Felsefeya Dîn

Felsefeya Dîn

Felsefeya Ol / Dîn

Di civaka me de wiha te bawerkirin ku felsefe bêolîtî ye û yên ku bi felsefeyê re mijûl dibin jî, ji rê derdikevin. Çimkî felsefe tu carê qîma xwe bi zanayîyên olî nayne û li hember zanayiyên olî ên doxmatîk, serî hildide. Felsefe dixwaze ku bizanibe ka bingeha van zanayiyên olî ji kû derê tên û gelo amizgerê mantîq û aqilê mirovî ne. Helbet em dizanin ku felsefe bi vê helwesta xwe re, dibe dijberê ramana olî. Lê hege mirov rastiyeke vebêje, mirov dikare bibêje ku felsefe ne tenê ol; herweha her dem zanist û rêbazên zanistî jî rexne kiriye û bi vê helwesta xwe ya rexnegir re jî, bûye motora dahfdana hemû zanistan.

Dema ku em çavê xwe li dîroka zanistan bigerînin; em dibînin ku zanistên wek psîkolojî, sosyolojî, mantîq, erdezyarî, tenduristî û hwd hemû ji felsefeyê veqetîyane û di roja me ya îroyîn de gihêjtine serxwebûna xwe. Lê ew çiqasê ji felsefeyê dûr ketibin bila dûr ketibin; felsefe, tu çarê dev ji şopandina wan berneda ye û bernade jî. Çimku çavên felsefeyê her dem li ser wan e û wê her dem bi rêbazeke mantiqî û aqilane, wan rexne jî bike. Wer ku xwiya dike; felsefe ne tenê bi ol re, herwiha bi heyîn, hûner, siyaset, exlaq û bi zanayî re jî têkildar e û ew nêzîkayîtêdana ku nîşanê ol dide, nîşanê babetên navborî jî dide.

Mesela felsefe dibêje:

1- Gelo heyîn heye, an na? Kok û hilika heyînê çiye? Heyîn diguhere an na?

2- Gelo armanca tevgerên mirov ên exlaqî hene, an na? Mirov di tevgerên xwe de azad e, an ew di bin zordestiyeke de ye?

3- Dehsthilatî, çavkaniya xwe ji ku distîne, an jî; meşrûîyeta wê ji ku te?

4- Peywendiya delal û rast, delal û baş çiye?

5- Xwedê heye, an na? Gelo delîlên hebûna Xwedê hene, an na? û hwd.

Pirsên ku felsefe ji hûner, zanayî, exlaq û ji heyînê dike; ji ol jî dike. Ji bilî vê yekê, tu nêzîkayitêdaneke felsefeyê ya taybet ya ku ji bo ol nîşan dide tune. Felsefe bi çî awa û rêbazî li meseleyên din mêze bike, li babeta ol jî wiha mêze dike. Helbet bi prensîba mantîq û aqil. 

Çewtiyeke me a din jî di warê Teolojiyê de dertê holê: 

Teolojî û Felsefe, tu dibêke wek hev têne pejirandin. Lê ev yek jî zanayiyeke çewt e. Çimkî babetên Teolojiyê; lêgerîna hebûna Xwedê, li hember Xwedê rewşa mirov, berpirsiyariyên olî û çavkaniyên baweriyê û hwd in. Herweha mirov dikare bibêje ku her oleka ku heye, xwediyê Teolojiyeke taybet e û bi vê yekê re dixwaze bawerî û zanayiyên xwe ên doxmatîk; beyî ku di bêjinga aqil û rexneyê de werin derbas kirin, werin pejirandin.

Teolojiya îslamê, Teolojiya filehtiyê û hwd. Çimku Teolojî naxwaze ku tu bawermend, ji zanayiyên olî gumanan bike û baweriya xwe sist bike. Felsefeya ol jî, bi nêrîneke kûr a felsefî li ser ol radiweste û dixwaze ku, bingeh, hilik û wateya ol fêr bibe. Çimku ol jî wek siyaset, hûner, exlaq û dewletê; saziyeke civakî ê sereke ye. Felsefe dema ku dest bi ol jî dike, bi awayekî giştî (tumel) li ol mêze dike.

Mesela felsefe tu carê nabêje ka şertên îslamê çî ne, mirov çawa dikare destava xwe bigre û hwd. Felsefe bi nêrîneke giştî li ol mêze dike û dibêje ku gelo Xwedê heye an na, an jî gerdûn hatiye hatiye afirandin an na? û hwd.

Di felsefeyê de dîsa babeteka din jî, wateya Xwedê ye:

Wesfên Xwedê çî ne? Xwedê tiştekî çawa ye? Ew li devreyê gerdûnê ye û di nava gerdûnê de ye? Têkiliya Xwedê bi gerdûnê re çiye gelo? Ev pirs û pirsên bi vî rengî, her dem bala zanyarên olî û ramanweran kişandiye û her remawerekî li gor ramanên xwe, tiştekî an jî wateyekî li Xwedê bar kirine.

Wek zanayî, mirov dikare di babeta Xwedê de ramanweran bike sê lod

1- Yên Ku Baweriya Xwe Bi Hebûna Xwedê Tînin.

a) Teîzm

b) Deîzm

c) Panteîzm

2- Yên ku baweriya xwe bi Xwedê naynin: Ateîzm

3- Yên ku di babeta Xwedê de dudil in û wiha bawer dikin ku, mirov nikare hebûn an jî tinebûna Xwedê îsbat bike. Çimku dibêjin, delîlên vê yekê tune nin: Agnostisîzm

Di baweriya Teîzmê de Xwedê heyînek mitleq e, afiraner e, li derveyê gerdûnê ye û hemû tiştî îdare dike. Hege Xwedê nexwaze, pelek jî nikare bilebite.

Di baweriya Deîzmê de jî baweriya Xwedê heye û Xwedê afirander tê dîtin. Lê Deîst dibêjin ku, piştî afirandinê Xwedê xwe têkilî kargerandina / îdarekirina gerdûn û dinyayê nekiriye û lewma jî, tu kes nikare xirabiyên ku hene li Xwedê bar bike û ya Xwedê berpirsiyarê xirabiyan bibîne. Çimku di gerdûnê de aqil serwer e û mirov bi destê xwe qedera xwe kifş dikin. Parastkarê vê nêzîkayîtêdanê ên navdar; Locke, Cherbury, Voltaire û Reuseau ne.

Di derketin û berfirehbûna tevgera laîsîzmê de, mirov dikare bibêje ku rolê vê nêzîkayîtêdanê gelekî heye. Çimku di vê nêzîkayîtêdanê de bawerî bi Xwedê heye, lê bawerî bi wajbawerî û xurafeyan tune ne.

Di baweriya Panteîzmê de jî, Xwedê û gerdûn yek têne dîtin. Ango, Xwedê gerdûn e û gerdûn jî Xwedê bi xwe ye. Ango hemû heyînên ku hene, perçeyek ji Xwedê; herweha ew Xwedê bi xwe ne. Ramanwerê ku herî zêde piştgiriya vê baweriyê jî kiriye, Spînoza ye.

Dema mirov çavên xwe li felsefeya Mewlana ya mirov, Hacî Bektaşî Welî, Yunus Emre û hwd. digerîne mirov dikare bibêje ku hindek şopên Panteîzmê di ramanên wan de jî têne dîtin.

Mewlana dibêje: “Tu kê bî, çî bî, were.”

Di vê gotinê de wateya veşartî ew e ku, mirov ji nûra Xwedê perçeyek tê dîtin.

Dîsa Hacî Bektaşî Welî dibêje: “Hez ji yên ku hatiye afirandin bike, ji ber afirander.”

Ji bo ku mirov ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin û Xwedê hindek wesf ji xwe daye mirovan, mirov wek heyîneke pîroz tê dîtin. Heçî Ateîst in, ji binî ve baweriya xwe bi Xwedê naynin û di babeta tinebûna Xwedê de jî, hindek babetên ku wê ez ê li jêr aresteyî we bikim, pêşkeş dikin:

1- Delîlê Hebûna Xirabiyan

Gelo çima, Xwedê rê li ber van xirabiyan danade û nabe asteng? Hege em bibêjin hêza wî têrê nake; wê demê, em nikarin bibêjin ku ew heyînek mitleq û bêkêmasî ye. Na, hege em bibêjin ku ew naxwaze rê li ber van xirabiya bigire, wê demê jî, em nikarin bibêjin ku ew heyînek dilpak e.

2- Delîlê Sosyolojîk

Ateîst vê delîlê jî, wek delîleke tinebûna Xwedê nîşan didin û wiha dibêjin: “Ol jî; wek hûner, dewlet, siyaset, malbat û hwd. saziyeka civakî ye û ne hatiye afirandin. Ol, ji têkiliyên mirovan ên civakî derketiye holê û tu wateyeka wê a pîroz tune.”

3- Delîlê Psîkolojîk

Li gorî vê delîlê jî tê gotin ku, ramana Xwedê di zarokatiya mirov de ji ber tirs û xofa mirovî dertê û piştre vediguhere ramaneka mitleq. Piştgirê vê angaştê ê sereke S. Freud e û wek ku hûn zanin; Freud gelek girîngiyê dide dema zarokatiya mirov û gelek tiştî, bi binhişê şirove dike.

4- Delîlê Maddî

Li gorî vê angaştê jî tiştekî ku hebe, divê wesfeka wê a maddî jî hebe. Lê wesfeka maddî a Xwedê tune. Tiştê ku her hebû û eternal e (Bêpêşî û Bêdawî ye) madde bi xwe ye. Madde ne hatiye afirandin û ew her hebû. Ji ber vê yekê jî Xwedê tune.

Helbet di vir de wê ez ê niheqîyê nekim û delîlên ên ku baweriya xwe bi Xwedê tînîn jî vebêjim:

1- Delîlê Teolojîk

Li gor vê delîlê her bandêrek, (rêkûpêkî) hewcedarê bandêrvanekî ye. Her weha sîstema gerdûnê jî hewcedarê hebûna Xwedê ye. Çimku ji rêkûpêkî re, aqil divê. Ji ber vê yekê jî Xwedê heye.

2- Delîlê Ontolojîk

Descartes dibêje: “Ji ber ku Xwedê heye, Xwedê heye.”

Li gor vê delîlê “ez fikrê Xwedayê mitleq di hişê de dibihisim. Yekî ku ji mitleqîtiyê bêpar be, ew nikare bibe heyînek bêkêmasî. Heyînbûn tune be, bêkêmasîbûn jî tune. Ji ber vê yekê, Xwedê heye.”

3- Delîlê Qozmolojîk

Xwedê tunebûna, dinya jî tunebû.

4- Delîlê Hudusê

Li gor vê delîlê jî, gerdûn hatiye afirandin. Tiştê ku hatibe afirandin jî, divê afiranderekî wî/wê hebe, ku ew jî Xwedê ye. Ji ber vê yekê jî, Xwedê heye. Di dawîyê de ez dixwazim bibêjim ku, tu carê ne bûye karê felsefeyê ku, hebûn an jî tunebûna Xwedê îsbat bike. Ji xwe bersiveka mîsoger a ku felsefe lê digere jî tune. Çimku ji bo felsefeyê, pirs giringtir in û bersiv jî xwediyê taybetmendiyên şexsî ne. Ji ber vê yekê jî em dibêjin felsefe xwer e /oznel e û zanist jî nesnel e. Di her bersiveka fîlozofekî de, nêzîkayîtêdana wî a xwer heye û mirov nikare bibêje ku wê ev bersiv ji aliyê hemû mirovan ve were pejirandin.

Fîlozofek dertê û bi hezar rûpelan berhemeke diafirîne, lê fîlozofên ku piştî wî tên; dibe ku ramanên wî nepejirînin. Lê di zanistê de dema em bibêjin av di 100 c yan de dikele, li her derê ev wiha ye. Çimkî ev yek zanayiyeke misoger e û mirov dikare vê yekê biceribîne. Lê mirov nikare di babeteke metafizikî de ceribandinê bike. Mesela felsefeyê jî, ev e. Tiştê ku ji bo felsefeyê girîng e, zanayî bi xwe ye. Helbet dema ku li zanayiyê digere jî, bi awayekî aqilane û mentîqî, vê yekê pêk tîne. Rexnegiriya felsefeyê, pirs û lêgerîn jî ji vê niqteyê dertên. Ne ku felsefe dixwaze hebûn an jî tunebûna Xwedê îsbat bike. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin