Abraham Maslow

Abraham Maslow

Abraham Maslow

   Abraham H. Maslow di 1ê nîsana 1908an de, li Brooklyna Newyork ê ji dayik dibe. Dê-bavê Maslow pênaberên rûsî ne û bi eslê xwe cihû ne , têkiliya maslow ya ligel dê –bavê xwe qet baş nabe û bi taybetî jî tu car diya xwe hez nake ! ji ber ku diya Maslow jinekê bawerhişk û desthilatdar e , dixwaze bi zorê baweriya xwe bi Maslow jî bide qebûlkirin, lê Maslow li her tim hember vê yekê dertê,  heta diya Maslow dimre , Maslow naçe şîna diya xwe jî. Kirinên ku diya Maslow berxwe diket û digot guneh e û dê xwedê ceza bide te, bala Maslow dikşandin. Maslow hewl dida KU wan kirinan bike û  ka dê xwedê ceza didê yan na? Maslow di dawiya van kirinên xwe de, tu cezayekî nabîne û her ku diçe baweriya xwe ji xwedê dibirre û di salên pêşerojê de dibe xwedênenas.

    Dibistana Maslow ya ku lê dixwîne, ji xeynî Maslow lê cihû tunebûn e,  ji bo vê jî Maslow her tim xwe tenê dibîne û  tu carî, heval û hogirîn wî çênabin. Ev jî li cem Maslow xwekêmdîtiniyê derdixe holê û Maslow jî dikeve hewla ku dema xwe têr bijî; carinan li pirtûkxanê pirtûkan dixwîne, carinan jî werzîşê de xwe pêşve dibe. Ligel bêhevaltiyê, ne rindbûna Maslow jî hesta xwekêmdîtiniyê li cem wî derdixe holê, lêbelê Maslow bi serkeftineke mezin vê xwekêmdîtiniyê ji holê radike, ango lîseyê bi yekemîniyê ve dixemilîne û bawernameya hiqûqê qezenç dike.

 Maslow  li zanîngehê de beşa hiqûqê dixwîne, lêbelê ev beş ne li gorî wî ye û di vê beşê de, bextewar nîn e. Biryar dide û  dev ji vê beşê berdide û berê xwe dide Zanîngeha Cornellê Beşa Psîkolojiyê. Li vê zanîngehê psîkologên mîna Thorndîke û Watson peywirdar in ev jî ji bo Maslow derfeteke mezin e.  Ev herdû psîkolog di beşa psîkolojiya tevgergeriyê de gelek navdar in, Maslow dikeve bin bandora wan psîkologan û li ser psîkolojiya tevgergerî lêkolînan dikê.  Lê di heman demê de, li Ewropayê dagirkerî û zilma naziyan heye  û psîkologên wekî Adler, Horney û Fromm, ji ber zilma naziyan direvine Amerikayê û ev yek jî, ji bo Maslow û teoriya wî dibe weke şoreşekî. Psîkologên wekî Max Werteimer û  Ruth Benedict, Maslow dixin bin bandora xwe, li gor herdû psîkologan xwezaya mirovan  li ser başiyê ye û ev yek jî ji bo Maslow dibe rêbaza teoriya wî.

   Di sala 1970an de di encameke buhrana dilî de dilê Maslow radiwete û dimre. 6 pirtûk û gelek gotarên wî hene, di jiyana xwe de gelek caran bi xelatan hatiye serfirazkirin, hê jî teoriya wî û hiyerarşiya  wî ya pêdîviyan gelek navdar e.

Xwezaya Mirovî

Li gor Adler li cem her mirovî xwezayeke hundirîn heye,  Adler vê xwezaya hundirîn dabeş dike û dixe taybetiya mirovî û gerdûnî. Lê ev yek ji bo Maslow ne wiha ye, li gorî Maslow jî mirov li ser hestên başiyê têne gerdûnê, ango giyana mirovan meyldarê başiyê ye û di her mirovî de potansiyela comerdî, hezkirin û rêzbariyê heye.

  Ev potansiyela xwezaya hundirîn li gorî Maslow di serî de pirsgirêk dernaxe, hestên wêrankarî, rik , sadîzm û nefret bingeha xwezaya mirova nagrin, ango di xwezaya me de cihê van hestan tune ye heta ku em li hember astengiya man. mirov ji bo parastina xwe van hestan bikartîne ji bo zelalkirina mijarê em wiha bêjin : mirov berê bi dilnîzmî, başiyê tiştekî dixwaze heke civak an kes vê xwesteka mirova asteng bikin mirov vêca berve hestên wek wêrankarî, rik û sadîzmê  diçin.

Maslow, pêdiviyên mirova wek lîsteyekî nenivîsiye xwe ev jî ne pêkan e . lê di şûna vê de pêdiviyên mirova bi awayekî hiyerarşîk senifandiye. Ev hiyerarşiya li gor pêdiviyên bingehîn ava kiriye ango  beriya her tiştî pêdiviyên wek xwarin, vexwarin yanê pêdiviyên fîzyolojîk rêzkiriye û gaveke li ser pêdiviyên fîzyolojîk ewleyî tê û wisa didome. Ev hiyerarşî helbet nayê vê wateyê: heta ku pêdiviyên fîzyolojîk temam nebin naçe asta ewleyî, an kesekî radeya ewleyî de nakeve pêdiviyên fîzyolojîk. Ango di nava vê hiyerarşiyê de raboranî / derbasbûn pêkan e. Wek mînak, di dîrokê de çend navdar hebûne zikê birçî, bê kinc bûne û radeya rêzbari ye de cihê xwe girtine wek fûzûlî ,sokrates gwd.

maxresdefault (1)

Maslow pêdiviyên mirova wiha senifandiye :

  • Pêdiviyên fîzyolojîk

Maslow merhaleya yekem de ango di binê pîramîdê bi pêdiviyên fîzyoloJîk ve tijî dike. pêdiviyên bingehîn <<xwarin, vexwarin, zayendî, xew gwd>> van pêdiviyan mirov, divê beriya her tiştî payda bike  ji ber ku kêmasiya van pêdiviyan de heta mirina mirov jî gengaz e. mirov heta van pêdiviya peyda neke pirî caran tiştên din ji bo mirov bêwate ne wek mînak:  ji mirovekî tî, birçî û  tazî re helbestên bêhempa, stran û roman bêwatene ji bo wî helbesta herî xweş xwarin e, strana herî balkêş jî kinceke xwe pê germ bike ye.

Di diroka mirovahiyê mirova têkoşîna herî mezin ji bo pêdiviyên fîzyolojîk dane  û hê jî ji bo gelemperiya mirova ev wisa ne.

12540498_10208671800060862_385766893_n

  • Pêdiviyên Ewleyî

Pêdiviyên mirova yên fîzyolojîk heta radeyekî peyda bûn vêca mirov xema ewleyê dikin ji ber ku mirovî hez nake di metirsiyê de be , xem dilê mirova rehet nahêle , mirov her tim bêaram e û gera ewleyî de ye . di vê gera ewleyî de helbet mirov carna rastiyê dibîne lê carna jî mirov xwe pêsîra karesatê de dibîne. ango mirov heke xwe radestê hêzeke raser bike dibe ku kesayetiya xwe destê xwe bike çawa kesayetî ji holê rabe ?

Wiha : mirov dema xwe radestê hêza raser dikin,  ji bo ev derfet ji destê mirov neçe êdî bejna xwe li hember hêza raser ditewîne û hemû kirin û kesayetiya xwe ve xwe teslîm dike . wek mînak di împaratoriya romayê wexta mêr dîl dihatin girtinê xweyê koleya li qada şer de kole  berêhev didan . vêca koleya ji bo ewleya xwe koleyê din dikuştin û demeke şûnda kesayetiya mirov li holê radibû û êdî bi dilê xwe ji bo xweyê xwe şer dikirin .

  • Pêdiviyên Aîdbûn û hezkirinê

Daxwazî û pêdiviyên mirova helbet bi  ewleyê ve jî naqede. Mirov hewla hezkirinê , xwedî jin û zarokan dike, mirov hezdikin peywendiyê daynin civakan re li vê merheleyê de pêdiviyên aîd bûn û hezkirinê derdikevin holê. Daxwaziya mirova aîd bûna civak, netewe, nîjad û ziman heye. Mirov dema xwe aîd dibîne xwe erkdar dibîne tu kes naxwaze bê binyat be. Mirov hem dixwaze bê hezkirinê û hem jî dixwaze hez bike…

