Antîsthenes

Antîsthenes

Antîsthenes (B.Z.444-365) 

Berî Zayînê (B.Z) di navbera salên 444- 365 an de jiyaye. Damezranerê Xwendegeha Kinikê û damezranerê Kinîzmê ye. Antîsthenes fîlozofekî yewnanî ye. Di destpêkê de şagitetiya (suxte, telebe, xwendekar) Gorgîasê Sofîst û piştra jî, şagirdetiya Sokratesî kiriye. Piştî Sokrates, xwendegeha xwe ava kiriye û ya Sokrates, ji xwe re wek fîlozofê rêber dîtiye. Peyva Kinik ji peyva Kyonê tê, ku peyveke yewnanî ye. Li gor bîr û baweriya Antîsthenes; tiştê girîng, erdem e û erdem jî bi zanyariyê bi dest dikeve û rewşeka wisa ye ku mirov dikare bibêje ku ev rewş besî xwe ye. Mirov divê bikaribe xwe ji hemû pêdiviyan rizgar bike û bi tenê xwe bispêre xwe. Di vê xalê de azadî ji hemû pêdiviyan û ji gurzên civakî xwe rizgarkirin e. 

Di vê wateyê de ramanên Antîsthenes ên felsefi, rexnekirina nîrxên medeniyetê û nepejirandina wan diguncîne. Antîsthenes gelekî di bandora Gorgîas de maye û di felsefeya wî de mirov dibîne ku gelek şopên Sofîzmê hene. Di mijarên yekîtiya heyînê û nebesbûna danasînên me de, ramanên wî gelekî nêzîkê nêzîkayîtêdana Gorgîas e. Zanayî, peyvên binavkirina waneka (nesneyan) ne û darazên me jî, bi tenê kombûna van peyvan e. Di vê xalê de ramanên wî ji ramanên Platon cuda ne, ku Platon têgehan wek tiştên rasteqîn didît û zêdetir wek ramaneke Nomînalîst e. Armanca Jiyanê berxwîdarî “endaimonia” ye û ev yek jî, ancax bi erdemê pêk tê. Erdem jî, zanyarî ye. Ango, besbûna “ji xwe re ji xwe re” ya mirovan. 

Di vê wateyê de erdem, azadiya rih e an jî, azadiya ruhî (giyanî) ye. 

Tendûristî, delalî, navdarî, şeref û namûs tiştên çêkirî (ne xwezayî) ne û divê mirov bi guman nêzîkê wan bibe. Hebe hebe mirov dikare bibêje ku ancax dijberê van peyvan, di ramana ‘kinik’ de xwediyê wateyeke ne. Bêmilkbûn, bênavbûn, bêhewcedarî, dûrketina delkên civakî ên exlaqî, rê li azadiya mirov vedikin û wiha dikin ku mirov, pêdivî bi tu tiştî naynin û dikevine rewşeke besî xwe. Antîphenes di vê rexnekirina nirxî de, ne xwediyê nêzîkayîtêdaneke hedonîst (hezperest) de ye, beravajiya vê yekê; bertekên mezin nîşanê hedonîzmê dide. Lewra xweşî (kêf, hez) sedemê kolebûna mirov e. Ji bo armanca bextewariyê, erdem bi serê xwe tenê jî bes e û hewcedarî bi tu tiştekî din tune. Li gor Antîsthenes erdem, tunebûna xweşiyê û ji xwestekan xwerizgarkirin e. Fîlozofên Kinikî, rasterast dijberê hemû tiştên ku di jiyanê de bi kêrî tu tiştî nayên in û tu meyla wan li ser van tiştan tune. Ev helwest, van kiriye dijberê medeniyetê. Kinîst exlaqa heye, nîrxên civakî, ol, malbat û dewletê napejirînin û wan red dikin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin