Alîkariya Jinên Koçber yên Êzîdî

Alîkariya Jinên Koçber yên Êzîdî

Derûnnasekî almanyayî yê bi navê Jan Kizilhan biryar daye ew ê alîkariya 1.100 jinên êzidî bike. Kizilhan ji baregehên kochberan yên li Iraqê 1.100 jinên êzidî aniye Almanyayê û daxwaziya destpêka jiyaneke nû bo jinên êzidî dike. Kizilhan wiha didomîne; pêwistiya me bi alîkariyên zêdetir heye. Bûyera di meha tebaxê ya sala 2014an de li derûdorê Shengalê pêk hatibû, rasterast qirkirin bû.

Gerdunî ji ber dîmenên bixof yên ku di sala 2014an de li Shengalê pêk hatibû gellekî kesirî bû. Pishtî derdest kirina bajarê Shengalê yê ji aliyê koma terorîstî DAESHê, bi hezaran mêrên êzidî hatin kushtin. Lê chîroka jinên êzidî cuda bû: kom bi kom hatin revandin, îshkence kirin û destavêtina namûsa xwe dîtin.

Ji ber vê drama hanê sharedariya Baden-Württemberg ya li Almanyayê biryar da ku 95 mîlyon euro bo tenduristiya jin û kechên ku ji Daeshê xwe bi xwe rizgarkiribûn û herwiha yên bi pereyan hatibûn rizgarkirin, xerc bike. Helbet tenê bi vê kiryarê dawî li meseleyê nayê. Dîsa bi qasî vê hejmara jinan li benda alîkariyê ne, lê derfetên alîkariyê nema ne.

Kizilhanê bi eslê xwe ve Kurd e, di hevpeyvina bi rojnamevanê De Morgen, Filip Michiels re wiha dibêje; ‘Bûyera di meha tebaxê ya sala 2014an de li derûdorê Shengalê pêk hatibû, rasterast qirkirin bû’. Kizilhan di derûnnasiyê de bijîjk e, dîplomeya mirovnasî(antropolojî) wergirtiye û pisporê li ser hindikayiyên etnîkî yên li asyaya navîn e. Bi kurdî diaxive û herêmê jî bash dizane.

Ji ber vê ye meriv ecêbmayî namîne ku li Almanyayê yekî weke wî bo vê projeyê hatiye hilbijartin. ‘Dema bo vê projeyê daxwazî ji min hate kirin, demeke kin jî be ez dudilî bûm, ev misyoneke bi xeter bû, di navbera cihê em dixebitîn û Daeshê tenê 60 km hebû.

Chavkanî: De Morgen
Werger: Metîn Eser

Bersivekê binivîsin