Batlamyus

Batlamyus

Batlamyus (P.Z. 85-165)

Betlamyus (Klaudyos Batlamyus, Klaudyos Ptolemaios) matematîkzan û ezmannasekî Skenderî ye û P.Z. di navbera salên 85-165an de jiyaye. Navê berhema wî ya herî navdar ‘Almagest’ e. Navê resen a kitêbê ‘Syntaxis Mathematica’ ye. Ango, ‘Senteza Matematîkî’ ye û kitêbeke astronomiyê ye. Lêbelê, astronomî wê demê wekî beşeke matematîkê dihat dîtin û lewma jî, ev kitêb mîna berhemeke matematîkê a klasîk hatiye dîtin. Astronomiya Batlamyusî xwe dispêrê çavderiyên ku wî bi xwe pêk anine û çavdêriyên ezmannasên yewnan û mezopotamyayî.

Almagest, ji 13 beşan (kitêban) pêk tê. Di kitêba yekem û duyem de, li ser hipotez û rêbazên matematîkî rawestiyaye û wan şirove kiriye. Giloveriya (kurewiya) dinyayê peyîtandiye û gotiye ku ezman, kurewî ye. Dîsa gotiye ku dinya di navendê de rawestiyaye û ezmên, li hawirdora dinyayê digere. Kitêba sêyem, li ser hereketa Rojê ye. Ya çarem, li ser Heyvê ye. Ya pêncan, li ser  astrolabe (astrolabos, usturlab) ye, ku aleteke ezmannasiyê ye. Ya şeşem, li ser  girtina Rojê û Heyvê ye. Kitêbên heftem û heştem, li ser stêrk û ekînoksan e. Kitêbên ji nehem heta sêzdehem jî, li ser tevger, rêgeh û mezinahiya stêrkan e. 

 Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

12.06.2016                        

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin