99 Morîkên Realîst

99 Morîkên Realîst

99 Morîkên Realîst

              99 çîrokên mirad qirrikê de mayî,

              99 çîrokên nîvcoyî,

              99 morîkên emirqûtî

              Û 99 morîkên êşê…

              99 morîkên edelatea Xwedayî…

       Di romana 99 Morîkên Belavbûyî de Karekterê me’y sereke Azad e. Azad wênesazeke ango wêneyan çê dike, heman demê de penaber e û karê wergeriyê dike li bajarê Elmanyayê… Çîroka Azad çîroka gelek kesane, çîroka wî çîroka welatê wî ye. Çîroka Azad di ruhê wî de hatiye meyandin, welatê wî, hezkirina-hezkiriya wî, axa wî, dêya wî, bavê wî… hwd giş di termê wî de hatiye rêsandin, giş di dîmenên derûniya ruhên wî de hatiye rêsandin….

      Romanûs û çîroknûs Helîm Yûsif di vê romana xwe de şêwaza xwe’y ku di kitêba ‘’Tirsa Bêderan, Jinên Qatên Bilind û Gava Masî Tî Dibin’’ de bikardianî hinekî guherandiye. Helbet, ne guhertineke bi temamî ye, naveroka mijarên romanên wî dişibin hevdû, lê di warê şêwazê de hinekî cûdatî ketiyê vê romana wî, çawa Tirsa Bêderan û Jinên Qatên Bilind çêjek sûrreal dida mirovî, di vê romanê de jî beravajî surrealê tehmek realist dide mirovî, yanê em dikarên bêjin romanûsê me, berê xwe bi realîzmê vekiriye, helbet romanên wî ên dinê jî ji hêla mijarê ve realîstik e, tenê mijarên xwe’y realîztîk vediguhezîne sûrrrealîmekê, yanê Tirsa Bêderan û Jinên Qatên Bilind jî mijarên xwe ji realîzmê distînin tenê ji hêla şêwazê ve mijar bi awayekî surrealîstîke hatiye-tê vebêjevandin-hûnandin. Talî di roman û çîrokên Helîm Yûsif de mijar kêmzêde yek in. Lê şêwaz tê guherandin(Ev tiştekî baş e û serkeftîye helbet) her çiqas şêwaz, qalik û naveroka mijarê biteyîsîne jî, taliya talî romana 99 Morîkên Belavbûyî romaneke kana xwe ji realîzmê distîne û realîst hatiye hûnandin.

Mînak ji romanê:

  ‘’ Çîroka welatekî bi temamî bibû çîroka kesekî, ya generalekî. Mesele bi derbeya wî generalî dest pêkiribû.’’(rp-13)

   ‘’ Navê bajarên me guhertin, navê gundan, navê dar, ax, mirîşk, karik, mîh, berxik, çivîk û zarokên me.’’(rp-13)

        Jixwe roman bi vê derbê dest pê dike, ango romana me bi vê gotina realîst destpê dike û dibe çîroka welatekî, loma jî roman kana xwe ji rasteqîniyê werdigre. Gelemperî roman bi awayekî rasteqînî hatiye honandin, ji hevokên jor jî dixuye ku bê çîrokên me xwe çawa dispêrin rasteqîniyê. Helbet di romanê de gelek caran dîmênên derbirînî û surreal jî hatiye afirandin.

Mînakek:

   ‘’ Marên kesk ên deqdeqî ên bavê Bêrîvanê hatin bîra min, pêre jî ramaneke seyr. Dibe ku çêlikên wan marên kesk ên deqdeqî ji sala hezkirina Bêrîvanê de ketibin hundirê min û niha jî bi hezkirina Sandrayê re ew çêlikên ku bûne marên mezin ji xew rabûn û serî hildan. ’’(rp-67)

         Di vir de ‘’Marê deqdeqî’’ alegorî ye, welew metafor e. Ji ber ku romanûs tiştê ku xwestiye sembolîze bike bi awayekî metaforîk welew alegorîk rêsandiye. Ji hêla dinê ve jî hinekî veguhestiye surrealîzmê an jî der-bin-hişiyê… Taliya talî Marê Deqdeqî di qeneata min de metafora General e û deqdeqîbûna cermê mar jî sembola kincên general e, yanê romanûs bi ajalekî xetere, generalekî xetere vebêjevandiye. Ango di vir de metafor û alegorî bikaraniye. Sedema metafora Balînde an jî Cîqê jî herhal azadîxwestin e, ji ber ku ev ajal li ezmana difire, ezman bêsînorbûnê di dawa kirasê xwe de dihebîne ango esman abadînbûnê di xwe de kedî dike loma jî abadînî û bêsînorbûn di heman demê de tê wateya azadîxwestinê jî welew esman azadiyê diteyîsîne. Ji xwe ‘’Mar’’ û Cîq’’ yek xeterebûnê ango General(Marê keskî deqdeqî ) temsîl dike yê din jî Azadiyê(Cîqa li esmana azad…) Talî Azad ji ber ku neçar maye, daye dû pêga azadiyê, loma navê wî azad e, ew li dû şopa azadiyê ye, wekî navê xwe’y azad û cîqên li esmana azad difirin timî li azadiyê digere.

Azad mecbûr maye û bûye penaberek, loma jî di wêneyên xwe de Mar û Cîqan diafirîne. Welhasil roman di navbera çîrokên tizbiyê ên penaberiyê û metaforan, xewn, xeyal û alegoriyên Azado de dibihûre. Helbet di hin dîmenên romanên de zayendî jî cihê xwe girtiye ango zayendî jî bûye hebek tizbiyê ango çîrokek… Di her hebek tizbiyê de çîrokek penaberiyê tê vegotin di romanê de, lê her heb(morîkek) welew çîrok jî bi hevdu girêdayî ne, ji hevdu ne cûda ne mîna hebên(morîkên) tizbiyê, heta ku rojekê hebên tizbiyê ji hev belawela dibe, heta ku tizbî diqete. Her hebek çîrokeke û her çîrokek jî hebeke tizbiyê ye û hemû hebên tizbiyê jî çîrokeke û hemû çîrok jî hebên tizbiyê ne. Koka darê çîroka sereke ye, guliyên darê, şaxên wê, pel û qirşên darê jî giş li ser koka darê dibilindin.

Taliya talî çîroka karekterê me Azado jî koka darê bixwe ye, temamiya hebên tizbiyê ne. Çîrokên ku bi Azado ve girêdayî jî giş pel, qirş û guliyên koka darê ne. Yanê her çîrokek çîroka Azadê penaber e. Yanê hemû çîrok him dişibin çîroka Azad û him jî jê cûda ne. Koka darê û guliyên darê çiqasî jihevdu cûda bin jî taliya talî peve girêdayî ne. Romana me bi çîroka Azado dest pê dike ango bi serlehengê romanê dest pê dike û bi çîroka wî jî dawî dibe. Azad penaber e, ji welatê xwe Amûdê dûr ketiye, hatiye heta Elmanyayê derketiye. Penaberî dijwar e, ji welatê xwe dûrbûn jî ji penaberiyê dijwartir e. Azad li elmanyayê karê wergertiyê dike, îcar dema ku li penaberiyê wergertiyê dike dibe xwediyê gelek serpêhatiyan û dibe xwediyê gelek çîrokên penaberiyê. Di romanê de lehengek me’y dinê jî Bêrîvanê ye.

Azad ji Bêrîvanê hez dike, lê dema ku hevalê wî Yasîno şevekê, wî ji vê xewa hezkirinê şiyar dike şûnde dev ji Bêrîvanê êdî bera dide. Belam Azado, bi hezkirineke pirr cûda ji Bêrîvanê hez dikir. Helbet sedema vê hezkirina wî hinekî bi rewşa wî’y malbatî ve jî girêdayî ye. Ji ber ku Azad sêwî mezin bûbû, loma jî hezkirina wî guhertîbû. Jixwe ev hezkirina wî’y cûda bi awayekî psîkanalîst û sosyolojîk em lê binêrin em ê fêm bikin bê çiqasî tiştekî asayî ye, ji ber ku dêya Azad rehmet kiriye û timî dikeve xewn û xeyalên dêya xwe.(Mirov dikare vê rewşa Azado, ji nav heyamên Freûdî ên psîkanalîst de bi heyama Fallik’ê rave bike, di hundirê vê heyamê de jî Kompleksa Odipûs heye, rewşa Karekterê me Azad jî giş bi vê komleksê ve girêdayî ye ango rewşa wî’y li hember Bêrîvanê û dêya wî…) Azad, Bêrîvanê timî dişibîne dêya xwe, dema ku Azad li rûyê Bêrîvanê dinêre dêya wî têt bêriya wî, neku Bêrîvanê dişibe dêya wî, tenê dema ku li Bêrîvanê dimeyzîne hestek wilo bi wî’r diafire û dikeve xewn û xeyalan dêya xwe, loma jî mirov kêmasiya çi bikêşîne wî tiştî pirtir dixwaze. Azad jî kêmasîya dêtiyê gelekî kişandiye. Îcar dema ku mirov kêmasîya çi dikêşîne baldariya wî mirovî jî timî diçe ser kêmasiyê. Loma jî berên çavên Azad li ser jina ne ango carinan Azad jinên ku di kolanan diçe-dimeşe, ji xwe’r xeyal dike, di xeyalê xwe de bi wan’r dikeve têkiliyên zayendî. Azad, penaberiyê dikêşe, sêwîtiyê dikêşe, zayendiyê dikêşe, eşqê dikêşe bêwelatbûnê dikêşe û hey dikêşe…

            Tizbiya ku Bêrîvanê wek xelatekê dabû azad, timî bi wî re ye. Heta ku rojekê guleyek hesînî ya bêwext tê li wî diqewime… Azad û tizbiya xwe pevre belawela dibin. Taliya talî Azad û Bêrîvanê miradê wan nagihêjînin hevdû, Azad bi Sandrayê re dizewice û keçek wî ji Sandrayê çê dibe, navê keça wî jî Danayê ye. Paşê Azad û Sandrayê ji hev vediqetin û rêwitiya Azad wilo bi trajediyên cihêrêng berdewam dike mîna hebên tizbiyê, belam roman bi 59 morîkan diqede, lê morîkek jî dervî tizbiyê ye yanê bi 60 morîkan diqede welew wilo dixuye. Ev tê vê wateyê ku çîrok nîvco dimîne, ango tu çîrok bi dawî nabe, kêmasiyek timî dimîne…hwd.

Welhasil em werin ser encama romanê: Mijara romanê pirtir li ser penaberiyê û derûniya penaberiyê bû-ye. Lê ji ber ku Azad sêwî mezin bûbû, ev sêwîbûna wî derûniyeke dinê bi wî re avakiribû. Lê li gorî romana Gava Masî tî Dibin û Tirsa Bêderan ev roman hinekî qels mabû-ye, yanê herdu romanê wî’y dinê hîna serkeftî û hîn bi çêj bû, ji hêla şêwaz û hûnandin û hêmayan û naverokê ve… lê dîsa jî ev roman jî ji hêla teşebûnê û hêmayan ve ne xerab bû. Ya balkêş di vê romanê de du ajal bû, yek jê Marê keskî deqdeqî û ya din jî Balînde-Cîq bû. Lê ‘’Mar’’ bêtir bi awayekî Groteskî disekinî, ev jî serkeftiyeke baş e di hûnadina romanê de. Ev herdu ajal bi awayekî metaforîk- alegorîk hatibû honandin û carinan jî vediguhezî Groteskan(pirtir jî Mar…) loma jî bi saya van herdu ajalan hinekî roman di hin dîmenên xwe de veguhezîbû derbirînekê û surrealîzmekê, ango ji realîzmê veqetiyabû û ketibû hemêza surrealîzmê…

             Taliya talî despêka romanê û dawiya romanê bi heman dîmen e diqede. Ango destpêk û dawiya romanê heman trajedî ye….

             Loma jî destpêk û dawiya romanê xweş li hev aniye û xweş fikiriye romanûsê me Helîm Yûsif…

            Çorê Arda

            21.02.2017

Bersivekê binivîsin