Anaksîmenes
Anaksîmenes, şagirtê Anaksîmandros e û ew jî, ji Enedolê ye. Di felsefeya Anaksîmenes de, cosmîk (arkhe, madeya pêşîn) dîsa dibe tiştekî sehekî ku ew jî hewa ye. Ango, hewa cosmîk e.
Li gor vê felsefeyê
Hewa aperîon e û bêsînor e. Ev ramana hewayê, xwiya ye ku ji hizra hêmana zîndetiyê derketiye. Lewra hilmgirtin û bihîn, zindetiyê didin mirov û yekîtiya laşê mirov bi alikariya hewayê pêk tê.
1- Yekîtiya laşê mirov bi alikariya hewayê zindî dimîne, hewa dibe giyan û xwe dormedor li dinyayê dipêçe.
2– Hewa, hemû heyînan dixe bin bandûra xwe û dikeve nava wan.
3- Hewa, xwediyê rûçikên bigewşîn e, heta dawiyê li fezayê bela dibe û dilive.
4- Hewa xwe bi xwe ango bi serê xwe, xwediyê hêza xwe ye û ev hêz, di naveroka wê de veşartî ye. Tiştê ku cosmîkê diafirîne jî, hewa bi xwe ye.
5- Cosmîk, ji hewayê bi du şeklan diafirin:
a) Bi tîrbûnê “condensation”
b) Bi firkbûnê “Dilute”
Hewa, herdem bi van herdu maweyan dilive; tîrbûn mîna serma û firkbûn jî, mîna germê tê hesibandin. Lewra, hewa bi serê xwe xwiya nake. Belam, bi van herdu maweyan “pêvajoyan” re dibe agir û xwe wiha nîşanê me dide.
6- Tîrbûn, di destpêkê de dicemide û hişk dibe. Piştre, dibe av, ax, ewr û kevir. Hasilê: Li gorî vê felsefeyê, cosmîkên gerdûnî di bingeha xwe de ji bilî hewayê ne tu tişt in.
Di vê felsefeyê de, ramanekê hêja heye ku ew jî ev e: Anaksîmenes, li ser hizra çêbûna hewayê rawestiya ye û cosmîkê, bi wesfê wê bi me daye nasandin.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî