Baruch Spînoza

Baruch Spînoza

Baruch Spînoza (1632-1677) 

Filozekî holandî û cihû ye. Ji hêla rêbazê ve aqilperest e. Hindek gotinên wî li xweşê xaxeman (hahaman) neçûye û ji ber vê yekê jî ji sînegoga Amsterdamê ve hatiye afarozkirin. Li gor bîr û bawerîya Spînoza tekane hilik heye: Xwedê. Ev hilik, pispor e û ji bilî xwe ne hewcedarê tu tiştî ye. Ev hilik, sedemê xwe ye û sedemê rasteqîn yê hemû heyîna ye. Hemû heyîn, bi awayekî bivênevê, jê der çûne. Heta vê xalê, wek Farabî difikire. Madde û rih, wek du rûyên vê hilikê ne. Di dawîyê de dibêje ku gerdûn û xwedê, heman tişt in. Panteîszmê diparêze. Xwedê bi dor û li gor rêzekî hemû heyînan kiriye heyîn. Îradeya azad tune û divê mirov bi xwezaya xwe bizanibe û li gor xwezaya xwe tevbigere. Gelek pirsên wî yên tevlîhev hene. Mesela pirseka wî wiha ye: “Em bibêjin ku ez di kirinên xwe de serbestim. Gelo ma ez di hilbijartinên xwe de jî serbestim?” 

Çî gotiye Spînoza?

1- Tiştêk çiqas zahf were têgihiştin, di aqil de jî hewqas zahf dimîne.

2- Mirovê herî bihêz û serbixwe ew mirov e ku ketiye bin serwerîya aqil.

3- Erdem ew e ku mirov li gor aqil tevbigere.

4- Gotinên Paul yên derheqê Peter de, ji bilî Peter rê li naskirina Paul jî vedike.

Berhemên Spînoza

1- Ethica

2- Lêkolîneke Kurt Derheqê Xwedê, Mirov û Bextewarîya Mirov de

3- Lêkolînên Polîtîk/Tractatus Politicus

4- Berfirehbûna Hêza Têgihiştinê

5- Ji Aliyê Benedictus Spinoza ve Bi Rêbaza Geometrîk Nasandina Beşên I. û II. Ya Hêmanên Felsefeya Descartes

6- Lêkolînên Teolojîk-Polîtîk 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin