Bawerî

Bawerî

Bawerî

Wateya bawerîyê, girêdayîtîya (dilsozîya) ji dil ya ramanekî ye. Herweha di wateya tiştekî ku em bawerîya xwe pê tînin, nêrîn û danezanînê (doktrîn) de ye jî. Di teolojîyê de bawerîya Xwedê, bawerîya olekî û îmanê ye. Ango bi dilekî ji dil bawerîya ramenekî, kesekî û an jî bawerîpêanîna têgehek razber (soyut) e. Heta mirov dikare bibêje ku di bingeha wê de hezkirin û kerx (nifrîn) heye û têkiliya hezkirin û kerxê ye, têkiliya di navbera babeta bawermend û bawerîyê de ye. Bawerî ne ew deran e ku di encama birêvebirina aqil û mantîqê de tê bidestxistin, bawerî ew tişt e ku axlebî xwe dispêre pêdivîyên mirovî yên wek tirs û hêvîyê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan de Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin