Arîsto û Rasyonalîzm (2)

Arîsto û Rasyonalîzm (2)

ARÎSTO Û RASYONALÎZM -2-

DI NÊRÎNA ARÎSTO DE RAMYARÎ

Ên ku dewlet damezirandine ên herî xêrxwaz in. Ji ber ku gava zagon tune bin, mirov heywanê herî ne baş in. Li gorî Arîsto, jiyan-dina herî baş dewlet e, ango di jiyanê de pergala jiyan-dinê de dewlet ya herî baş e. Arîsto dibêje, hin kes ji welidandina xwe de mîna hêsîran tên dinyê yanê hin kes ji zikmakî hêsîr-kole diafirin. Hin kes jî ji bo rêveberiyê-rêxistinê afirîne, divê hin kes hêsîr bin, hin kes jî rêveber-rêxistvan bin. Arîsto, herbê mîna rêxistina sêwirandinekê dibîne, yanê herb-şerr ji bo rêxistinê hatiye sêwirandin. Ên ku serê xwe li ber ên hember natewinin, dibe sedemê şerr-pevçûn û herbê, ev tiştekî dadmendî ye. Sedemên herban wilo dest pê dikin, paşê jî ên têk diçin dibin hêsîr, ên serdikevin dibin desthilatdar. 

                               MURABAHA Û CIHÛYAN

Murrabaha, tê wateya tu bi selefî pereyan bide hin kesan.

Arîsto, di warê dewletê de ango Utopîa’ya Platonî têra xwe rexne dike. Dibêje Platon gelek heq daye destê dewletê, divê gerek hinek heq bida şexsan jî. Yanê li gorî Platon hemû mirovên xwe gihiştibe asta lawtiyê, ew lawnan dibe ên hemû bavan. Arîsto berovajî vî tiştî difikire, dibêje heger hemû bav, bavên hemû zarokan bin, an jî hemû zarok lawê hemû bavan bin, ev tişt ew ê bibe pirsgirêkên gelekî mezin. Ew ê hêza hezkirinê kêm bike, heta ji ber vî tiştî dibe ku di pêşerojê de togitî-fihûş pêk were, bi kurtasî Arîsto li hember komînîzma Platonî der tê. Komunîzma Platon di dewleta xwe de qal dike an jî a ku afirandiye divê ew ê tevlîheviyê bi xwe’r bizeyîne. Herkes bi karê xwe û bi serê xwe be çêtirîn e. Divê milkê herkesî taybet be, gava milk bibe tiştekî hevpar wê çaxê gengeşî-niqaş û pevçûnê der bide. Heger milk taybet bin, ew ê başiyê û hestên başiyê bixwe’r bizeyîne. Ji ber ku ev milk ew ê ji bo gel bên bikaranîn, ev jî dibe sedema başiyê û hestên başiyê. Arîsto bixwe jî ji wekheviyê bawer nake.

Li gorî Arîsto sê celebên rêveberiyên baş hene

  • Keyperestî-Monarşîzm
  • Rêveberitiyên esîl-Arîstokratîzm
  • Rêvebertiya helwestî-Polîty

Û sê celebên rêvebertiyên nebaş hene

  • Tîranî
  • Rêvebertiya dewlemendan-Olîgarşî
  • Rêvebertiya gelan-Demokrasî

Li gorî Arîsto, di navbera rêvebertiya gel û a helwestî de cudahiyek heye, ew jî ehleq e. Belam ji bilî vê cûdahiyê tiştekî din jî heye ew jî ev e: Divê di hundirê rêvebirina helwestî de piçek hêmayên rêvebirina dewlemendiyan heye. Keyperestî, ji rêvebertiya esilan baştir e, ya esîlan jî ji ya helwestiyan baştir e. Gava ya herî baş bihelweşe-xera bibe, wê çaxe ên nebaş ew ê werin ser rêvebertiyê. Wê çaxê rêvebertiya despot-tîranî, ji a dewlemendan, a dewlemendan jî, ew ê ji rêvebertiya gelan bêtir xerabtir be. Li gorî hin rîwayetên hin bajaran divê Arîsto gotiye ez ê dijminê gel bim, heta ku ji destên min bê ez ê zirarê bidim wan. Arîsto di der heqê perwerdeyê jî wiha ve-dibêje: Divê perwerdeyî gerek ne ji bo sûdewergirtinê be, gerek ji bo dilpakiyê bê perwerdekirin.

                                   MANTIQA ARÎSTO

Di gelek warî de bandora Arîsto heye, di gelek warî de feylesofekî mezin tê hesibandin. Çawa Platon di metafizîkê de feylesofekî herî mezin be, Arîsto jî him di mentiqê, him jî di metafizîkê de, feylesofekî herî mezin e. Belam, gava Xiristiyan di sedsala 13’mîn di metafizîkê de serdikeve şûnde, paşê bi Rênesansê re êdî metafizîka Arîsto şûnde dimîne ango bandora xwe wenda dike, lê metiqa wî hê jî didome-didomiya. 

Arîsto, giringiyê dide sê xalan:

Di mentiqa arîsto de sê xalên girîng hene

  • Xala mezin
  • Xala biçûk
  • Pêderxistin (Yanê di pêşniyariyekê de gihiştina encamekê)

Mînakên ji ji bo xalên jorîn:

  • Hemû mirov dimirin ango tukes ne nemir in.-Xala mezin (tevahî)
  • Sokrates mirov e.-Xala biçûk (perçe)
  • Hemû Grekiyan ne nemir in-Pêderxistin (gihiştina tevahiyê)

Grekiyan ji feylesofên modern bêtir girîngî daye tumdengelîmê(deduksuyon-tehlil), heta çavkaniya wan li ser deduksuyonê rûdinê. Arîsto, bi qasî Platonî serê xwe bi deduksuyonê re neêşandiye, Arîsto serê xwe bi bi enduksiyonê (îstiqra) re êşandiye, lê wî jî têra xwe serê xwe bi deduksiyonê re êşandiye

                            DI ARÎSTO DE METAFIZÎK

Di felsefeya Grekiyan de roj-hîv Xweda ne, ji ber vê yekê jî kîjan feylesofan be ferq nake armanca Grekiyan feylesofan fêrî Xwedatiya roj-hîvê bikin. Dema Anaxagoras, digote vana ne zindî ne, di heman demên de Anaxagoras bê bawermen ango ji hêla olî ve hate tewanbarkirin û berî wî bi dadgehê vekirin. Li gorî Arîsto xwezaya tiştekî bi teolojiyê ve girêdayî be, hin tişt bi xêra xwezayê ye, hin tişt jî ji hin sedemên din çê dibin an jî diheyîne. Divê heywan, gîha û hin bireserên hêsan ‘’element’’ bi xêra xwezayê tên heyînandin. Li gorî Arîsto tiştekî-e ji hundirîn ve bizê, bilive û tevbigere, ango ji hundirîn bê û bi encam bibe ev tişt xwezayî ye.

                                      DEM-WEXT

Arîsto dibêje dem ji rabirdûyê-dahûtiyê afiriye-dameziriye. Ji ber vê sedemê rabirdû tune ye û dahûtû jî hîna çênebûyî-nehebûyî ye. Loma jî, Arîsto dema statîk napejirîne. Arîsto dibêje dem, wext, saet, roj û meh in. Dem hejmartin e. Livandin, tevger hebûye û ew ê hebe. Bê livandin dem nabe, ango ne pêkan e. Ji xêndî Platon herkes dibêje dem nehatiye afirandin û di vê baweriyê de ne. Belam, di vê derê de şopîngerên Arîsto ên Xiristiyan ji wî vediqetin ji ber ku divê di încîlê de qosmos-gerdûn ango dinya destpêkeke wê heye. Heke destpêk hebe ewçax dem ne ya bê ewilînî (ilksiz) û abadînî (sonsuz) ye.

                                   LI SER EZMANAN

Qosmos, ango rûzemîn ji çar elementan pêk tên agir, av, ax û hewa ne. Ji hêla hêmaya 5’an ev çar elementan derketinin holê. Yanê xêra elementa 5’an di rûzemînê de livandina xwezayê rastandinî (doğrusal) lê elementa 5’an ne rasteraste ew bi aweyekî gergerokî (donel) ango tam groverî (kuresel) ye. Heremên jor ji heremên jêr bêtir Xwedayî ne. Stêrk û gerstêrk ne ji agir in, ji elementa 5’an ne. Her çar hêmayên rûzemînê ne bê despêk-bêdawî ye, ji hevdu welidîne. Agir ji ber ku berê wî berjor ve ye, ji ber vê yekê teqez hêmayeke Ronahiyê ye. Ax, teqez giran e, hewa, kirdewarî û sivik e û av jî bi awayekî kirdewarî giran e.

           Galileo, gava ku dîte derb li hewa zîz dibe, parabolekê pêk tîne vê dîtina wî hemû şopîngerê û hevbeşên wî di şoqê de dimînin. Arîsto matmayî dimîne. Coppernicus, Kepler û Galilleo gotin erd ne navîna gerdûnê ye û li dora xwe rojê carekê û li dora rojê jî salê carekê dizîvire-digere. Ev fikr serê Încîlê û Arîsto gelekî mijûl kire, qebûlkirina vê fikrê gelekî serê wan êşan-mijûl kire, heta ev fikra bi Încîlê bê qebûl kirin tiştekî pirûpir dijwar bû. Livandina gergerokê (donel) Arîsto wekî tiştekî ‘’Xwezayî’’ dibîne. Lê li gorî zagonên Newtonî divê di navendê dehêzek hebe. Bi kurtasî stêrk û cismên li ezmanan ne bêdestpêke, ne bêdawî ne, yanê demek dirêj jiyana wan heye. Belam, ne bê dawî ne. Talî diteqin û dicemidin, Paşê ji holê radibin. Li dinyaya em têde dijîn ango ya rasteqîn-xuyayî de tu tişt ne statîk e, yanê timî guherandin û hilweşandin hene.

Çorê ARDA

10.08.16

Bersivekê binivîsin