Agathadaîmon
Agathadaîmon
Di baweriyên berê ên yewnan de, ew Xwedaye ku bereketê dixe axê û bajaran. Bi yewnanî Agatha-Baş û Daîmon jî, di wateya rih de ye. Nivîskarekî yewnana kevin vedibêje ku, ew xwe di şeklê mirovekî de ku di destekî wî de qedeha şerabê û di destê din de jî simbila genim heye, nîşanî mirovan dide. Di mîtolojiya yewnan de gelek caran wiha dihat hizirkirin ku Agathodaîmon di şeklê mar de ye, ku wek sembola bereketê tê dîtin.
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.