Albertus Magnus

Albertus Magnus

Albertus Magnus (1207-1280)    

Albertus Magnus di navbera salên (1207-1280) an de jiyaye, bi eslê xwe alman e û piştî ku beşdarê rêçika (tarîqata) Domînîken dibe û li ser felsefeya Arîstoteles radiweste. Nemaze li ser felsefeya fîlozofên wek Îbnî Sîna, Îbnî Ruşd, Farabî û Îbnî Tufeyl disekine û dixwaze ku ramanên wan yên li ser Arîstoteles fêr bibe. 

Piştra jî, ramanên fîlozofên navborî ji xwe re wek bingeheke bikar anîye û raveyên nû yên ku li bawerîya filehtiyê tên, hilberandiye. Di van xebatên xwe de hewl daye ku pirsgirêkên felsefî bi rêya aqil çareser bike û bi pirtûka pîroz re nekeve tu pêvçûnan. 

Bi vê helwesta xwe re, bandorê li şagirdê xwe Thomasê Aquînoyî dike û Thomas ji vê helwesta wî gelekî ketumet dibe. 

Li Gor Felsefeya Albertus Magnus 

Du (2) rastîyên ku bi hevdu re nakok in tune nin, ku mirov bibêje yek ji bo ol (bawerî) û ya din jî ji bo aqil derbasdar e. Ya ku bi rastî jî rast e, di nav lihevhatineke mezin de ye û bûye yek. Ji ber ku di gelek şaxên zanistê de xebitiye nasnavê Doctor Universalis (Zanyarê Gerdûnî) lê kirine. Bi taybetî jî di warê kîmyayê de xebitiye û li ser nitrîk asîde û li ser bandora wê ya li ser berbesan (madenan) û li ser dawerana (rafîne) berbesa zêr rawestiya ye. Ji bilî van babetan, li ser astronomî û bîyolojîyê jî rawestiyaye. Xebatên wî yên li ser heywanan girîng hatine dîtin û di van xebatên xwe de bi awayekî rast û vekirî, berfirehbûna embrîyoyê û pêvajoya pêşveçûna embrîyoyê destnîşan kiriye.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin