Di Mîtolojiya Yewnan de Bellerophontesê Korînthosî
Bellerophontesê Korînthosî
Bellerophontes, Korînthosî ye. Beyî hemdê xwe dibe kujerê birayê xwe û li ser vê yekê, ji welatê xwe derdikeve û xwe diavêje bextê qral ARGOS. Jina qral PROÎTOS, dil dikeve wî, lê ji ber ku bersivekê erênî ji Bellerophosê nastîne; wî bi destavêtina namûsê tawanbar dike. Di wê pêvajoyê de gelek bûyerên dijwar têne serê Bellerophontes. Cinawirên serîşêr û dûvmar, dikuje. Di dawiya vê têkoşîna xwe de, bi keça qralê LYKÎAYÊ re dizewice.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî