Antîkoreke Pirr Xurt Hate Vedîtin

Antîkoreke Pirr Xurt Hate Vedîtin

Lêkolînerên Ewropayî yên ji çend saziyên cihêreng, antîkoreke pirr xurt vedîtin ku antîkor dikare vîrûsa zîkayê bêtesîr bike û rê li ber derzîkirinê veke. Lêkolînerên Ewropayî encamên lêkolîna xwe bi rêya kovara Natureê ragihandin.

Lêkolînerên ji Institut Pasteur ya li Parîsê, CNRS (Centre national de la recherche scientifique) û Imperial College ya li Londonê dema testên xwe yên li ezmûngehê pêk dianibûn, biserketin ku bi antîkorê vîrûsa dangê (nexweşiyeke şobayî) û herwiha vîrûsa zîkayê bêtesîr bikin. Lêkolîner wiha dibêjin; “Herçiqas her du vîrûs pirr bişibin hev jî (her du vîrûs ji malbata Flavivirusê (zerikî-ta) ne), em ne li benda encamên wiha balkêş û diyardar bûn.”

Ji lêkolîneke din yê lêkolînerên Ewropayî hate dîtin ku kesên bi vîrûsa dangê nexweş ketine dikaribûn bi hêsanî vîrûsa zîkayê jî werbigrin. Ev jî dê bikaribe giraniya vîrûsa zîkayê ya li başûrê Amerîkayê vebêje ku beşeke pirr mezin ji gelên li wir bi vîrûsa dangê nexweş ketine. Li seranserê cîhanê her sal 390 mîlyon kes bi vê vîrûsê nexweş dikeve.

Metîn Eser 

Çavkanî: BELGA

Bersivekê binivîsin