Anaksîmenes Çima Hewayê Weke Madeya Resen Dibîne?

Anaksîmenes Çima Hewayê Weke Madeya Resen Dibîne?

Anaksîmenes Çima Hewayê Wek Dêmadeyê Dibîne?

Anaksîmenes, şagirtê Anaksîmandros e û ew jî, ji Enedolê ye. Di felsefeya Anaksîmenes de, cosmîk (arkhe, madeya pêşîn) dîsa dibe tiştekî sehekî ku ew jî hewa ye. Ango, hewa cosmîk e. Li gor vê felsefeyê: Hewa aperîon e û bêsînor e. Ev ramana hewayê, xwiya ye ku ji hizra hêmana zîndetiyê derketiye. Lewra hilmgirtin û bihîn, zindetiyê didin mirov û yekîtiya laşê mirov bi alikariya hewayê pêk tê.

1- Yekîtiya laşê mirov bi alikariya hewayê zindî dimîne, hewa dibe giyan û xwe dormedor li dinyayê dipêçe.

2- Hewa, hemû heyînan dixe bin bandûra xwe û dikeve nava wan.

3- Hewa, xwediyê rûçikên bigewşîn e, heta dawiyê li fezayê bela dibe û dilive.

4– Hewa xwe bi xwe ango bi serê xwe, xwediyê hêza xwe ye û ev hêz, di naveroka wê de veşartî ye. Tiştê ku cosmîkê diafirîne jî, hewa bi xwe ye.

5- Cosmîk, ji hewayê bi du şeklan diafirin:

a- Bi tîrbûnê “condensation”

b- Bi firkbûnê “Dilute”

Hewa, herdem bi van herdu maweyan dilive; tîrbûn mîna serma û firkbûn jî, mîna germê tê hesibandin. Lewra, hewa bi serê xwe xwiya nake. Belam, bi van herdu maweyan (pêvajoyan) re dibe agir û xwe wiha nîşanê me dide.

6- Tîrbûn, di destpêkê de dicemide û hişk dibe. Piştre, dibe av, ax, ewr û kevir.

Hasilê: Li gorî vê felsefeyê, cosmîkên gerdûnî di bingeha xwe de ji bilî hewayê ne tu tişt in.

Di vê felsefeyê de, ramanekê hêja heye ku ew jî ev e: Anaksîmenes, li ser hizra çêbûna hewayê rawestiya ye û cosmîkê, bi wesfê wê bi me daye nasandin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin