Abdullatîf El Bexdadî

Abdullatîf El Bexdadî

Abdullatîf El Bexdadî (1162-1231)  

Ji fîlozofên serbixwe tê hesibandin û bi navê Muvaffakuddin jî tê naskirin. Hekîm. Derheqê jiyana wî de zanayîyên me kêm in. Lê tê zanîn ku gellekî di bin bandûra Îbnî Sîna û Gazalî de maye. Bi eslê xwe, ji Bexdayê ye. Lê li gor zanayîyan, pirranîya imrê xwe li Enedolê derbas kiriye. Wesfekî wî yê dîrokzanîyê jî heye. Kitêbên wî yên li ser mijara metafizîkê, xwe gihandine roja me. Bi taybetî jî, derbarê anatomîyê de xebitiye. Kitêba wî ya bi navê (el- ifade yel- itibar) di sala 1788 an de li zimanên rovavayî hatiye wergerandin. Herweha kitêba wî ya bi navê (Makalatün fi’l-Havas) de jî, li ser wezîfeya pênc (5) livokên me yên sehekî de ye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin