Bangawaziya Felsefeyê

Bangawaziya Felsefeyê

Bangawaziya Felsefeyê

Lêpirsîna Bingehên Zanayiyên Ku Rast Têne pejirandin     

Jiyana me ya rojane, pirî caran me bi gelek tiştên ku nepêwîst in mijûl dike. Ligel vê yekê çi dema ku em derfetê dibînin, em xwe ji wan pêdiviyên rojane rizgar dikin û li ser wateya wan difikirin. A niha wê demê em dest bi pirsiyarên xwe yên bingehîn dikin, ku ew pirsiyar ne pirsiyarên rojane ne. Ew lêpirsîn û pirsiyar, dibe ku bi gelek hêlên jiyanê yên cihêreng re têkildar bin.

Mesela di warê siyasetê de, bi awayekî bêrawest mirov behsa ‘azadî’,‘wekhevî’ û ‘dada civakî’ dikin û li ser van mijaran digengeşin. Lê carinan mirovek dertê û pirsên mîna <baş e, bi rastî jî wateya serbestiyê ya rastîn çi ye?> yan jî <dema ku behsa wekheviyê tê kirin, em jê fahma çi dikin?> dike û ew rewş, dibe ku vebiguhere rewşeka ku dahûrandina wê gelekî dijwar e.

Mesela ew mirov dikare pirseka wiha jî bike: <Gelo ma em jê biguman in, ku serbestî û wekhevî li dijî hev in û di pêvçûnekê de ne?> Dîsa dikare bibêje ku <heke me bikariba jiyana xwe bi serbestî bijiya, ma wê demê em ê ne di rewşeka newekhev de bûna? Ev yek jî, bi tenê ma ne bi têkilîpêkirina dewletê dikare ji holê rabe? Heke rewş wisa be, ji bo me tu feydeya guftegoya wan pirs û têgehan tune. Lewra, di vê xalê de nakokiyek xwe dide der.> 

‘Destpêka felsefeyê, meraq e û felsefe, bi meraqê dest pê dike.’

PLATON 

Çi dema ku mirov pirsên bi vî rengî bikin, mirov dikare bibêje ku ew êdî bi awayekî felsefîk difikirin. Pirsên ku me li jorê wan weke mînakan dan, mijarên felsefeya siyasetê ne û pirsên felsefîk in. Her warê jiyanê, dibe ku rojekê bibe babeta pirsyarikirinên bi vî rengî yên bingehîn. Ango her warên jiyanê, dikarin bibin mijarên felsefeyê yên bingehîn. 

Hemû gotinên ku têne gotin, divê bikaribin verin rexnekirin, dahûrandin û pirsyarî kirin. Lewra ji bo felsefeyê nîqaşkirin, îdîakirin û peyitandin girîng in. Lewma jî carinan wiha jî tê gotin: Ji bo kirina felsefeyê, herî kêm du mirov pêwîst in û felsefe, bi hinekên din re pêkanîna çalakiya lêgerîna heqîqetê ye. 

Hiqûqzan/mafnas bi awayekî bêrawest behsa sûc, bêtawanîtî, dad û dadgeheka

dadwer dikin. Dîsa doktorek, dema ku pirsa <tenduristiyeke bêhempa heye gelo yan na? Heke tunebe, wê demê em ê çawa bikaribin behsa xweşiyê bikin?> ji xwe bike, eşkere ye ku wî dest bi felsefeya tipê/tenduristiyê kiriye.

Di hemû warên jiyanê de, şaxê felsefeyeka ku li rêbaz û têgehên bingehîn yên giştî vedikole heye. Lewma felsefeya zanistê, felsefeya ol, felsefeya ehlaqê, felsefeya heyînê, felsefeya siyasetê, felsefeya zanayiyê, felsefeya jiyanê, felsefeya mirovî û hwd. hene. Pêkhênerên babetên navborî, bala xwe herdem didine felsefeya mijarên xwe û li wan vedikolin. 

Fîlozofeke felsefeya siyasetê dema ku pirsa <azadî çi ye?> dike, divê mirov pê bizanibe ku daxwaza wî ne tenê wergirtina danasînek/pênaseyeka wê têgehê ye. Derdê wî/wê heke bi tenê ev bûya, bêguman wî/wê dikaribû li ferhengê jî mêze bikira. Heçku pirs, ji wateya peyvê berfirehtir e. Bi riya wê pirsê, fîlozof dixwaze ku di jiyana me de bi rol, girîngî, pêdivî û bi wateya peyvê/têgehê jî bizanibe û bi awayekî nedîtbar, li ser têgehê bifikire. Dîsa bi riya wê pirsê, fîlozof dixwaze ku hem zêhna xwe û hem jî zêhna me rohnî bike. 

Xebateka bandorker û efsûnî be jî, rohnîkirin û pênasekirina têgehan, suretê felsefeyê yê xwiyakirî ye. Heçku fîlozofên mezin, xwe bêtir berdana kûrahiya wan têgehan û li hêlên bingehîn yên jiyana me vekolane. Mirov, çavên xwe li dinyayeka nenas vedikin û pê nizanin, ka ew çawa hatine vê dinyayê jî. Eşkere ye ku ji hêla wesfên xwe yên bingehîn ve çerçoweyeka dinyaya me, ya ku ji dem û warê pêk hatiye heye û ev çerçowe, gelek nesneyên madî yên cihêreng diguncîne. 

Ji ber vê çendê jî, fîlozofan gelek pirsên bi vî rengî pirsîne: <Dem/zeman çi ye? Gelo bi rastî jî, hemû tiştên ku henê (mirov jî di nav wan de) nesneyên madî ne yan na? Gelo, rast e ku ji bilî madeyê tişteke din tune? Tiştekê ku ne madî be, çawa dikare hebe? Heke bikaribe hebe, xwezaya wê hebûnatiyê çi ye?> û xwestine ku xwe bigihînin wateya nesneyan/heyînan yên berfireh û kûr û têgihiştineka wan ya gelemper/giştî. Dema ku vê yekê pêk tînin jî, mîna mijareke pîroz li meseleyê mêze nakin û xwe naspêrîn peyvên desthilatdariyekê.  

Dibe ku mîna şexseke, baweriyeka fîlozofan jî hebe û ew jî, şexsên bawermend bin. Bêguman, em dizanin ku fîlozofên xwedênenas jî hebûne, hene û wan jî baweriya xwe, bi baweriyeke pîroz neanîne û naynin. Lê em dizanin ku gelek fîlozofên mezin jî, xwediyê baweriyên olî bûne. Ligel vê yekê ji bo peyitandina/piştrastkirina felsefeyên xwe, ti caran serî li ol/dîn nedane. 

Peyîtandineke felsefî, delîlên xwe mîna delîlên aqilane/zêhnî di nava xwe de diguncîne. Lewra tiştên ku felsefe ji me dixwaze ne bawerî yan serîtewandinek e, pêrazîbûneke aqilane ye. Felsefe dixwaze ku sînorên aqilê me nîşanê me bide û bizanibe, ka aqil ta çi radeyê dikare bizanibe? Tiştên ku felsefe dixwaze bi riya aqil bi wan bizanibe, tiştên bingehîn in. Ji ber vê yekê jî felsefe, pirsên ku bi zêhn û xwezaya zanayiyê re têkildar in dipirse. 

Ê baş e ji bo ku em bikaribin hemû pirsên xwe bibersivînin, divê em ji kû dest pê bikin? Bi rastî jî, em dikarin bi tiştekê bizanibin gelo? Heke em pê bizanibin, em dikarin bi çî bizanibin? Ger em pê bizanibin jî, em ê çawa jê ewle bin?

Bi gotineke din, em ê çawa bizanibin ku em dizanin? 

Pirsên bi vî rengî, mirov dikare bibêje ku pirsên bingehîn yên felsefeyê ne. Fîlozof ji bilî pirsên ku bi cîhana me ya hawirdorî re têkildar in; pirsên ku bi xwezaya sehek, azmayîş û zêhnê re têkildar in jî dikin. Heke em bi gotineke giştî bibêjin, wê demê em dikarin bibêjin ku di berfirehbûna felsefeyê de du pirsên bingehîn herdem di navendê de bûne. Pirsa yekemîn <xwezaya hemû tiştên ku hene, çi ye?> ye û ya duyemîn jî <heke em bikaribin bi wan bizanibin, em ê çawa bi wan bizanibin?> ne. 

‘Danîna zagonan, ne karê felsefeyê ye. Karê felsefeyê, xwegihandina/çareserkirina darazên taybet yên aqilê hevpar e.’ 

Immanuel Kant  

Lêkolîna/lêpirsîna pirsa yekemîn, bi heyînên ku hene û xwezaya wan re têkildar e, û şaxa felsefeyê ya ontolojiyê/hebûnnasiyê pêk tîne. Pirsa duyemîn ya ku bi xwezaya zanayiyê re têkildar e jî, şaxa epîstemolojiyê pêk tîne.

Berfirehbûna van herdu pirsan û pirsên ku ji van du pirsan dertêne holê, di dîroka felsefeyê de bûne du tevgerên bingehîn. Şaxên girîng yên mîna felsefeya ehlaqê, felsefeya siyasetê, felsefeya zanistê, estetîk, felsefeya dîn û şaxên din, xwe berdidine wan du şaxên bingehîn yên felsefeyê. Şaxên din yên felsefeyê herçuqasî bo felsefeyê girîng bin jî; pirsên ku bi heyîn, xwezaya heyînê û awayê zanîna me ya heyînan re têkildar in, ji hêla mantiqî ve ji pirsên din girîngtir in. 

Bêguman, dibe ku ti caran em ê nikaribin bersivên çend pirsên ku ji bo me girîng in bi dest bixin. Lê, di pêşiyê de em bi vê yekê nizanin. Ji ber vê yekê jî, ti caran divê em dev ji pirsên xwe bernedin û di lêgerîna bersivan de, xwedîbiryar bin.

Di dema lêgerîna bersivan de, heke em bigihêjin wê baweriyê ku bersiva pirsa me tune û sebebên vê yekê yên xurt hene, wê demê divê em rêyeka lihevkirinê peyda bikin. Mîna hemû encamên felsefeyê, divê ev encam jî xwe bispêre sebebên xurt û saxlem. Ji ber baweriya xwe yan ji sedemên din yên cihêreng, divê em hema di cih de qîma xwe bi encamê neynin û divê em bizanibin, ka em çima jê bawer dikin. 

Ji bo felsefeyê, pêşengiya aqil pêwîstiyek jêneger e û ev yek, taybetmendiyekê felsefeyê ya xweser e. Taybetmendiya ku felsefeyê ji dîn û hunerê cihê dike jî, ev e. Di mijarên olî/dînî de carinan serî li aqil bidin jî, em dizanin ku di mijarên olî de rola wehî, ayîn/dêlindêz, bawerî û stûxwarkirinê gelekî mezin e û aqil jî, di vê rêyê de nikare herdem rêhevaltiya mirovan bike. 

Hunermendên afirander jî, mîna fîlozofan bi temamî di lêgerîna heqîqetê de ne û dixwazin wan rastiyên veşartî, yên ku li pişt tiştan in bibînin û bi awayekî kûr, têbigihêjine jiyana mirovî. Belam awayê diyarkirina fikrên wan, ji ya fîlozofan cihê ye. Xebatên wan ji peyitandineke aqlî zêdetir, xwe dispêrin têgîhanan û ferasetê.  

Di navbera felsefe û zanistê de jî, sînorekî cihêreng li ser kar e. Zanyar jî, mîna fîlozof û hunermendan, daketine lêgerîna heqîqetê. Ji ber vê çendê jî dixwazin ku derheqê gerdûn, dinya, xweza û jiyana me de xwe bigihînin vedîtinên nû, ji wan vedîtinan wateyên/şiroveyên nû bi dest bixin û ji bo me wan eşkere bikin.

Mîna fîlozofan, zanyar jî hewl didin ku ramanên wan beriya her tiştî aqlî bin û xwe bispêrin aqil. Mîna fîlozofan, ev yek ji bo wan jî metirsiyeke mezin e. Belam, pirsên zanyaran xwe dispêrin ezmûn û çavdêriyan û pirsên bi vî rengî ne. Lê em dizanin ku em bi riya tu ezmûn yan çavdêriyan, nikarin pê bizanibin ka destpêk yan dawiyeka demê/zemanê heye yan na. Herweha, ezmûn û çavdêrî, nikarin ji me re bibêjin ka çi <rast e> yan jî <ne rast e.> Herçuqasî pirsên bi vî rengî ji bo deranên aqilane guncan bin jî, ji ber ku ne li gorî rê û rêbazên zanistî ne (ezmûn û çavdêrî) pirsên felsefîk in û li benda bersivandina fîlozofa ne, mîrateya wan e.  

Dîsa gelek girîng e ku mirov bizanibe di navbera felsefe, zanist û hunerê de, dubendiyek/lihevnekirinek jî heye. Di nêrîna ewilî de, mirov gelek hêlên wan yên hevpar dibîne. Lê di rastiya xwe de çawa ku dê em ê di vê kitêbê de nîşan bidin, zanist ji felsefeyê derketiye. Diya zanistê, felsefe ye. Cîhana ku felsefe, zanist û huner lê vedikole, heman cîhan e. Her sê jî, bala xwe didine wê nepeniya hebûna dinyayê û nepeniya hebûna mirovî û dixwazin ku bi awayekî kûr têbigihêjinê. Her sê jî, ji best û rexneyê, sûd werdigirin. Her sê jî, ji bo dîtina mirovan encamên xwe eşkere dikin.

Belam ji ber ku rê û rêbazên wan cihê ne, kesên ku bang li wan dikin jî mirovên cihêreng in. Ligel vê yekê, lêkolîna zanayî û jiyana mirovî, eşkerekirina tiştên nepen û ji bo têgihiştina hemû mirovan sererastkirina encamên ku têne bidestxistin, armanca wan ya hevpar e. Her sê jî, hevdu dewlemend dikin. Mirovê kamil/gihiştî, bala xwe dide her sê waran jî û nikare beyî wan bijî. Felsefe jî, yek ji wan tiştên qîmetdar yên mirovahiyê ye û mirov dikare bibêje ku siberoja wê, dê ji rabirdûya wê dewlemendtir be.      

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

10.10.2014 

jêder  

1- Destpêka Felsefeyê. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost. 

Bersivekê binivîsin