Bavê Ramana Postmodernîzmê: Nıetzsche

Bavê Ramana Postmodernîzmê: Nıetzsche

Bavê Ramana Postmodernîzmê: Nıetzsche 

Fîlozofê Macarî Georg Lukacs ku di destpêkê de piştevanekî ramanên wî bû dibêje: ‘Nietzsche ramanên wiha pêşkêş dike ku ev ramanên wî di pratîkê de hem xizmeta koleyan û hem jî xizmeta efendiyan/desthilatdaran dike; lê ji van ramanan bi tenê efendî sûd werdigrin û mirov dikarê bibêje ku bi tenê bi kêrî wan te.’ 

Li gor bîr û baweriya Michael Lowy jî: ‘Nietzsche li ser navê nirxên beriya kapîtalîzmê, dijberiya kapîtalîzmê kiriye.’ 

Nietzsche di dewra ku kapîtalîzm xwe ji reqabeta serbest rizgar kir û derbasê yekdestîyê/monopolê bû jiya û di dawiyê de berjewendiyên tekedestan [monopolîstan] parast û wan da nasandin. Divê mirov helwesta ramanwerên postmodern ku dixwazin carekî din ramanên wî bînin rojevê, di vê çerçoweyê de fêhm bike. 

Yener Orkunoglu/Mamosteyê Zaningeha Darmstadt 

Referansa pirraniya ramanwerên postmodern, Nietzsche ye. Nietzsche fîlozofekî jîr e û mirov dikare wî wekî ‘Di helbestê de fîlozof û di felsefeyê de jî helbestvan’ bide nasîn. Nietzsche, xwediyê behreyeke mezin ya razberkirinê ye. Bi xêra behreya razberkirinê, kirû/olguyên ku di jiyana me de hene; wan bi rihetî îfade dike/vedibêje… 

Mirovekî pirralî û xwedîperspektîf e, lê di heman demê de di ramanên wî de gellek nakokî hene û ramanên wî; ramanên bijarteker/eklektîk in. Ji ber vê çendê jî têgihiştina ramanên wî, di roja me de hêjî pirsgirêkek e. Bi awayekî hêsan an jî rûkalkî, ne gengaz e ku mirov hema wisa wî/ramanên wî qategorîze bike. 

Belam, pirraniya ramanên wî yên felsefî, di berhemên wî yên ‘Rexnekirina Aqil, Kirde û Teoriya Têgihiştina Zanayiyê’ û ‘Îradeya Îqtîdarê’ de hatine vegotin. Angaşta vê nivîsarê ne ew e ku hemû ramanên Nietzsche werin vekolandin, bi tenê rexnekirina berhemên wî yên navborî ne. 

Dilêrîna Nietzsche ya kirde/ozne û rasteqîniyê 

Bingeha dilêrîna postmodernîzmê ya teoriya rasteqînî û zanayiyê, Nietzsche ye. Herweha dîsa bingeha/çavkaniya nêrîna ku aqil red dike û ewle nabîne jî, dîsa Nietzsche ye. 

Ê baş e, gelo hilika teoriya rasteqînî û zanayiyê çi ye gelo? 

Em ê bibînin ku ramanên wî yên felsefî, ji îdealîzmê xwe xwedî kirine, jê hêz girtine. Mesela wiha dibêje Nietzsche: ‘Têgeha hilikê, encama têgeha kirdeyê/ozneyê ye. Beravajiya vê yekê, ne rast e.’ (1) 

Nietzsche wiha bawer dike ku realîte/rasteqinî û heyîn, hilberên kirdeyê ne. Dibêje: ‘ Têgehên ‘realîte’ û ‘heyînê’ ji hesta me ya kirdeyê têne wergirtin.’ (2) 

Nietzsche xwestiye ku ji diyalektikê û materyalizma felsefî, xwe rizgar bike û ji bo vê yekê jî, li dijê materyalizma felsefî derketiye. Ramana xwe ya di vî warî de wiha tîne zimên: ‘Ger em dev ji têgehên ‘kirde’ û ‘wanekê/nesneyê’ berdin, ev yek tê wê wateyê ku em dev ji têgeha ‘hilikê’ jî berdidin. Ev yek jî rê li nedîtina versiyonên cihêreng yên hilikê vedike. 

Mînak: Bi vê yekê re jî em têgehên wekî ‘zêhn’, ‘madde’ û têgehên din yên rawêjî/ferazî (varsayımsal) û naverokên wekî ‘neguhêrbariya madde û herhebûnitiya wê’ jî feda dikin û hwd. Di rewşeke wiha de jî, em ji materyalizmê rizgar dibin. (3) Nietzscheyê ku dixwaze xwe ji hemû rasteqiniyên maddî û zêhnî, rizgar bibe, dibêje; ‘Ger tiştekî maddî tunebe, wê demê tiştekî dermanewî jî, tune. Di rewşeka wiha de jî, têgeh tu tiştî naguncîne.’ (4) û bi vê ramana xwe re, hemû cure rasteqiniyan red dike. 

Ji bo têgihiştina ramanên Nietzsche yên derbarê rasteqiniyê de, destpêkeke bi vî rengî peywistiyek bû. Ji ber ku Nietzsche heta qirika xwe di nakokiyan de noq bûye, ramanên wî yên derbarê rasteqiniyê de jî nakok in. Mesela ji jiyanê re dibêje; ‘erê’, lê rasteqiniya nesnel red dike. Li gor bîr û baweriya wî; têgeha ‘rasteqiniyê’ bêwate ye. Lewra, ‘Tu rasteqinî tune nin.’ ‘Nesneyeka ku em bikaribin bibêjin bi rastî jî di xwe de heye, tune.’ (5) 

Nietzsche ramana Kant ya ‘tiştê ku di xwe de ye/bi xwe ve ye’ ji milê çepê ve rexne dike. Li gor baweriya Nietzsche: ‘Tiştê ku bi xwe ye/tiştê ku di xwe de ye’, encameke mantiqî ye û hatiye hilberandin. Lê li gor baweriya Kant,rasterast ya ku hatiye dayîn e. Nietzsche, vê raman/dilêrîna Kant ya materyalist, rexne dike. 

Li gor bîr û baweriya Nietzsche, rasteqinî tune, bi tenê rave hene: ‘Gellek çav hene… û ji ber vê çendê jî, gellek rasteqinî hene û ji ber vê yekê jî, tu rasteqinî tune.’ (6) 

Nietzsche dibêje kut iştekî ku rasteqîn be tune, tiştê ku jêre rasteqîn tê gotin jî, ew illizyon in: ‘Ne rih/giyan, ne aqil, ne raman, ne hiş, ne jî îrade rasteqîn in. Ev hemû jî, ew fiksiyon in ku nayên bikaranîn.’ (7) Nietzsche, tiştên ku hene wan rasteqîn qebûl nake û balê dikşîne ser çewtiya vê yekê. Ligor nêrîna wî; cîhaneka rasteqîn tune. ‘Her bawerî û her angaşteka rasteqiniyê, çewtiyeka bivênevê ye. Çimku, dinyayeka rasteqîn tu carê pêk nehatiye.’ (8) 

Li gor baweriya Nietzsche rasteqiniya nesnel, îcadeka niyeteka baş ya kirdeya ku ji hindûriyê xwe mêze dike, ye. Vê yekê wiha tîne zimên: ‘Hege mirov ji hêleka hindûrîn lê mêze bike, obje/nesne; kirde ye.’ (9) Ji ber vê çendê jî dibêje: ‘Tu sebebên ku hebûna cîhaneke rasteqîn piştrast dikin, nemane.’ (10) 

Wekî ku nivîskarekî jî bi awayekî mafdar aniye ziman, Nietzsche; ‘xwediyê nêrîneka pirr watedar û nediyar e.’ (11) Nietzsche jiyanê, erênî dibîne û tesdîk dike. Lê dibêje ku jiyan, ne rasteqîn e. Wiha dibêje Nietzsche: ‘Mesela peyva ‘ez’, peyva ‘tevgerînê’, peyva ‘kişandina êşan’ û hwd. belku jî ev peyv, xetên asoya zanayiyên me ne. Lê ne rasteqîn in.’ (12) 

Nietzsche li dijê nêrîna pozîtivîzmê ku dibêjin ‘kirû/olgu hene’ derdikeve… 

Nietzsche wiha dibêje: ‘Ez ji bo yên ku dibêjin bi tenê kirû hene, wiha dibêjim: Na, rasterast kirû tune nin, bi tenê rave hene.’ (13) Ev nêrîna wî sebebê têkoşîna wî ya li dijê hemû nêrînên ku baweriya xwe bi cîhaneka rasteqîn tînin, e. 

Nietzsche wiha pêde diçe: ‘Bila bimirin hemû hipotezên ku baweriya xwe bi dinyayek rasteqîn tînin.’ (14) Ramanên xwe yên derheqê rasteqiniyê de wiha vedibêje Nietzsche: ‘ Hemû tiştên ku em têdigihêjine wan, xwiyakirineke dawînî/nîhaî ne, encamek in û nikarin bibin sedemên tu tiştî.’ (15) Mirov dikare bibêje ku dilêrîna Nietzsche ya rasteqîniyê, dilêrîna wî ya dîrokê jî destnîşan kiriye. Li gor baweriya Nietzsche dîrok, rasthatiniyek e û ji bilî vê yekê, ne tu tişt e. 

Bi kurtasî be jî heta vê derê me hebekî behsa dilêrîna Nietzsche ya rasteqîniyê kir. Ez pê bawer im ku xwendevanên baş bala xwe dane mijarê, têgihiştine mînanîtiya ramanên Nietzsche û ramanwerên postmodernîst û bi rastî jî ramanên wan gellekî dişibine hevdu. 

Di ferhengeka felsefeyê de, li ser vê mijarê wiha hatiye nivîsandin: ‘Bêguman di derketina holê ya ramana postmodernîzmê de rolê/lêzêdekirinên Saussure, Levi-Strauss, Lacan, Barthes mezin e. Ji bilî van, çavkaniya herî destnîşankar rexnekirina ‘felsefeya tiredînperest’ e, ku xwe di xebatên fîlozofên wekî Platon, Descartes, Hegel de daye der. 

Kokên wan rexneyan, heta xwe digihîne Kierkegaard û Nietzsche jî. Herweha, li ser navê ‘xwegihandina zanayiya tiredîn’, ligel ku felsefeya kevneşopî berê xwe dabû ser wateyên eşkere û xupxuya; felsefeya postmodern wê gotina Nietzsche ku gotibû; ‘Xwedê mir.’ wekî dawiya felsefeyê dixwîne/dinirxîne. … 

Bêguman li aliyekî ramanên Nietzsche yên ku piştevaniya felsefeya postmodern dikin, ketine rojeva felsefeya fransî û têde cîh girtine. Li aliyê din jî rexneyên Heidegger yên li ser tekonolojiyê û destnîşankirinên wî yên li ser ‘dilêrîna felsefeya aqilê makineperest’ li hemberê Hegelperestiyê, rewşa binyatgerîperestan xurttir kiriye. 

Di nav parêzîn/savunuyên Nietzscheperestiya fransî de ku di roja me ya îroyîn de di avakirina banê felsefeya postmodernîst de xwediyê cihekî girîng in, rexnekirina têgehên wekî zanavî (jevbûn), kirdewarîtî û aqlîtî (rasyonalîte) di rêza yekemîn de ne. (16) 

Nietzsche ne tenê rasteqîniya nesnel red dike, têgeha aqil û teoriya zanayiyê ya kevin jî red dike. Nietzsche mirovê yekemîn yê ku êrîşê destkeftinên modernîteyê kiriye, ye. Bi rexneyên xwe yên li dijê aqil, xîmê mantiqa rexneyê jî hejandiye. Wisa parastiye ku mirov divê zanistê bi çavê huner û hunermendiyê bibîne û ramaneke bi vî rengî parastiye. Habermas jî dibêje ku postmodernîzm êrîşeka li dijê aqil e û çavkaniya vê ramanê jî Nietzsche ye. 

Habermasê fîlozofê almanî postmodernîzmê, wekî kevneşopitiyeka-nû dibîne/dinîrxîne. Li gor bîr û baweriya Habermas; postmodernîst, êrîşê teoriyên modernîzmê yên azadîxwaz û nirxên wê dikin. 

Habermas rexneyên Nietzsche yên ku li aqil digre, wiha şirove dike: 

‘Bi rexneyên Nietzsche re û bi destavêtina wî ya vê mijarê re, hincet û sedemên wan yên ku pêşkêş dikin, ji guherîneke mezin derbas bûne. Di detpêkê aqil, ji bo ku wekî ol bigihêje hêza xwe pêkanîna yekîtîyê û li ser bingeha hêza xwe bikaribe rê li perçebûna modernizmê bigire; wekî zanayiyeka resen ya lihevhêner, piştra jî wekî taybetmendiyeke azadîxwaz û ya dawî jî wekî bîrhatinek telafîkirinê hate pêşnûmakirin. 

Ev destpêdana ku dixwest têgeha aqil li bernameya ronîbûnê bîne ku mirov dikare bibêje bernameya ronîbûnê di nav xwe de bernameyeke diyalektik e, sê caran bi ser neket. Di rewşeka wiha de rêyek tenê li pêşiya Nietzsche hebû; an wê wî aqilê ku navenda wê kirdeye bi awayekî derûnî ji nûve rexne bikira, an jî wê ji bernameya xwe bi temamî derxistibana. 

Nietzsche biryara xwe ji aliyê hêla duyemîn ve da: Têgeha aqil ji nû ve revize nake û hatirê xwe ji Diyalektika Ronîbûnê dixwaze.’ (17) 

Nietzsche ji ber ku rasteqîniya nesnel red dike, bi awayekî xwezayî wê teoriya zanayiyê ku dixwaze ku bi rasteqiniya nesnel bizanibe jî red dike. Hege rasteqiniya nesnel tunebû, gelo wê zanayiya gihêjtina wê rasteqiniyê çawa hebe? Di berhema wî ya bi navê Îradeya Îqtîdarê de sernavê kitêba sêyemîn ‘Hêmana Danîna Nirxeke Nû’ ye. Destpêka vê kitêba sêyemîn jî, ‘Awayê lêkolînê’ û ‘Xala Derketina Zanayiya Toerîk’ e. Di van beşan de bi taybetî ramanên xwe yên derheqê rasteqinî û teoriya zanayiyê de pêşkêş dike. 

Ramanên wî yên derheqê rasteqiniyê de me li jor vegot. Niha jî ez ê bi kurtasî be jî, behsa nêrînên wî yên derbarê teoriya zanayiyê bikim. 

Nietzsche teoriya zanayiyê ya felsefevanên berê wiha rexne dike: ‘Ev felsefevan, ‘wekî ku kirûyên hiş hebin’ xwediyê xaleka çewt ya destpêkirinê ne. (19) Li gor bîr û baweriya Nietzsche zanayî, ne zanayiya rasteqiniya nesnel e, zanayî; fiksiyoneke keyfî ye. Wiha dinivîsîne Nietzsche: ‘Fikirîn’ wekî ku quramzanên zanayiyê ew tespît kirine, tu carê dernakeve holê. Ev nerîn, fiksiyoneke keyfî ye.’ (20) Li gor baweriya wî, di raman û zanayiyê de sedemîtî tune. Zanayî û raman, sererastkirinên çêkirî û pêşnûmayên keyfî ne. 

Postmodernîstên wiha parastin ku Kirde winda bûye, ji Nietzsche ketumet bûn û di bin bandora wî de man. Derheqê Kirdeyê de wiha dibêje Nietzsche: ‘Hege em dev ji kirdeya bandordar berdin, ev yek tê wê wateyê ku em dev ji nesneya ku di bin bandora kirdeyê de dimîne jî berdidin. (21) 

Yener Orkunoglu/Mamosteyê Zaningeha Darmstadt 

Werger: Ali Gurdilî

info@felsefevan.com 

Çavkaniyên Gotarê 

1- Nietzsche. Daxwaza Hêzê. Rp: 285-252

2- Nietzsche. Heman çavkanî. Rp: 488-279

3- Nietzsche. Heman çavkanî. Rp: 552-279

4- Nietzsche. Heman çavkanî. Rp: 488-254.

5- Nietzsche. Heman çavkanî. Rp: 28

6- Nietzsche. Heman çavkanî. Rp: 273.

7- Nietzsche. Heman çavkanî. Rp: 250.

8- Nietzsche. Heman çavkanî. Rp: 28.

9- Nietzsche. Heman çavkanî. Rp: 247.

10- Nietzsche. Heman çavkanî. Rp: 27.

11- Alex Calinias. Ji Postmodernîzmê Re Na. Rp: 27.

12- Nietzsche. Daxwaza Hêzê. Rp: 252.

13- Nietzsche. Daxwaza Hêzê. Rp: 251.

14- Nietzsche. Yên vediguhezîne: Alex Calinias. Rp: 225.

15- Nietzsche. Daxwaza Hêzê. Rp: 249.

16- Felsefeya Postmodern. weş. Zanist û Hunerê. 

Çavkanî: Kovara Zanist û Pêşeroj. Hejmar: 50 Sal: 2008.