Bandora Felsefeya Zerdeştî

Bandora Felsefeya Zerdeştî

Bandora Felsefeya Zerdeştî 

Li gor fikra min û herwiha fikra gelek zanyar û dîroknasan, Zerdeştî ji olekê wêdetir felsefeyek e. Felsefeyek jiyanê ye. Jiyanek ku hurmetê ji xwezayê û hemû zindî û sewalan re xuya dike. Pîrozbahiya agir û rojê jî perçeyeke vê nêzîkatiyê ye, perçeyeke vê felsefêyê ye.

Fîlozofên yûnanî û herwiha fîlozofên navdar ê fransî Voltaires jî Zerdeşt wekî kesekî ronak didîtin û bilêv dikirin. Ji ber ku Zerdeşt cara yekem ji olê zêdetir jiyanek ku bi xwezayê re ne nakok derxistibû holê û diparast. Mirov divê hawîrdora xwe mîna mala xwe paqij bihêle û nehêle ku xweza û herwiha mêzîna xwezayê xera bibe. Wisa xuyaye ku Zerdeşt, xetereya hilweşîna mêzîna xwezayê, gelekî zû dîtiye. 

Roja ku jiyanê dide hemû mirovan, dihêle ku mirov zindî bimîne û kevneşopiya zindîbûnê bidomîne, di Zerdeştiyê de li ser her tiştî ye. Ew kaniya hemû jiyanê ye. Bi Rojê re jiyan hiltê, dewlemend dibe û berdewam dike. Herwiha ji bo xwezayê jî û mêzîna xwezayê jî, Roj ji her tiştî girîngtir e. 

Hemû tiştê ku em derheqê ol û felsefeya Zerdeştî de dizanin, ji pirtûka pîroz Avesta hatiye. Li gora tê gotin ku ev nivîsên li ser eyarê pezkovî û xezalan hatiye neqişandin gelek ji wan, di demên cûr be cûr de hatiye dizîn û hatine talkirin ango şewitandin. Ji bo wê jî ti kes bi berfirehî di derheqê Zerdeştiyê de nikare şîroveyên berfireh bike. Lê ew eyarên ku bi dest ketine gelek agahiyan didin me. Gelek zanayiyên/fikrên nakok, derheqê rojbûna Zerdeşt de hene. Lê li gora Kurdan ew B.Z. (Berî Zayînê) di sala 700 de jiyaye. Hin kes dibêjin B.Z. 1000 û hin kes jî B.Z. 1800 sal. Lê Kurdan wextê ku jiyaye ango wextê ku ji dayikbûye mîna destpêka Salnameya Kurdî destnîşan kirine. Niha jî Salnameya Kurdî di sala 2715 deye. Ji ber vê yekê û li gora fikra min, a girîng ev dîrok e. Li nava cîhanê Zerdeşt bi nav û deng bû, ji ber ku gelek nivîskar û pispor li ser lêkolîn kirin. Herî dawî jî fîlozof û felsefevanê elmanî ê navdar Friedrich Nietzsche li ser jiyan û felsefeya Zerdeştî nivîsandiye. Mixabin divê ku were gotin, ku Zerdeşt di gelek nivîs û tomarkirinan de mîna Farisekî tê bilêvkirin. Ev jî mîna gelek bûyerên din dihêle ku Kurd di nava dîrokê de wenda bibin. Dîroka ku li Mezepotamya ku Kurdan û Farisan bi hevre avakiriye û împaratoriya ku nêviyê cîhanê bi dest xistiye, tenê di bin navê Farisan de tê naskirin. Herçiqas zêde eleqeya van herdû mijaran bi hevre tunebe jî, dîsa jî girîng ku mirov bilêv bike, bê çima Kurd wisa di nava dîrokê de wenda bûne? 

Ku em mijara xwe ol û felsefeya Zerdeştiyê berdewam bikin, divê meriv bahsa Ahûra Mazda jî bike. Ahûra Mazda Xwedayê ku hemû cîhanê ye û jiyanê ava kiriye. Herwiha du rihên ku cêwîn e hene. Yek ji wan, rihê hemû başiya (Spenta Manyû) ye û yek ji wan jî rihê hemû xirabiya (Angra Manyû) ye. Ev herdû rih bi hevûdu re cêwîn e û bi wan re hemû cîhan çêbûye. Bi gotinek din, dema cîhan çêbûye başî û xirabî jî pêre çêbûne. Ji bo ku ev rihê baş bi ser bikeve û cîhan <baş> bibe, divê hemû mirov hinek zagonan pêk bînin. Sê zagonên bingehîn yên Felsefeya Zerdeştî hene; fikrên baş, gotinên baş û kirinên baş. Dema ku mirov van her sê zagonên bingehîn pêk bînin, dê <Spenta Manyû> bi ser bikeve û ew ê Roj tîrêjên xwe li cîhanê belav bike. Bi gotinek din, du rê li himber mirovan hene: yan dê mirov nefret bike û cîhanê tarî bike, yan jî ew ê bibexşîne (efû bike) û cîhanê ronî bike. Bi pêkanîna van her sê zagonan û dilfrehiya xwe, her mirovek dikare piştgiriya Ahûra Mazda bike û hewl bide ku ku cîhan hineke din ronî bibe. Ahûra Mazda bi ti awayî zextan û zagonan li ser mirovan ferz nake. Dibêje mirov bi dilfrehiya xwe û bi bîr û baweriya xwe dê <Riya Ronahiyê> hilbijêre. Na, heke ku mirov berê xwe bide tariyê, ew ê Ehrîman bi ser bikeve û cîhan di nava tariyê de wenda bibe. 

Wisa xuyaye ku dîroka Kurdan bi destên Ehrîmanan hatiye nivîsandin û herdem dijminên wan pişta xwe daye tariyê. Ji ber ku navê Kurdan di dîrokê de herdem di tariyê de maye… 

Mabesta vê nivîsa min ew bû, ku em balê bidin ser aliyên felsefîk ên baweriya Zerdeştiyê. Ji ber ku jiyanek hevpar ya bi xwezayê re aşt û hurmetgirtina ji hawîrdorê re, hîna li Welatê Agir û Rojê Beriya Zayînê jî weke pîroziyekê dihate bilêvkirin. Girîngiya xweza û hawîrdorê hîna ji aliyên fîlozofên cîhanî ve di sedsalên 1700 (P.Z.) tê nîqaş kirin. <Kiryara Rast> li gor Zerdeştiyê jiyanek bê nakok bi rêzgirtina xweza û hawîrdora mirovî, pêk tê. Heke meriv karibe li ser vê bingehê tevbigere, dibe ku axa pîroz a Mezopotamyayê ji nû ve bi rengê xwezayê bixemile. 

Siyamed Sîpan Ugurlu

siyamend@hotmail.com

10.04.2015

 

Bersivekê binivîsin