Anselmus

Anselmus

Anselmus (1033-1109)  

Anselmus nûnerekî sereke yê Skolastîkê yê, fileh e û di derheqê tevayîyan (tumelan) de rasteqînîya têgehan parastiye. Li gor nêrîna Anselmus têgehên tevayî, li derveyê hiş in û bi serê xwe hene. Pênebawerîya vê yekê, rê li lihevhatina ol û felsefeyê (ango, bawerî û aqil) digre. 

Çimku hêlên veşartî yên bawerîyê, encax bi rasteqînîya têgehan dikarin werin têgihiştin. Anselmus derheqê hebûna Xwedê de bi delîlê xwe yê ontolojîk hatiye nasîn. Bi hewlesta xwe ya ‘ji bo ku ez dixwazim fêhm dikim, ez bawer dikim.’ hatiye nasîn. 

Anselmus di babeta bawerî û aqil de jî, bawerî an jî îmanê girîngtir ditîye û  di babeta zanayî û desthilatdarîyê de jî, pêşengîyê daye desthilatdarîyê. 

Anselmus, şagirdê Papayê VII. bû û bi mamosteyê xwe re, mirov dikare bibêje ku zîndîtîyekê gihandiye dêra qatolîk. Bi eslê xwe Îtalyan e, di destpêkê de li bakûra Fransayê keşetîyê û piştra jî li Îngilîstanê serokatiya metranan (pîskopos) kiriye. Di sala 1109 an de hê ku li ser karê xwe bû, çûye ser dilovanîya xwe… 

Li gor bawerîya Anselmus felsefe:  ‘Hewl dana fêhmkirina bawerîpêanînê ye.’ 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin