Bê Ayinî û Hozanyar

Bê Ayinî û Hozanyar

Bê Ayinî û Hozanyar| Xweşnav Heso

Gelo raste wek ku dibêjin Hozanyar-Fesefevan bê bawer û Xweda ne nase ?!

di destpê de , bê ayinî an jî Xweda ne nasî kêşeyek pir kevne , belkî ji her sê Olên asmanî jî kevintir be !

ev kêşe-Xweda ne nasî- ew bi xwe baweriyeke li cem hin mirovan, ku bingeha vê kêşeyê li ser nebûna Xwedakî mezin û jîndar radibe û peyda dibe , û hinek caran jî ên Xweda ne nas dibînin ku Xweda heye lê ne li gorî ku Ol û peyxemberên cihanê wî pesin dikin û dîmenên wî şîrove dikin ..

û li ser vê mijarê , ne tenê Hozanyarî-Felsefe mirovan dighîne asta Xweda ne nasiyê , lê belê gelek beşên zanînê wek Fîzya-bîryarî û her cûreyên nasînê û raman doziyê mejiyê mirovan dighîne vê rewşê û kêşeyê .

piraniya zanyaran Xweda ne nasin, ji ber ku ew hemû tiştên ku naskirin û dîtin , tînin û li baweriyên xwe dipişkinînin û lênerînê li wan dikin,û gava ku li baweriyên xwe dinêrin û hûrbîniyê dikin, wê demê digêjin ku bingeha wan baweriyan tuneye ,û ji rastîneyê gelekî dûrin!

Xweda ne nasî çawaniyeke bo her helwestek ji helwestên hişê mirove , û ev çawanî erê nake ku sazmendekî asmanî hebe, ku ewe sedemê her sideman  , û niyazê hemû afirandinan, ji lewma jî bêjeya Xweda ne nasiyê wek watedariyê diyar dibe bi vî rengî: hebûna Xwedanekî nedîtî û berz ji gerdûnê re ew bê çare ye ,  û li ser vê bingehê yê Xweda ne nas bi neyinê li hebûna Xwedan dinêre , û wê hebûnê nake çespandin, tenê bawerî bi hebûna Xwedan dimîne di baweriyê de , ya ku bê belge dimîne !

ev baweriya bi Xwedan her mezin dibe û dijî , lê her tiştek ji mirov re ku bê belge be , bê guman emê bikaribin wê erê nekin dîsa jî bê ku belge li destên me hebe !!

lê sedemên Xweda ne nasiyê çine gelo ?!

sedemên Xweda ne nasiyê yên Felsefî jêderên werdkirina çimkî ye, û derencamên nasînê ye, li ser vê mijarê gelek Xweda ne nas van xalên jêrîn nîşan û xwiya dikin :

ji ber ku belge tuneye li ser hebûna Xwedan , û bi wan belgeyan Xweda bi çawaniya heraş ji hemîşeyê . û ev tişt nakoke bi nasiya me ji cihan û gerdûnê re, ji ber ku gerdûn ne ji despêkê de bi vê heraşê dihat xwiya û naskirin !

û li ser vê yekê , Xweda ne nas dibînin aloziya hebûna Xwedanê heraş ji hemîşeyê , û li ser pişkinînê bo qonaxên afrandin û pedakirina gerdûnê , dighêjin vê pirsê: gelo  çawa gerdûna ku bi destê Xwedanekî heraş çêbûye bi alozî û di riya gelek kêmasî û qonaxan de ? ne divê ku gerdûn jî wek sazkarê xwe heraş biba ?

di dawiyê de , dimîne kêşeya Xweda ne nasiyê baweriyek paş suriştî .. û Hozanyarî-Felsefe dimîne dergehê hûrbîniyê û lênerîn û hizir kirinê , temamiya Felsefevanan ne bi vê baweriyê ne , û Felseve dimîne ronaka herî rast û diyar ,ji devêla ku mirov bimîne li ser baweriyên xwe yên kûranî di tariya zanîn û fêrbûnê de .  

Xweşnav Heso

09.05.2014

xweshnav.heo@hotmail.com

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin