Barzanî Mezintire ji Şabaş û Pesnê Min

Barzanî Mezintire ji Şabaş û Pesnê Min

Barzanî Mezintire ji Şabaş û Pesnê Min. Ew Semyanekî Semboliye ji Gelê Kurd re

Konê Reş

    Nizanim bi vê helkeftinê çi derbarî bîranîna 37 saliya koçkirina Barzaniyê nemir de bibêjim..?! Çiko ew mezintire ji pesnê min.. Tiştê ku ez zanim û bîr û baweriya min pê tê ev e: Barzanî semyanekî semboliye ji netew û niştimaniya kurdî re, ji ramanên kurdî yên pêşverû re.. Ta radeyekê ku hêjî pêdiviya me bi kesên mîna wî heye, her û her wê hebe û wê navê wî wek semyan ji niştimanperwerên kurdan re bimîne.. Li ser rêbaz û pêvajoya wî a piroz û bi ronahî, wê gelê kurd karibin ji xwe re hêviyên bilind û berfireh ava bikin.

12788120_951088944977000_307104995_n

Ew rêbaza û pêvajoya ku ji kurdan re bûye jêderek bingehîn. Tevî ez ne di wê baweriyê de me ku, rojên derbasbûyî, rojên îroyîn û pêşerojê li terazûya xwe xînin, lê sûdeya ku di rêbaz û serboreya Barzaniyê nemir de heye, gelekî giring û pêwîste ji kurdan re.. Û her wiha ez nebawerim ku mirovên kurd wê karibin pêşkevin, biserkevin û tiştekî nû ji xwe re pêkbînin bêyî rêbaza wî.

Ma wê çi bihayê nirixandina zinarekî hebe ji çiyakî bilind wek Barzanî re..?! Barzanî, çiyak bû ji çiyayên Kurdistanê, çiyakî bi dar û ber bû, bi çem û cobar bû, bi gelî û newal bû, çiyakî poz bilind û bi heybet û saw bû.. Rojekê ji rojan, ev çiya ji cihê xwe nehat hejandin, ne pêşberî bahozên dijwar û ne bablîsokên gur û tund.

12782508_951089904976904_595526758_n (1)

Wek me got Barzanî Çiyak bû û çiya namirin, Barzanî jî namire, her wê di huş û ramanên kurdan de bimîne zindî.. Vê paşiyê ji ber mezinbûn û giringiya navê wî, di nav gelê kurd û cîhanê de, dewletek wek Amerîka ku ji mezitirîn dewletên cîhanê ye, navendek di zankoya Waşinton de damezirandiye bi navê (Melle Mustefa Barzanî), bi merema ku Barzanî yek ji wan kesaye, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine, ew jî mîna Nelson Mandêla, Şaril Dîgol û Corc Waşinton e.

Belê Barzanî mezintire ku ez şabaş û pesnê wî bidim û wî binerixînim.. Barzanî çiyak bû, navê wî wek navê çiyakî di nav gelê Kurdistanê de hatiye belavkirin bi bilindbûn, heybet û asêbûna xwe ve.. Çendî çerx û dewran di ser vî çiyayî re derbasbin, kes nikare vî çiyayî ji cihê wî bilivîne.. Erê Barzanî semyanekî sembolî ye ji tevî gelê kurdistanê re. Di vê bîranînê de, ez xwe temene û xûz dikim ji navê wî re û navê tev şehîdên kurdistanê re.

Konê Reş / Qamişlo 01/03/2016

Bersivekê binivîsin