Author: Mûrad Dildar

Mûrad Dildar nivîskar û çîroknûsê kurd e. Di sala 1986an de li Diyarbekirê, li gundê Elîparê hatiye dinyayê. Dibistana pêşîn û lîseyê li Diyarbekirê xelas kiriye. Li zanîngehê li ser felsefeyê xwend. Heta niha du berhemên wî yên ji bo zarokan hatine çapkirin. Ji bilî çîrokên zarokan çarînan jî dinivîse û çarîn û çîrokên wî di kovara Nûbiharê û di malpera Kulturnameyê de her weha nivîsên wî yên li ser felsefeyê jî li malpera Felsefevanê belav bûne. Mûrad Dildar vê gavê li ser Felsefeyê perwerdehiya masterê dibîne.