Bakteriya Salmonella Tûmorê Tune Dike

Bakteriya Salmonella Tûmorê Tune Dike

Zanyarên ji Komara Koreyê (Koreya Başûr) bi veguherandina genetîka salmonellayê, tunekirina tûmorên nexweşiya kula heftpençeyê pêk anîn. Salmonella ku cureyek ji cureyên malbata bakteriyan e, ne tenê tunekirina tûmorê, her wiha ziyanê nagihîne şaneyên din û xurtkirina muafiyeta mirov ya li hember şaneyên nexweş û ziyan dîtî, pêk tîne. Rêveberê lêkolînê ji Zanîngeha Chonnamê, Jin Hai Zheng e.

Bi vê xebatê bakteriya salmonellayê ku mirov bi xwarinê pê nexweş dikeve û ji ber vê jî pê tê nasîn û deng daye, ji taybetmendiyên xwe taybetmendiyeke erênî jî eşkere dike. Lêkolîner ji testên li ser mişkan, encameke pirr girîng bidest xistine. Bakteriyên salmonella ku veguherandina genetîkê pêk hatine, berê xwe didin şûnên tûmorê û li ser tûmorê dixebitin, bandora tûmorê kêm dikin û tune dikin.

Dîsa şaneyên nexweş û ziyan dîtî destnîşan dikin, pê re hişyariyê didin muafiyeta mirov da ku êrîşê bibe li ser şaneyên nexweş û ziyan dîtî. Zheng wiha dibêje; “Bakteriyên salmonellayê karê xwe bi awayeke rêkûpêk û bandoreke giran li ser tunekirina tûmorên mişkan pêk anîne, û him di dema pêkanîna karê xwe de û him jî piştî pêkanîna karê xwe, em qet rastî şopa toksînê/jehrînê nehatin.”

Heval û hevkarên Zheng ji ber vedîtina wî ya girîng, kêfxweşiyên xwe diyar kirine. Profesor Kevin Harringtonê ji Enstitûya lêkolînên li ser Kula heftpençeyê ya li Londonê ye wiha dibêje; “Em ji berê ve dizanin ku hin cureyên bakteriyan dikarin di tûmorê rû bidin û li wir xwe xurt bikin. Lêbelê xebatên li ser sûdwergirtina ji bakteriyan û li hember tûmorê ne ewqas serkeftî bûn. Zheng karekî pirr xweşik û girîng pêk aniye.

Metîn Eser

Çavkanî: Science Translational Medicine

Bersivekê binivîsin