Afirandêriya Yekitiya Dijberan

Afirandêriya Yekitiya Dijberan

Afirandêriya Yekitiya Dijberan 

Riya serejor, riya serejêr e. / Herakleîtos 

     Fîlozof Herakleîtos (B.Z.530-475), îro ji piraniya fîlozofên Mîletî zêdetir tê naskirin û zanîn. Herakleîtos, li bajarê Ephesosê hatiye dinyayê û B.Z. di qirna/sedsala 6 an de jiyaye. Bi taybetî jî, bi du ramanên xwe girîng navdar e. Ramana yekemîn, ramana wî ya <yekîtiya dijberan> e. Riya serejor, riya serejêr e û herdû jî heman rê ne. 

Li gor felsefeya wî: Herakleîtosê ciwan û ê kal ne du kesên cihê ne, heman Herakleîtos in. Dema ku dostekî we, ji we re bibêje ku nîvê şûşeya meyê valaye û hûn jî bibêjin ku nîvê wê jî tijiye, dê ev gotina we ne gotineka nakok be. Ev yek tê wê maneyê, ku hûn mîna hev difikirin. Hasilê, mirov dikare bibêje ku di ramana Herakleîtos de, hemû tişt xwe digihînin yekitiya dijberiyê. 

Herakleîtos du gotinên gelek watedar gotiye, ku ew îro jî li ser kar in. Ya yekemîn, gotiye ku <Girêdaniya nexwiya, ji ya xwiyakirî bihêztir e.> Gotina wî ya duyemîn jî, gotiye ku <Em du caran, nikarin bikevîn çemekî.> Gotineke wî ya din jî gelek balkêş e, ku gotiye <Têkoşîna li dijî mengiyan, gelek dijwar e û bedela wê, bi rih tê dayîn.> 

Maneya vê yekê ev e: Reva ji şer û nakokiyan, bêîmkan/bêderfet e. Di rastiyê de tiştên ku dinyayê pêk tînin, yekitiya tiştan ya dijber e. Heke nakokî ji holê rabe, dê wê demê rasteqînî jî jo holê rabe. Maneya vê yekê jî ew e ku rasteqînî, ne tiştekê sekinî/rawestî ye û herdem, livdar e. Hemû tişt, herdem di nav herikanekê de ne û diherikin.

Ev ramana wî ya duyemîn jî, wisa dike ku ew herdem tê bîra mirovan: <Hemû tişt, diherikin.> Li vê dinyayê, ti tişt mîna xwe namînin. Her tişt, herdem diguherin. Tişt, ji rêyên cihêreng têne heyînê/holê û di dawiyê de, ti caran wekê xwe namînin. Em bi xwe jî, wiha ne. Hemû tiştên li gerdûnê hene jî wiha ne, dibe ku gerdûn bi xwe jî wiha be. 

Herakleîtosî gotiye, ku <Xeysiyeta/xisleta mirovekê, qedera wî/wê ye.> Ev dûrbiniya wî ya balkêş, du hezar salan piştî wî; ji aliyê Sigmund Freudî ve hatiye bikaranîn. 

Tiştên ku em wan wekê <tişt> dinavînin, ti caran ew ne nesneyên/bireserên sekinî ne û herdem, vediguherin tiştekê din. Ji ber vê yekê ye ku Herakleîtos, wan dişibîne agir.

Agir, di lewnê nesneyê de xwe dide der; lê ji nesneyê zêdetir, pêvajoyek e.

Ev ramana Herakleîtos ligel kûrahiya xwe, ramaneka ewan/hilweşîner bû jî. Çimku mirovan herdem xwestine ku baweriya xwe bi tiştên sekinî, berbiçav, ewle û mayende bînin. Heçku Herakleîtos dibêje, ku tiştekê wiha tune. Guherîn, zagona jiyan û gerdûnê ye. Tiştê ku hemû tiştan dikargerîne/ bi rê ve dibe jî, guherîn bi xwe ye.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

15.10.2014 

Jêder

1- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.

Bersivekê binivîsin