Anaksagoras

Anaksagoras

Anaksagoras (B.Z.500-428)      

Berî zayînê di sedsala 5- ê de jiyaye, ji xelkê Atînayê ye û fîlozofên pêşîn yên Atînayê tê hesibandin. Lê ji eslê xwe ve ji Enedolê ye, piştî çil (40) saliya xwe hatiye Atînayê û felsefeya xwe pêşkêşê hemwelatiyên Atînayê kiriye. Ji ber raman û dazanîna xwe ya felsefî, bi bêxwedayiyê hatiye tawanbarkirin û ji bona dardakirina wî biryar hatiye birrîn. Li ser vê biryarê Atînayê terk kiriye û jiyana xwe mayî, li sergûmê domandiye. Li gorî felsefeya wî: Xweza, ji perçeyên herî biçûk yên ku nayên xwiyakirin pêk tê û her tişt, heta tiştên herî biçûk jî dikare ji hevdu dabeş bibe. Belam, di naveroka her tiştî de hinek ji tiştên din jî heye. 

Anaxsagoras, wan perçên herî biçûk, bi navê “tov” an “hilikê” dinavîne û dibêje ku yên wan diafirîne “nous” e. Bi vê dîtina xwe re jî, yên ku “nousê”, ango aqil daniye pêşiya nesneyan, ew e. Bi vê nêrîna xwe re jî, di dîrokê de dibe sedemê dualîzmê. Navê berhema wî; “Xweza” ye û ji bilî vê yekê, bi karê astronomiyê ve mijûl bûye. 

Ji Gotinên Anaxagoras  [Anaksagoras] 

1- Baskên çivîkan jî bibin pênûsa min, derdê min nayê nivîsandin.

2-  Em mirinê ji du tiştan dinasin, ji dema berî zayînê û ji xewê.

3- Ji sedema bikaranîna haletan, mirov heywanê herî jîr e.

4- Her tişt, heta bênatiyê tê dabeşkirin.

5- Ji yên bêpor û bêgoşt, wê çawa por û goşt derbikeve, ma ev gengaz e gelo?

6- Roj e, yên ku li ser hîvê ronahî dirêjîne.

7- Ji hêla hêz û lezê ve, mirov li gorî heywanan li paş e. Lê bi riya bikaranîna aqil, hiş û ramanê, ew hingiv dicivîne, şîr didoşe û hemû hilberiyên heywanî bidest dixe”

8- Ji ber sedema bêhêziya xwe, em nikarin rastiyê hilbijêrin.

9- Di naveroka her tiştî de, ji bilî aqil her tişt peyda dibe. Û hinek tişt hene ku aqil jî dihewînin. Aqil, raserê hemû tiştî ye û li ser hemû tiştî xwedîbandûr e, bêdawî ye û xwe bi xwe, xwe îdare dike û ne tevlî tu tiştî ye. Ji bilî aqil, di her tiştî de hinek tiştên din peyda dibin. Wek; germ- serma û reş û spî.

10- Di destpêkê de, hemû tişt bi hevre bûn. Ji hêla biçûkahî û mezinahiyê ve jî, bêdawî bûn. Û dema ku bi hevre bûn jî, ji hevdu bêferq bûn. Her tiştî, hewa û aîther digirt û ku herdu jî bêdawî bûn. Lewra, ew di nava hemû tiştan de, him zahfî û him jî di mezinahiyekê herî mezin de bûn. Lewra, hewa û “aîther”, ji zahfbûna çarmedorî veqetiya ne û ew zahfbûna çarmedorî, ji hêla pirbûnê ve bêdawî ye.

11- Aqil, çavkaniya hemû livbaziya ye. Aqilên sivik, li hawirdor bela dibin û yên giran jî diçin navendê. Ev yek jî, dibe sedema vegerê. Ev lewnek e û him ji mirovan û him jî, ji bo heywanan baş e. Ji ber ku mirov xwediyê dest e, ew raser e. 

12- Li ser babeta derketina holê û windabûnê, dîtinên Helenîyan qet ne rast in. Lewra, tu nesne nayên holê û winda jî nabin. Bi tenê, yên hene digihêjin yên din û tevlî wan dibin. Ji ber vî sedemî, divê ji xilasbûn û ji windabûnê re bibêjin jihevçûn…  

Aîther:  Asîmana rohnî, ku dinyayê radipêçe. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin