Armanca Rêwîtıyên Xellacî

Armanca Rêwîtıyên Xellacî

Armanca Rêwîtıyên Xellacî     

Neyarekî Hallacî bi navê Sûlî gotiye ku, “Hallac li ku derê mirovekî dibîne, xwe dike mîna wî, an xwe mîna wî nîşan dide. Hege li bajarekî Mutezîle xurt û xwedî desthilat be,  Hallac xwe dike Mutezîlî. Li bajarê din jî, dibe aligirê mezhebekê din.”

Di cîhana Îslamî de hê ji destpêkê ve, di navbera mezhep û nêrînên cuda de dijminatî dest pê kiribû. Ji bona mirovekî mîlîtan û bawerhişk, têkilîdanîna beşdarên mezhebekê din, ji bilî bêmurwetiyê ne tu tişt e. Heçku bi hemû mezhep û nêrînan re têkilîdanîn, helwestekê însanî ye.

Ji ber vê çendê: Çewtiyekê mezin e ku mirov ji Hallac re bibêje ew mirovekî bêmurwet an derewkar e.

Ji bona ku ew, nêrînên xwe bikaribe ji wan re bibêje û fêrî wan bike, ewî bi zanebûn di nav çerçoweya nêrîna wan de nêzîkahî li wan kiriye. Îro jî; ji “ehlê sinetê” bigirin, heta “şîayê” û heta Êzîdiyan, hemû bi raman û nêrînên Hallacvan dizanin û heta astekî ramanên wî dipejirînin jî. Ev yek bi alikariya vê berbiçûnê çêbû ye.

Li hêla din jî; Hallac ji her berbiçûnekê cewaz,tiştekî nû fêr bûye û wan zanayiyên nû jî li dazanîna xwe zêde kiriye.

Wek mînak: ji aligirên “ehlê sinetê” hedîsan fer bûye û van hedîsan di xebatên xwe de (yên li ser gotinên pêxember) bikaranî ye.

Herwiha ji îmamiyan, fêrî têgeha hiqûq û edaletê bûye. Û ji Mutezileyan jî; fêrî giringiya eqil û mentîqê (vacê) bûye .Ji bilî van; ji “dâî karmatan” jî, fêrî têgeha nêrîna gerdûnî bûye.

Li gor nêrîna “daî karmatan”; dîn û nîjada insanan çî be bila be, ji bona aşîtiyekê gerdûnî û jiyanekê baş û aramî, hemû insan xwedî maf in û hemû insanên baş bihuştî ne.

Humanîzma Hallac, ji vê “dâî felsefeyê” tê û pişta xwe daye vê felsefeyê…    

Abdullah bîn Tahîr ji bona HallacVAN wiha dibêje: “Rojekî, ez ji cihûyekî aciz bûm û min jêre got “kûçik.” Tam jî di vê demê de, Hallac  vê gotina min bihîst û ji min re wiha got: “Nehêle ku ew kûçikê di nava tede ye bireyî, bila ew kûçik dengê xwe dernexe. Devê wî dade.”

Piştî gotina wî; min hema xwe bi serhev ve da û ji cihû, bexşandina xwe xwest.”

Piştî demekê Hallac ji min re wiha got: “Lawê min! Mirov ola xwe, bi daxwaza xwe hilnabijêrin. Bi vê yekê re jî; ola cihûyan, misilman û filehan jî heq in. Ev hersê dîn jî; dînên heq in. Armanca wan yek e, lê navê wan cuda ye.” Û bi vî terhî, gellek şîretan li min kir.

Piştra jî wiha got: “Ez li danasîna baweriyên olî geriyam û ez gihaştim vê encamê: yek hêmanek tenê û dareka gellek bi çiqul. Ji bona çiqula xwe, zor nede tu kesî. Lewra bi tenê çiqulek ji bona nîşandanayekkeriya gerdûnî ne bes e û heta, asteng e jî.”   

Hallac di nivîsên xwe de, vê nêrînê bikaraniye û gotiye ku: “Di riya xwedê de birêveçûn zor e, zehmet e. Ancax kêm insan, dikarin vê zehmetiyê bikşînin. Ev rê, çavdêriya qaînatê û xwesteka gihiştina zanistê ye.

Ev rê, riya mirovên xwedî hêz û xoşewîsta ye. Yên ku pêşiya xwe dibînin, ev riya wan e. Pêvajoyekê pirr bi dijmin, pirr bi asteng û pirr dirêj e. Kî be, bila be, azina wî çawa be bila be, yên ku ji bona vê rê yê serî danîne, wê di encamê de bigihêjin bihuştê.” (1)    

“Ez li ser hemû ol an, kûr kûr fikirîm û min li ser wan lêkolînan çêkir. Min dît ku ew hemû li ser xîmekî esasî her yek beşek in. Qet nebe, ku tu ji kesî re li olekî bigerî. Lewra di xebataka wiha de, ji hîmê zexim dûrketin heye.

Dev jê berde, bila herkes hîmekî naguher bibîne ji xwe re. Yekû yekû, bila ji xwe re bilindahî û wateyan jê derxe.” (2)      

Di dewra Hallac de şarsaniyeta îslamê, ji şarsaniyeta rojava gellek pêşdetir bû.

Lewra rojava ancax piştî dawiya heyama navîn gihêjtiye vê mertebeyê. Herwiha mirov dikare bibêje ku, di vê demê de şarsaniyeta îslamê ronesansa xwe dijiya.

Lewra, hemû klasîkên Yewnan û Latîn, hatibûn wergerandin. Û di zanistgeha HARRANÊ de, zilamên zanist yên fileh, paîen, nesturî û manikheen; hemû klasîkên çanda gerdûnî wergerandibûn zimanê Erebî.

Di pergala çanda dewlemend de: bi saya berhemên nû, berbiçûnên nû û lihevhatinên nû derketine holê. Wek mînak; ekola Rihayê (Urfa) helwista Neo-Platonî pejirandibû…

Lêbelê, rewşenbîrên wan bajarên ku sanayî lê xurt bû; wek Kûfe, Basra, Bexda, Şam, Kahîre, Rey, Îsfehan û Nîşapur, aligirên doktrînekê şoreşger ya şîayê bûn.

Li Besrayê jî; beşa “sûnnî” di nava rasyonalîzmekê hişk (naguher) de bû. Beşek ji rewşenbîrên Kûfê, (ku ew jî ji eslê xwe ve manikheen bûn) bi xebatên stêrnasî û ezmannasiyê, li pey naskirina gerdûnê û Xwedê bûn.

Dilêrîna Arîsto ya mentîq û zanistê, hemû rewşenbîran xistibû bin bandûra xwe. Rewşenbîran xebatên xwe, li ser du dêarmancan rûniştandibûn. Bi riya naskirina heqîqetê gihiştina pakijî û zelalkirina rih û gihiştina formîla dewleta îdeal.

Armanca yekemîn: îdeela xwendegeha felsefeya Stoa bû, ya duyemîn jî; rûçikê felsefeya antîq Yewnan ya hevpar bû.     

Herkes girêdayê xwendegehekê (ekolê) bû. Ancax fîlozofên serbixwe jî hebûn, ku Hallac yek ji wan fîlozofan e. Hallac di mentîqê de piştgirê Arîsto ye û çar dêsedem û deh qategoriyên di eqil de yên Arîsto, ji aliyê Hallac ve hatiye pejirandin.

Ji xwe re gotiye “Nâmûsî” (di zimanê Grekî de nomos, tê wateya zagonê) û bi vê binavkirinê jî, nîzîkbûna xwe û Sokrates raxistiye holê. (3)

Xwe binavkirina xwedê ya bi gotina “Enel heq” re jî; rûçikên berbiçûnên cewaz pejirandiye.

Li gorî nêrîna wî: Xwedê ne tenê ji wan notuneh (99) rûçikan yek tenê ye. Ew sedemên sedema ye û heqîqet e.

Herçixas dilêrîneka xwedê ya “Panteîst” pejirandibe jî; lê dîsa jî ramana xwedê li derveyî gerdûnê, li derveyî dem û li derveyî war, hizir kiriye û bi vê nêrîna xwe jî; nêzîkê Platon bûye. Dixweyî ku Hallacvan; bi temamî lihevhatinî ye.

Di gerên xwe de: naskirina berbiçûnên cihêreng, bandûrekê lihevhatiniyê lê kiriye.

Belam li ser wateya peyva “Enel Heq” jî guftegoyek xwiya dike: Li gorî hemwelatiyên Massignon, Louis Gadret; wateya “Enel Heq” , “JE SUİS DİEU” ye. Ango, “Ez Xwedê me.” ye.

Lê Yaşar Nuri, vê yekê napejirîne û dibêje ku: “Wûşeya Heq, ji “Esmâul Hüsna” yek e. (Ango ji navên Xwedê yek e.)

Hallac gotiye Enel Heq. Ne gotiye “Enellah. ” Ango ne gotiye ez Xwedê me. (4)    

Hallacvan felsefeya Antîk Yewnan, ji Thâbit îbn Kura (ku ev zilam zanayekî ji Saba û Paîen bû) fêr bûye. Ancax, Hallac di pergala “Antîmîstîk” de pirr nemaye.

Di eslê xwe de jî ev Paînên Sabayî yên ku li Bexdayê bi ilmê sîmyayê mijûlbûn, e van şopekê girîng li ser Hallac ne hiştine. Lewra ew bi sehrê mijûlbûn û ji sûfiyên mîstîk hez nedikirin.   

Zimanê Hallacvan, zor û razî ye. Şîîyên li Horasan û Talakhanê û razdariyên karmatî, li ser hebûna vî zimanê wî xwedî bandûr in…

Şîîyên karmatî li gorî hesabekî xwe yê xas; wisa bawer dikin ku, piştî xweveşartina îmamê dûwazdemîn, ( 12. ) piştî sêsedûneh salan (309) wê ev îmam were û wê ev îmam bibe Hz. Îsa û wê wisa were. Di baweriya Hallac de jî; îmamê 12. û Hz. Îsa mîna hevin û bi Navê “Nehrevanê gerdûnî” hatine binavkirin. (5)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanîyên Vê Beşê

1) Louis Massıgnon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar- ı Mansur- Weş: Ant. Rûpel: 30- 31

2) Prof. Dr. Yaşar Nuri Öztürk. Hallac- ı Mansûr û berhema wî. Şehîdê eşq û heqê. Weşanên Yeni Boyut. Çapa çaremîn. R:: 401.

3) Dar- ı Mansûr. Rûpel: 32.

4) Hallac- ı Mansûr û berhema wî. Rûpel: 159.

5) Dar- ı Mansûr. Rûpel: 33- 34

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Ev nîvîsar, beşa 3 an ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî )

Bawerhişk : Tutucu, bağnaz.

Bêmurwetî : Kişiliksizlik.

Dazanîn : Öğreti, kuram.

Bihuştî : Cennetlik.

Çiqul : Dal. Ağacın gövdesinden ayrılan kollardan her biri.

Yekkeriya Gerdûnî : Evrensel bütünlük.

Azin : Yöntem.

Dewlemend : Zengin.

Helwist : Tutum

Şoreşger : Devrimci.

Dêarmanc : Ana amaç.

Hevpar : Ortak

Serbixwe : Bağımsız.

Dêsedem : Ana sebep.

Lihevhatinî : Bağdaşımcı.

Şop : İz

Nehrevanê gerdûnî : Evrensel tanık.

Têgeh : Kavram

Hêman : İlke.

Pêvajo : Süreç

Rojava : Batı

Heyama Navîn : Orta çağ

Dilêrî : Anlayış.

Razî : Gizemsel, gizemle ilgili, mîstîk.

Razdarî : Gizemcilik, mîstîsîzm.

Bandûr : Etki.

 

Bersivekê binivîsin