  • Pêdiviya rêzbariyê

Maslow, wek adler , rogers, fromm û ericson gelekî girîngiyê dide rêzbariyê , mirovê ku pêdiviyên xwe yên pêşikî/ berê  peyda kir vêca kêmasiya tiştekî dibîne << rêz>> belê mirov vêca hezdike rêzbar be , hezdike berhemekî ji pey xwe bihêle û bi vê ve jî bênasîn . ev berhem ne tenê berhemeke wêjeyî an parçekirina atomê ye, zarok an gotineke xweş jî dibe sedema rêzbariyê.. Lê divê ev rêzbarî li ser hîmekî rasteqîn be ango mirov çi be divê xwe wisa qebûl bike heke berovajiyê vê be kesayetî dikeve bin bandoreke neyînî wek mînak: li welatekî mirovekî xwedî meqam hebûye mirovekî nexweş û sadîst bûye lê li derdorê wî şeqşeqker zehf bûne û saya wê meqama xwe, ew mirovê nexweş bûye pêşawa û hîn caran jî bûye pêxember  di vê mînakê de jî dîyar e ev ne kesayetiyeke rasteqîn e, kesayetiyeke werimî û ne rast e . mirovê di vê mînakê de ne xwedî kesayetiyeke rêzbar e .

  • Xwegîhandina asta bilind

Mirovekî hemû pêdiviyên xwe peyda kiribe, di jiyana wî de tu kêmasiyên wî nema bin lê li vir de mebest mirov halê xwe mêmnûn e an na? hemû potansiyela xwe derxistiye holê an na? xwegîhandina asta bilind dişibe vêya: mirov tirtûl be bibe perperok!.

Çend taybetmendiyên mirovên xwegîhandine asta bilind

  • Rêzdar in , li hember hemû mirova rêzdar in tu kesî ji bo fikir û ramanê wan tawanbar nakin . mirovên xwegîhandine asteke bilind xwe zanin, xwepeytandî ne.
  • Suruştî ne, mirovên wiha li her cihî yek mirovek in! wek  mirovên li gel diz bixwin û  xwedî re bigrîn nîn in .dilnîzm in, xweşmirovin, berpirsiyar in.
  • Berpirsiyariya xwe zanin , mirovên xwegîhandine asteke bilind comerd û zana ne, zanin ev gerdûn ne tenê ji bo wan hatiye avakirin .mafê organîzmayeke piçûk jî diparêz in, êşa zaroka cînarê xwe êşa xwe zanin .
  • Tenê bûn ê hezdikin, ev tenê bûn ne tenêbûneke xwe civaka xwe dûr bixin , nekevin di nava civak û komela. Di vê tenê bûnê de mebest tenê bûna giyanê ye, car caran dûrê civakê kevin û bi giyana re têkeve têkîliyê .
  • Dijî jiyaneke xweser û komformîst in, mirovên xwegîhandine asteke bilind xwedî motîvasyona hundirînin ango bi pesnên civakê xwe nanirxînin helbet li ser xeletiyên civakê jî xwe mezin nakin bi fikir , gotin û ramanên xwe ve mirovên serbixwe ne.
  • Jiyanê hezdikin û kelecan in, di xwezayê de hejandina pelên daran bigre û heta ketina gulîlkên berfê li hember her tiştên siruştî diheyîrin hela zarokeke nû ji dayik be ev tiştekî mucîzeyî ye..
  • Di jiyaneke asta bilind de dijîn, ev mirovana carna dem û serdema xwe jî zêdetir pêşve diçin, ev tiştekî razber e, herkes tênagihêje ev mirovana bi felsefe , eşq û hunerê xwe nîşan didin.
  • Hezkirina wan gerdûnî ye, van mirovên wiha  gerdûnî difikirin ango kîjan civakê de bijîn  bila bijîn hemû nîjad û netew ji bo wan yek in û hêja ne.
  • Têkiliyên wan kûr û watedar in.
  • Wekhevîxwaz û demokratin
  • Xirabî û başiyên xwe zanin tu car neheqiyê nakin.
  • Afirîner in, mirovên ku xwegîhandine asteke bilind li hember bûyer, tevger û xwezayê tevgerên cuda nîşan didin, ango romannivîsekî romaneke nû binivîse û zehf bê hezkirin jî ev nayê wateyê ku ev romannivîs miroveke ku xwegîhandiye asteke bilind. Carinan cotkarekî li zeviya xwe de dixebite jî dikare bibe ji van mirovan.. Lê divê ev jî bê zanîn ku mirovên xwegîhandine asteke bilind tunen in, lê belê yên ku hewla vê yekê didin hene.

Rêzan Erzirom

Resulx2@gmail.com

06.01.2016

Bersivekê binivîsin