Heta sala 437- an (ku di vê salê de wezîr Alî Îbnî El Müslima  hatiye ser kar) parastina ramanên Hallac an baweriyên wî, li welatê xelîfe qedexe bû. Wezîr Îbnî El Müslima 13 salan li ser kar maye.      

Di dewra Îbnî El Müslima de; welatê xelîfe, bi du xeteriyan re rûbirû bû. Li Kahireyê beşdarên mezheba “Fatimîyan” li hember doktrîna sûnnî serî hildabûn û doktrîna sûnnî di bin hereşedana wan de bû.

Li rojhilatê jî, tirk ber bi Bexdayê ve dihatin. Li hindûrê welat, li Bexdayê û li wan bajarên din yên mezin, birçîtî û nexweşiya çavqulkê dest pê kiribû. Ji ber vê yekê, gelek kesan jiyana xwe ji dest didan.

Hêzên li hember xelîfe û wezîr, ji bona hilweşandina xanedanê hêzên xwe civandibûn û di hevkariyekê xurt de bûn. Li ser van bûyêrên neyînî; wezîr Îbnî El Müslima bi armanca parastina xelîfetiyê, gazî  “Mîrza Tuğrul” dike û pêre peymanekê çêdike. Xweha “Mîrza Tuğrul” Xetîce jî, bi xelîfe re tê zewicandin.      

Di asûnekê wiha ya siyasî de; wezîr rûmeta Hallac lê dizivirîne. Sedama vê tevgerê e we ku, wezîr êdî li hember şîayê radiweste. Û şafîtiya wî jî, di vê biryarê de rolekî mezin lîstiye.

Doktrîna  şafî; di sala 393- an de (hîcrî) ji aliyê Ebû Hamid Îsferâînî  ve tê xurtkirin. Bi vê doktrînê ve girêdayî; bandêra dewletê ya “Nizamümülk” li ser hîmên zexim tê rûniştandin.      

Rawestina Hallac, ya li hember tevgera “mutezile” û çend delkên kevin, wezîr Îbnî El Müslima nêzîkê wî kiriye û bi vê yekê re jî, xwe nêzîkê wî dîtiye. Wezîr Îbnî El Müslima di dewra kargêriya xwe de, ji bona serweriya hêmanên şafîtiyê çi ji destê wî hatiye kiriye.

Ew cihê ku Hallac lê hatibû îdamkirin, wezîr li wê derê du rekat nimêj dike û wiha dibêje: “Ev der, warekî pîroz e û hatiye pîrozkirin.”

Piştî 12- salan ew jî mîna Hallacê Mansûr, li wê derê tê îdamkirin.

Çîroka îdamkirina wezîr, balkêş e: Aligirên Kahireyê yên “Fatimî” serî hildidin û xelîfe hereşedan dikin. Di vê demê de “Mîrza Tuğrul” li Horasanê bûye û birayê wî jî, aligirê “Fatimiyan” bû.

Serokê serhildanê Bazasîrî  ku ev zilam jî “Fatimî” bû, Bexdayê vedigre û bi fermana wî wezîr El Müslima tê girtin. Wezîr bi çarmixê ve tê girêdan û bi rojan wisa bi çarmixê ve girêdayî dimine. Dawîn, tê kuştin. Piştra, Mîrza Tuğrul hatiye û tola wî hildaye.   

Ramanên Hallac, ji aliyê damezranerê rêçika “Rifaî” Abdılfadıl Ehmed Rifaî ve jî hatiye pejirandin.

Êla “Rifaa” ji Afrîkaya bakûr hatine û li nêzîkê Vasitê bicih bûne.

Ehmed Rifaî, di sala 510- an de (hîcrî) li vê derê (Vasitê) ji dayîk dibe. Tê vegotin ku malbat,piştgirê “ehlê beytê” bû. Wek tê zanîn, li gorî vegotinan Rifaî mûcîzeyan nîşan didin û di ayînên xwe de şîşan li xwe dixin, an dexne laşê xwe.

Bi riya eza û cefayê daxwaza gihêştina Xwedê ya Hallac, ji aliyê Rifaiyan ve hatiye pejirandin û bikaranîn.      

Ramanên Hallac, herî zêde li Horasanê belav bûye. Gihîştiyên Horasanê (Horasan Erenleri) ku ev jî zilamên olî bûn, di berfirehbûna ola îslamê ya li Enedolê de rolekî girîng leyîstine û kevneşopa Hallac domandine.

Îro mîstîsîzma Elewiyan ya li Enedolê, encama vê bandorê ye.

Yên ku li Horasanê kevneşopa Hallac domandine ev nav in:

1) Abdul Hüseyin Farisi (mirina wî- Hîcrî- 380)

2) Gaffal Kabîr ( Hîcrî 291- 365)

3) Nasrabâhdi ( Hîcrî 295- 367)

4) Ebubekir Becali Razi (mirina wî- Hîcrî- 376)

5) İbni Bâkuye Şirazi (Hîcrî 350- 428)

6) Ebu İsmail Haravi Ensari (Hîcrî 396- 481) (15)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

TÊBİNÎ: DECCAL: ANTHÊCHRİSTE

Nêzîkê qiyametê wê pêşî mesîhê qelp were, navê wî Deccal e. Şe## wî dişeyne. Piştra, Hz. Îsa wê bibe mesîhê rasteqîn û wê were.

(3) a: Xwediyê vê vegotinê, bi navê Yunus mirovekî ji Mêrdînê ye û ji sala 1984- an ve li Elmanya pênaber e. Ango miltecî ye. 

(5) a: Osman. 54 salî ye. Mirîdekî Êzîdiya ye. Li Bişêriyê (girêdayê Batmanê) hatiye dinyayê. Li Elmaya sebze- mêwe firoş e.

