Baweriya Afiraner û Aferînekê, An Ya Derhatina Hilikê?

Baweriya Afiraner û Aferînekê, An Ya Derhatina Hilikê?

Baweriya Afiraner û Aferînekê, An Ya Derhatina Hilikê?           

Di doza Hallac de mijara guftûgoyê ya felsefî û teolojîk, dilêrîna “ Wahdet-î vûcud ” bû. Gelo ev dilêrîn li îslamiyetê dihat, an na? Ango ev dilêrîn; li gorî ola Îslamiyetê bû, an derê îslamiyetê bû?

Gelo kîjan bawerî an dilêrîn, li gorî îslamiyetê bû?

Dilêrîna afiraner û aferînekê, an derhatina hilikê, (cewhera Xwedê) bi vê yekê re jî xwe nîşandana rûçikên Xwedê.

Gelo kîjan îslamî bû û kîjan ji îslamiyetê derketin bû?

Li gorî dilêrîna sûfiyan ya kevneşopî: Derhatina hilikê (cewhera Xwedê) ne hatiye pejirandin. Lewra li gorî baweriya wan, ji herkesî re vegotina “heqîqetê” bêfeyde û vale ye û ne hewceye ku mirov, li ser vê mijarê guftûgoy jî bike. Lewra hemû kes, nikarin vê rastiyê (heqîqetê) bibînin. Ancax ebdal, zehmetkêş û welî digihêjin vê heqîqetê û hewce nake ku vê rastiyê bibêjin.

Li gorî nêrîna wan: “Berxwidar e yên ku fêm dike!”   

Heçku, Hallac xwestiye ku baweriya sûfiyan ya kevneşopî nîşanê hemû kesî bide. Lêbelê wek tê zanîn, Hallac ji bona nîşandana monîzma gerdûn- mirovê hatiye kuştin. Lewra, Hallac wiha bawer kiriye ku yên têdigehêjîn vê yekîtiyê (yekîtiya gerdûn- mirov ya monîst) ew misilmanên rasteqîn in.  

Ji vî sedemî, sûfî li hember ramanên Hallac rawestiyane û dev ji piştgiriya wî berdane. Heçku, wek tê zanîn felsefeya sûfiyan, bi awayekî sîstematîk Hallac  formîle kiriye.   

Di dilêrîna sûfiyan ya kevneşopî de Xwedê yek e, ji aliyê tu tiştî ve nayêtî dabeşkirin, an ew bi xwe dabeş nabe û di derheqê sînorên wî de, pêwîst e ku mirov nefikire û ramanên xwe pêşkêş jî neke.

Li gorî wan monîzm, bêolî û kafirî ye…

Lewra sînora eqlê însan, ne xwediyê têgihêjtina vê yekê ye. Lewra, bêhêz e.

Heçî Hallac e, di nav wateya Quranê ya “Bâtinî” de (ev raveyekê Quranê ye) wisa bawer dike ku mirov dikare vê hilikê binase. Wek mînak, çend sembolên ku hê wateyên wan ne hatine fêmkirin, mîna “Elîf, Lâm, Mim” nîşana daketina “Bâtınayê” ango, hilikê ne.

Xwedê bêhempa ye…

Lê mirov, dikare li ser van têgehan bifikire. Nêzîkahiya wî (Xwedê) ya mirovan, nîşana comerdiya wî ye. Wateya dûrbûna wî ya ji hemû kesî jî e we ku, yên jê dûrdikevin ew jî li wan nanêrî, ye.  

Hallac di mehkemeya xwe de, ji bêgaviyê behsa tesewufê kiriye. Lewra ramana serwer ya wê demê e we ku, li aliyekî afiraner û li alê din jî aferînek hene. Û Hallac vê îmajê şikandî ye. Ji lewre, Hallac xeternak hatiye dîtin. Lewra Xwedayekê ne fermandar û nêzîkê mirovan, ne li gorî doliwgeran bû.     

Qaziyên “Eşarî” û “şuhût” : ji bona pûçkirina doqtrîna Hallac, tu dibêkê ketibûn pêşbaziyekê.  

Di roja çil an (40) ya mehkemeyê de, nêrînekê li dij Hallac derketibû holê. Lewra, Hallac di axaftinên xwe de nêrînên “Eşarî” û “şuhûdan” pûç kiribû.

Dijwarbû ku mirovekî misilman, yekî ku baweriya wî bi kitbûna Xwedê û bi Hz. Muhammed hebû û vê yekê di mehkemeyê de jî dubare kiribû, bixeniqînin.

Taberî  bi xwe nivîsiye ku, wê demê ji serhildana gel tirsiyabûn.

Yên ku Hallac sucdar kiribûn, xelkê wan qedal dikir…

Ji lewre di nav kevneperestên bawerhişk de tirsekê mezin dest pê kiribû. Di rastiyê de ev tirsa wan, rê li kuştina Hallac vekiriye.

“Hambelî” zêdetir bibûn dijminê Hallac û di helwistekê wiha de bûn. Lê di wê demê de, dostekî Hallac bi navê Îbnî Ata, (ku ev zilam jî Hambelî bû) ji bona piştgiriya Hallac cimata (cemeeta) xwe civandibû.

Dema ku qazî wezîr Hamd ji bona şahidiya Îbnî Ata bang lê dike, Îbnî Ata bi canfedayî doqtrîna Hallac diparêze. Ev yek, dibe nîşana dawîhatina wî.

Di vê navberê de hambelî hawirdorê mala Taberî digrin û wî, di mala wî de girtî dêlin. Di 26 “şevval” 310- an de (mîladî 16 reşeme 923) Taberî diçe ser dilovaniya xwe û bi dizî tê veşartin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

ÇAVKANÎ: Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 52- 53

Ev nîvîsar, beşa 8 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî-Tirkî)

Derhatin: Fışkırmak. Yukarıya doğru birdenbire ve hızla çıkmak.

Hilik: Öz

Kevneşopî: Geleneksel. Geleneği olan, gelenek niteliğinde olan.

Pejirandin: Kabul etmek, kabullenmek.

Lewra: Çünkü, lakin.

Gerdûn: Evren.

Rasteqîn: Gerçek.

Heçku: Oysa.

Sînor: Sınır.

Bêhempa: Benzersiz, eşi benzeri olmayan.

Têge: Kavram.

Comerdî: Cömertlik, el açıklığı, verimlilik.

Serwer: Egemen.

Xeternak: Tehlikeli.

Doliwger: Yönetici.

Pûçkirin: Geçersiz saymak, çürütmek.

Lec: Yarış. Genellikle bir yarış kazanmak amacıyla birbirini yenmeye çalışma.

Kit: Tek.

Dubare: Tekrar.

Reşeme: Şubat. Yılın ikinci ayı.

Bersivekê binivîsin