Albert Camus

Albert Camus

Albert Camus (1913-1960)  

Ramanwerekî fransî ye. Di sala 1913 an de li Mondovîya Cezayîrê hatiye dinyayê. Di nav xîzaniyê de mezin bûye. Di dema perwerdehîya felsefeyê de nexweş dikeve. Rojnamegerîye kiriye. Ceribandin, roman û şanoyan nivîsandiye. Di sala 1957 an de xelata Nobelê ya Edebîyatê sitan. Du caran zewicî. Di qezeyeka trafîqê de jiyana xwe ji dest da… Yek ji wan ramanwerên Heyînparêz e. Xwe wek fîlozofekî nabîne. 

Derheqê felsefeyê de dibêje: ‘Felsefe, şeklê nûjen yê şermnekirinê ye.’ Xwedênenas [ateîst] e, lê exlaqê diparêze. Di ceribandinên wî yên felsefî de ‘Biyanî’ cîyekî girîg digre. Li gor bawerîya wî jiyan tewş e, vala ye. Mirov jî, biyaniyê vê dinyayê ye û xwelîser e. Pirsgirêka wî ya herî sereke ‘Xwekuştin’ e, lê dîsa jî divê mirov wek lehenga bijîn., serî hildin û têbikoşin. Madem ku em hene, heta dawî jî divê em hebin. 

Çî gotiye Camus? 

1- Hûnandina ramaneka ji qalibê (ji rêzê) ji hûnandina ramaneka zirav, hêsantir e. Ji bo min ramana qalîb hilbijartin, ez jî tewş bûm û mam. 

2- Mirovên roja me, wiha difikirin ku divê laş rizgar bibe. Ji bo vê yekê jî ji mirina rih re, çavê xwe dadide. Gelo, rih dikare ji bo demekî bimire? 

3- Bextreşîya herî  mezin, ne ew e ku mirov neyê hezkirin, heznekirin e. 

4-  Xefîya gerdûna me: Beyî ku xwe berdin nav kûrahiya xwesteka zindebariya mirov, sêwirandina xwedê. 

5- Ji bo ku ramanek bikaribe hemû dinyayê rizgar bike, ya pêşî divê jiyana xwediyê xwe guhêrtibe. 

Berhemên Albert Camus 

Romanên Wî 

1- Biyanî (L’etranger) (1942)

2- Weba (La Peste) (1947)

3- Ketin (La Chute) (1956)

4- Mirina Bextewar (La Mort Heureuse) (1970 piştî mirina wî)

5- Zilamê Pêşîn (Le Premier Homme) (1995 piştî mirina wî) 

Çîrokên Wî 

Mişextî û Qraltî (L’exil et le Rovaume) (1957) 

Şanoyên Wî 

1- Caligula (Di sala 1938 an de hatiye nivîsîn û di sala 1945 an de hatiye leyîstin.)

2– Ecinî (Les Possedes) (1959)

3- Biyanî (Cara yekemîn li Tirkiyeyê li bajarê Bursayê hatiye leyîstîn) 

Ceribandinên Wî 

1- Gotina Sisifos (Le Mythe de Sisyphe) (1942)

2- Ya beravajî ya Rasta Wê (L’envers et L’endroit) (1937)

3– Mirovê ku Serî Hildide (1951) (L’homme rêvolte)

4- Dawet û Nameyên Ji Dostekî Alman Re (Lettre a un ami allemand) (1945) 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin