Dawî...

Destpêk > Felsefe > Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran (2)

Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran (2)
Parvebike!

Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran (2) 

         Di nivîsa beriya vê de me gotibû ku hewla serwextbûna ji Xweda dê tu carî nebibe temasek rasterast bi xweberiya wî re. Çimku ramana ku têgihîştina Xweda têde ye, ew çalakiya zêhnî ye, ku navenda wê ya jê û pê rabûnê dîsa mirov bixwe ye wek kirdeyê hilgirê vê ramanê. Lewma ev çalakiya zêhnî ya di navbera ”yê digere” û ”yê lê dihêt gerîn de” bi bêgavî dê di bin dîyarkariya/determînasyona ”yê digere” de pêk were. Ji ber vî qasî, ji ber ku hebûna Xweda li ser tevahiya heyînên mayî dagirtinek gerdûnî ye, hemû daraz û têgihîştinên ku dê ji vê çalakiya zêhnî derbikevin di dawiya dawî de dê bibin zen û spekulasyonên kirdeyê. Bi îhtîmalek mezin tam jî ji ber vê sedemê ye hewlên serwextbûna ji Xweda  bi navê pûtan ( Lat) hatiye pênasekirin.

Baş e, ferestebûna ji vê çeqûberê heye gelo? Her çi qas ji bo tesewûfê derketina ji vê çeqûberê exlebe girêdayî be jî bi encamek taybet a ku di dawiya ”seyr û silûk”ê de lê dihêt gihîştin, lê li vir ji bo me ya girîng ew e em bibînin ka Feqî çi çareseriyê hiziriye ji vê pirsgirêkê re. Bi hizra min, Feqî ramanên xwe yên ji bo çareseriya rizgarbûna ji vê çeqûberê di serpêhatiya Şêxê  Sen’anî de  haniye zimên. Feqî Şêxê Sen’anîyê ku gîyana wî di cîhana maddî de asêbûyî maye digihîne hezkiriya wî û bi vê gihîştinê ve jî dikuje. 

Fikirîm neqşê bêzewal

Hal bê mecaz nahêt bal…

Leş qefes e sindûqek e

Qelban xere d me’şûqek e

Hemyan divê we’hdanetê

Li vir dîyar e ku Feqî hebûna mirovî wek pêvajoya heyîbûnek  li derveyê wehdanetê  dibîne û peywira rasteqîn û bingehîn a vê heyîbûnê weha îfade kiriye: «Hemyan (her heyîn) mirad (amanc gihîştina) eslê xwe ye». (Li vir dê kêrhatî be heke em konsepta ”Geîst”a Hegel bihînin bîra xwe, lewma em dê dû re li ser vê mijarê rawestin ). 

Şûşeya nûra cesed lê

Dergeha muhra E’hed lê

Eks û nîşana Semed lê…

Şêx gote wan hûn zakir in

Guhdarî ilmê zahir in

Çirra ji me’bûd nakirin…

Perde dirrandin zahirî

Geh dikenî, geh digirî

Dîn kir keça sîma perî..

Halê li şêx re’hmanî ye

Da hûn mebên nefsanî ye

Wî yek dîye, yek zaniye

Dîn kir meya we’hdanetê

Li hi’dreta hev nagirin

Li ber surrê na sebirin

Herdu bi hevra dimirin

Li wê gîhane wesletê

Bêguman ev ”mirina ku bi gihîştina cotpara xwe ve pêk dihê” her çi qas bi bedenî û fîzikî be jî, mirinek ku ji ber sedemên bîyolojîk û fîzîkî diqewime nîne. Divê ev mirin ji fenomenek ku di cîhana maddî de rûdide zêdetir wek qewimînek metafîzîkî, wek halek taybet a ku di dîmena pêşveçûnek şuûrî de lê dihêt gihîştin were dîtin. Lewma derbarê mirina Zunnûnê Misrê de Ibnê Erebî, ku di tesewûfê de wek şêxê Ekber hatiye binavkirin, dibêje hatiye gotin ku dema  Zunnûn miriye, li ser gora wî bi nivîsek ne ji rêzê ve hatiye nivîsandin: «Zunnûn ji ber îştiyaqa xwe yanî ji ber kesera gihîştina bal Xwedê mir», û Ibnê Erebî li ser mijara mirina bi vê teherê bi berdewamî di cîhek din de weha dibêje: Bêguman ji her parçe û zerreyên ”hebûn”ê qasî minasipbûna min ji min re jî hatiye dayînê. Gava ku ez xwe ji van bibim û bihilsimitînim li para bi tenê sirrek Rebbanî dimîne. Û ji ber ku hebûnek min a xwerû û aydê min tune ye, vêga ev sirr difitile  nav meqamê xwe… û bi vî hawayî heyîbûn, hem  ji bo me hem ji bo xwe, bi tenê bi xwe ve peyda dibe…

Orhan Agirî 

19.04.2014 

Nivis dê bidome

Jêder

1- Bir Sûffî’nin Portresi, Ibnê Erebî

2– Tasavvuf ve Tarikatlat, Dr. Selçuk Eraydin

3- Dîwana Feqiyê Teyran, Seîd Dêreşî

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 


Nûkirina Dawî : 19 Apr 2014 16:10

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)