Arvanê Ceh û Herakleîtos
Arvanê Ceh û Herakleîtos…
Gelê Herakleîtos rojekî jê daxwaz dike, ku derkeve ser dikê û ji wan re ramanên xwe vebêje.
Herakleîtos derketiye ser dikê û ji ava ku li berê amade kirine berdaxek av tije dike, hinek arvanê ceh tevlî avê dike û wê avê vedixwe. Piştra jî, ji ser dikê tê xwarê û bi riya xwe ve diçe.
Piştî çûna wî xelkê gotiye ku, Herakleîtos xwestiye vê yekê vebêje.
“Qiymeta tiştên di destê xwe de bizanibin û qeneeta xwe bi wan bînin. Hege hûn li tiştên giranbiha negerin û li pey wan nebezin; wê hûnê herdem bextewar bin û di nav aştiyê de bimînin…
Ali Gurdilî
info@felsefevan.org
Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…