(6) a: Silêman. 37 salî ye. Ji bakûra Sûrî hatiye Elmanya û li wir bûye pênaber.

(8) a: Salim. 34 salî ye. Li Elmanya pênaber e.

ÇAVKANÎYÊN VÊ BEŞÊ

1) Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Ökten. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 62

2) Sabiha Banu Yalkut. Gelê Melekê Tawis. Weşanên Reşsipî. Metis Güncel. çapa yekêm 2002. Rûpel: 43- 44

3) Sabiha Banu Yalkut: Rûpel: 44- 45.

4) Sabiha Banu Yalkut: Rûpel: 45

5) Sabiha Banu Yalkut: Rûpel: 46

6) Sabiha Banu Yalkut: Rûpel: 46

7) Sabiha Banu Yalkut: Rûpel: 47

8) Sabiha Banu Yalkut: Rûpel: 48

9) Sabiha Banu Yalkut: Rûpel: 53- 54

10) Osman Sebrî: Ronahî: 19- 20- 21 (1943) Yên vediguhêzîne: Stig Wikander- Weşanên Orfeus. Antolojiya Tekstên Kurdî. Çapa nû. Stenbol 1996. Rûpel: 101- 112

11) Dar-ı Mansûr. Rûpel: 63- 64

12) Mükrimin Halil Yinanç. Yên vediguhêzîne: Turgut Akpınar: Di dîroka Tirkan de Îslamiyet. Weşanên iletişim. No: 218. R: 61

13) W. Barthold. Yên vediguhêzîne: Turgut Akpınar. Rûpel: 59- 62- 65.

14) Dr. Cemşîd Bender. Yên vediguhêzîne: Faîk Bulut. Li Kurdistanê bihevketinên etnîkî. Weş: Belge. Çapa yekêm. Gulan 1992. R: 36.

15) Dar-ı Mansûr. Rûpel: 65  

Ev nîvîsar, beşa 13 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…    

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî )

Cihêreng: Değişik, farklı.

Berbiçûn: Yaklaşım, yaklaşmak eylemi.

Hesibandin: Saymak, itibare almak, önem vermek.

Qelp: Sahte, düzme, düzmece.

Pirole: Aşırı, alışılmışın dışında daha fazla, taşkın.

Fesal: Biçim.

Berok: Cephe, yön.

Daringî: Maddî, maddesel, madde ile ilgili, madde niteliğinde olan, özdeksel.

Arişî: Manevî.

Vaj: Hata, yanlış, yanlışlık.

Rexne: Eleştiri.

Nûjen: Modern.

Berzkirin: Yüceltmek.

Kesayetî: Kişilik. Bir kimseye özgü belirgin özellik, şahsiyet.

Nûjenparêz: Modernîst.

Xoşewîst: Azîz.

Rêzan: Rehber, yol bilen.

Rave: Yorum.

Pirsgirêk: Sorun.

Maqam: Makam, mevki, kat, yer.

Gumbet: Türbe, anıt.

Hedimandin: Gömmek.

Ol: Dîn

Şopandin: İzlemek.

Firoşker: Satıcı.

Kardêr: Patron, işveren.

Dilêrî: Anlayış, anlama tarzı ve yeteneği.

Rojhilat: Doğu.

Pismîr: Prens. Hükümdar ailesinden olan erkeklere verilen ad.

Kevneşop: Gelenek.

Domandin: Devam ettirmek, başlanmış bir işi sürdürmek.

Feraset: Sezgi, sezme anıklığı.

Dozîne: Kuram.

Ragihan: İletişim, kominikasyon, iletme, iletmek.

Wanek: Nesne.

Dozineya zanayiyê: Bilgi kuramı.

Aso: Ufuk.

Dildarî: Tutku. Îrade ve yargıları aşan güçlü bir coşku, ihtiras.

Mor: Mühür.

Dadger: Yargıç.

Nakokî: Çelişki, çelişme.

Parêzkar: Savunucu, taraftar.

Komkûjî: Katliam.

Endam: Üye, aza.

Xeter: Tehlike.

Hereşedan: Tehdit, tehdit etmek.

Çavqulke: Veba. Bulaşıcı ve öldürücü hastalık.

Hevkarî: İşbirliği.

Asûn: Konum.

Bandêr: Rejim, düzen.

Hîm: Temel, esas.

Delk: Kural.

Kargêr: Yönetim.

Êl: Boy, uyruk, kabile.

Gihiş: Eren.

Berfirehbûn: Genişlemek, açılmak, yayılmak, geniş duruma gelmek.

Berdewamkar: Sürdürücü, sürdüren.

Ferîşte: Melek.

Nîvxwedayî: Yarı Tanrısal.

Hawran: Pelerin. Omuzlardan aşağı dökülen, geniş kolsuz bir çeşit üstlük, harmani.

Hevrezan: Uçurum.

Keştî: Gemi.

Hecimandin: Yoğurmak.

Azmûn: Sınav.

Berxwedan: Direniş.

Bênatî: Sonsuzluk.

Pênaber: Mülteci.

Dirixt: Bitki.

Qedandek: Tamamlayıcı.

Dûrîdest: Ulaşılmaz.

Afirîş: Yaradılış.

Erênî: Olumlu.

Neyînî: Olumsuz.

Bandêra bidad: Adil düzen.

Baznekî: Dairevi.

Bêdawî: Sonsuz.

Lihevhatinî: Bağdaşımcı.

Gorbehişt: Cennetmekan. Yeri cennet olan.

Artêş: Ordu

Komkûjî: Katliam.

Bihevketin: Çatışma.

Bersivekê binivîsin