Anaksimandros

Anaksimandros

Anaksimandros (B.Z.610-547) 

Anaksimandros ji Enedolê ye û şagirtê Thales e. Belam, nêrînên wî yên li ser gerdûnê ji nêrînên Thales gellekî cewaz in. Berî Zayînê “Berî mîladê” di navbera salên 610 – 547- an de jiya ye û metafîzîkçiyê yekemîn tê hesibandin. 

Li gorî felsefeya Thales cosmîk made, ango arche tiştekî berbiçav bû û ku ew jî, av bû. Lêbelê, di felsefeya Anaksîmandros de, made tiştekî naxwiya ye, bêşekil û bêgewşîn e.Belam, heta dema Anaksîmandros made tiştekî bigewşîn hatiye dîtin. Herwekî: hewa, hesin, av û wek madeyên din yên bigewşîn. Anaksîmandros, cosmîkê mîna tiştekî “aperîon” dibîne.  

Aperîon; bêsînor û bêgewşîn e û ji madeyên din jî, ne veqetiya ye. Di vê xalê de niqteyeka girîng: Aperîona Anaksîmandros, dişibe caosa mîtosê. Lewra aperîon, bêşekil û bêgewşîn e û naşibe tu tiştî.    

Li gorî felsefeya Anaksîmandros 

1- Made (cosmîk, arche) tiştekî bêsînor e, di gerdûnê de cîh digre û belav dibe. Ger made tiştekî bi sînor bûna, wê demê madeyên bêsînor û bêhejmar jê zêde ne dibûn.

2- Madeyên bi sînor, çaxê ku dema wan tê diqedin û xilas dibin.

3- Made, tiştekî ne sehekî ye. Naxwiya û razber (abstract) e. Di vê niqteyê de, ramanekê girîng û giranbiha xwiya dike ku ew jî, di dîroka felsefî de gavekê pêşverû tê hesibandin. Lewra, piştî ramanên Anaksîmandros; fîlozofên yewnan yên hemdemên wî, ji domana girgîn (concrete) derketine û berê xwe, dane raman û babetên razber. Ango, soyut, abstract.

4- Heyînên (beîng) ku di gerdûnê de hene, yeko yeko xwediyê rûçikên cewaz in.

5- Heyîn: Jihevçûn, beranberî, berçewtî û ji dabeşbûna aperîonê çêdibin.

6- Dinya, xwe di nava beranberiyan de nîşanê me dide û berçewtên bingeh, germ û serma, ziwa û ter e. Berçewtî jî, gişk ji aperîonê çêdibin. Lêbelê, aperîon madeyekê jihevneçûyî ye û ji ber vê yekê, aperîon dibe madeyeka bêgewşîn.

7- Madeyên din, yeko yeko ji berçewtiya aperîonê têne holê.

Herwekî: Terî (şilî) û serma, ser rûyê erdê çêdikin û ev jî, di navenda gerdûnê de ye. Germ û ronahî jî, hewayê tînin holê.

8- Serweriya madeyên berçewt, herdem dest diguherîne.

Herwekî: Madeyên germ, carinan madeyên cemidî dixin bin bandûra xwe û raserî wan dibin.  

9- Ew madeyên ku demekî di bin bandûrê de dimînin, carekê din dizivirin aperîonê. Lewra, her tişt (celeb, cor, wanek, made) xwediyê jiyanekê kurt e û çaxê ku dema wan diqede, dizivirin aperîonê. 

Ji gotinên Anaksîmandros 

1- ‘Jiyan, di behrê de dest pê kiriye. ‘

2- “Aperîon, hemû dinyayê diguncîne.”

3- “Destpêka wanekan, aperîon e.”

4- “Aperîon pîr nabe, namire û winda (xilas) nabe.”

5- “Hatina holê naqede.”

6- ‘Bav û kalên mirovan, di destpêkê de di laşê masiyan de hatine bûyînê û piştra, dema ku gihêjtine hêza xwe ya mirovî, wê demê gav avêtine ser rûyê erdê.’ 

[Ev gotin, wekî tasawura evrîmê/peresanê hatiye dîtin.]

7- “Nesne çava hatibin nivîsandin, wê dîsa bizivirin ser bûyîna xwe. Bi vê yekê re jî, ew bêedaletiya ku bi navcîtiya dem re dertê; nesne, wan ji holê radikin û li ber dilên hevdu didin.” 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin