Felsefeya Siyasetê

Felsefeya Siyasetê

Felsefeya Sîyasetê

Siyaset, karê birêvebirin û sazkirina dewletê ye. Babeta felsefeya siyasetê, dewlet e. Ji serdema pêşîn ve dewlet mijara lêkolînên fîlozofa ye û fîlozof, her dem li ser bûyera dewletê rawestiyane. Ji Platon bigirin, heta Arîstoteles, Macahiavelli, J. J. Rouseau û heta fîlozofê Hegel, li ser têgeha dewletê rawestiyane û gelek zanayîyên rexneyî pêşkêş kirine. Armanca wan ya bingehîn ew bû ye ku, bûyera siyasetê şirove bikin û di vê babetê de dozîneyeke “teorî” ava bikin. Ji beşa felsefeyê a ku dixwaze çêbûn û çavkaniya dewletê û têkiliyên dewletê ya bi şexsan re û sedemê berdewama dewletê fêhm bike û bizanibe, gelo ka ji rêberiya îroyîn rêveberiyeke çêtir heye an na re felsefeya siyasetê tê gotin. Zanista siyasetê, bala xwe zêdetir dide “a ku heye.”

Lê felsefeya siyasetê, bala xwe zêdetir dide “a ku divê hebe” û li ser “a ku divê hebin” radiweste.

Dewlet, piştî ku civakan dest bi jiyana bicîhbûyî “jiyana ne koçber” kirine derketiye holê. Mirovan, xwestine ku dewleteka ku heta hetayê bijî ava bikin, lê di vê yekê de bi ser neketine. Çimku her dewleta ku derketiye holê, hilbera şert û mercên wê demê ye û di her serdemê de hindek îde (raman) hebû ne ku di wê demê de bûne îdeyên serwer û bi vî rengî jî, xwe dane der. Mesela îdeya serdema navîn ew bû ku, dixwest hemû mirovahiyê di bin banekê olî de bicivîne û bi vê yekê jî, xwe bigihîne îdeya dewletek gerdûnî. Îdeya serdema nû jî, wekhevî û serbestî bû.

Têgehên Bingehîn Ên Felsefeya Siyasetê

Dewlet: Dewlet rêxistîbûneke siyasî ye û ji aliyê civakên ku li welatekî de dijîn, tê ava kirin. Hêmanên dewletê: gel, welat û serwerî “serdestî, hikumranî” ye.

Desthilatî [îktîdar]: Livoka ku di rêveberiyê de xwedîhêz e û rêbeberiyê, di destê xwe de digre. Ji bo demeke be jî, erka hêzê an jî rêveberiyê bikar tîne.

Serwerî: Ji aliyê dewletê ve bikaranîna hêza desthilatîyê “îktîdarê” ye. Dewlet bi saya vê hêmanê, li hember dewletên biyanî “dewletên din” bi awayekî serbixwe tevdigere.

Meşrûtî [Rewatî, Rewayî, Awiştî]: Rewşa, ku li gor zagona ye. Li hember bandêra hiqûqî, amizgeriya tevgera ye.

Zagon [Yasa, Qanûn]: Rê û rêzikên nivîskî ên ku xwediyê danekirinê “mueyîde” ne.

Maf [Heq]: Xwestekên şexsan ên ku li gorî rê û rêzikan in.

Hiqûq: Koma rê û rêzikên nivîskî, ku têkiliyên di navbera mirovan de verast dikin “saz dikin” û ku hêza xwe ya danekirinê “meeyîde” ji dewletê werdigrin.

Civak: Koma mirovên ku li ser axaka hevpar dijîn û ku xwediyê armancên hevpar in. Di civakê de çanda wan hevpar e û şexs, li hemberê hevdu xwedîberpirsiyar in.

Şexs: Mirovên ku civakê pêk tînin, in.

Civaka Şarwer  {Civaka Sivîl, Civaka Ne Leşkerî]

Rêxistîbûna derveyê dewletê. Civaka sivîl li derveyê têkoşîna îktîdarê ye û avahiyeke demokratîk e. lê ji bo kifşkirin û berhêlîkirina tevgerê dixebite. Di civakên hemdem de şexs, ji bo armanc û berjewendiyên xwe ên şexsî, têne cem hevdu û bi vî awayî têdikoşin. Ev yek jî, bi rêya civaka sivîl pêk tê. Ango bi saya civaka sivîl, şexs li hemberê dewletê bi tenê namînin û bi şexsên din re ên ku pêdivî bi hevkariya hevdu dibînin; li hemberê dewletê radiwestin û têdikoşin. Hêza xwe jî ji bîr û raya giştî distînin..

Burokrasî : Rêxistîbûna civakî ya destûrmendên dewletê, ên ku awayekî hiyerarşîk kar dikin.

Pirsên Bingehîn Yên Felsefeya Siyasetê

Felsefeya siysetê dema ku li bersiva pirsên Dewlet çiye? Desthilatî çiye? Civaka sivîl çiye? digere û hewl dide ku bi van bersivan bizanibe, rastê hindek pirsên din dibe:

1- Desthilatî hêza xwe “an jî çavkaniya xwe” ji kû distîne?

2- Pîvana meşrûtiya desthilatiyê çiye?

3- Bi çend şeklan desthilatî tê bikar anîn?

4- Maf û serbestiyên bingehîn ên şexsan çî ne?

5- Gelo wê mirov bikaribin rojekî dev ji burokrasiyê berdin?

6- Wateya civaka sivîl çiye?

Çavkaniya Desthilatdariyê

1- Desthilatdarî, ji bo parastina şexsan û ji bo ku şexs bikaribin armancên xwe pêk bînin heye. Desthilatdarî ji ramana parastinê der çûye, ku di vê ramanê de li hemberê êrîş û xeteriyên derve û navxweyî parastin heye.

2- Desthilatdarî, çavkaniya “hêza” xwe ji Xwedê distîne û desthilatdarî li ser rûyê erdê nûnerê Xwedê ye.

3- Çavkaniya desthilatdariyê, îradeya hevpar ya şexsa ye. Ên ku vê ramanê diparêzin; T. Hobbes, J. Locke û J. J. Rouseau ne.

Li gor ramanên jorîn çavkaniya desthilatdarîyê an pêdiviyên mirovan, an ol û an jî, peymana civakî ye. Hege em bi awayekî berfirehtir li babetê mêze bikin; wê demê em dikarin bibêjin ku meşrûîyeta desthilatdariya siyasî, girêdayê wê hêza an jî, ramana ku ew afirandiye, ye. Mesela Arîstoteles digot: “Armanca dewletê ya bingehîn ew e ku ji hêla exlaqê “rewişt, sinc, akar” ve hemwelatiyên xwe pak û xurt bike. Başbûn an jî xirabbûna dewletê jî, bi pêkanîna vê wezîfeyê ve girêdayî ye.” 

Li gor ramanwerên serdema navîn, meşrûîyeta dewletê girêdayê pêkanîna misyonên olî bû û diva bû ku dewlet li ser rûyê erdê nûnertiya Xwedê bike. Li gor nêrîna Karl Marx jî; dewlet di destê çînên serwer de alavekî zordestiyê ye û xizmeta çînên serdest dike û meşrûîyeta xwe jî, ji vê xizmetê werdigre.

Awayên Bikaranîna Serwerîyê

1- Serweriya Kevnoşopî

Di vê şeklê serweriyê de kar û çalakiyên rêveberan û têkiliyên birêvebirin û hatin birêvebrirênê, li gorî adet û kevneşopiyan ve tê kifş kirin. Îteatiyeka “sitûxwarkirineka” teqez heye. Birêvebirin ji bavê digihêje kur. Guherîn, hêdî hêdî pêk tê.

2- Serweriya Qarîzmatîk

Serweriya serokekî xwedîhêz e. Di civakê serok serweriya xwe, ji serkeftinên xwe û karên ku pêk anîye werdigre. Mesela serok Barzanî.

3- Serweriya Rasyonel An Jî Zagonî

Serwerî, di çerçoweyek zagonî de dimeşe. Di civakên hemdem de tê dîtin ku di vê şeklê serweriyê de pirensîba “cudatiya hêzan” ango, Qanûnçêkirin “yasama”, Birêvebririn û Darêzgerî “yargı” tê cîbicîkirin.

Mafên Şexsan Ên Bingehîn Û Serbestiyên Wan

Ev maf, mafên şexsan ên bingehîn in û nikarin werin dewirkirin. Mafê fikirîn, belavkirina fikirînê, mafê destxistina milk (malhebûn) û mafê bijartin û hilbijirînê û hwd… Ev maf ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (BM) ve di 10 Kanûn 1948 – ê de di Daxuyannameya Mafên Mirovî de hatine destnîşankirin.

Dewlet Çawa Derketiye Holê?

Di warê derketina holê ya dewletê de gelek teorî hene, lê mirov dikare bibêje ku ên sereke ev in:

1- Dewlet saziyeka xwazî ye û wiha derketiye holê.

2- Dewlet saziyeka çêkirî ye û wiha derketiye holê.

1- Dewlet Saziyeka Xwezayî ye.

Ji aliyê Platon ve tê parastin. Platon dewletê wek organîzmeyek makro “herî mezin” dibîne. Platon, bingeha dewletê di xwezayê de û di tebîeta mirovî de dibîne. Platon dibêje ku, tu kes nikare bi serê xwe tenê hewcedariyên xwe pêk bîne û lewma jî, pêdivî bi alîkariya hinekên din heye. Platon dîsa dibêje ku: “Di civakekê de rêveber divê fîlozof bin û fîlozof jî, divê rêveber bin.” Arîstoteles jî vê ramana Platon ya ku dibêje; “Dewlet saziyeke xwezayî ye.” dipejirîne û dibêje ku, mirov xwediyê navgîna “taybetmendiya” jiyana civakî ye. Di nav mirovan de û li cem wan, meyla “jiyaneka bi hevdu re” heye. Çimku taybetmendiyên ku xwezayê daye mirovan, ew ancax di civakekê de dikarin vê yekê pêk bînin. Ji ber vê yekê ye ku dewlet, li cem mirov digihêje bingehekê û dibe berdewama xwezayê.

2- Dewlet Saziyeka Çêkirî ye.

Ji aliyê J. J. Rouseau, T. Hobbes û J. Locke ve tê parastin. Li gor T. Hobbes, mirov ji tebîetê xwe ve jixwerexwaz “egoîst, xweperest” e. Bi tenê, ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Ji bo ku bi tenê ji bo berjewendiyên xwe têdikoşe “ Mirov, gurê mirov e.” Ev yek jî di nav mirovan de rê li gelemşeyan “şer, pêvçûn, nerazîbûn” vedike. J i bo rêliberdadana gelemşeyan, mirov têne cem hevdu û sitûyên xwe ji otoriteyek raser re ditewînin. Bi vî awayî organîzasyona siyasî, ango dewlet dertê holê. J. J. Rouseau jî, di berhema xwe ya bi navê “Peymana Civakê” de dibêje: “Dewlet, di encama peymaneka ku mirovan di navbera xwe de çêkirine û ku dixwazin bi saya vê peymanê serbest bijîn, derketiye holê.” Armanca vê peymanê ew e ku, mirov bi awayekî misoger bigihêjin wekhevîyê. Ev peyman, bi saya îradeya şexsan ya serbest, pêk tê.

Lêgerana Bandêreka Îdeal

Hindek ramanwerên ku bandêra sîyasî ne bi dilê wan bû, li bandêreka îdeal gerîyan.

Lêgerana vê bandêreka îdeal, rê li du ramanên dijber vekir…

1- Yên Ku Ji Bandêreka Îdeal Bawer Nakin

A) Fîlozofên Sofîst

Fîlozofên Sofîst dibêjin, dewlet saziyeke çêkirî “nexwezayî” ye. Mirov, pîvana hemû tiştî ne û her tişt, li gor mirov diguhere û bandêreka ku ji aliyê hemû mirovan ve were xwestin jî tune. Di xwezayê de çawa ku ên xwedîhêz dikare xwe biparêze û dijî, di civakê de ên xwedîhêz divê ku serwer bin.

B) Fîlozofên Nihilîst

Nihilîst, hemû cure nîrx, armanc û otorîteyê red dikin û dijberê hemû zordestiyên civakî, siyasî û exlaqî ne. Ji ber vê çendê jî, ji ber kul i dijê xwezaya mirov e; dewlet û hemû celebên bandêra civakî red dikin. Di vê xalê de mirov dikare bibêje ku, bi Anarşîzmê re heman ramanê parve dikin. Çimku li gor Anarşîzmê jî, dewlet çavkaniya gelek xirabiyan tê dîtin û ji bona ku civak bikaribe bextewar bijî, divê dewlet ji holê were rakirin.

2- Yên ku baweriya xwe bi bandêreka îdeal tînin, ku ev jî (3) beş in.

a) Yên ku ji xwe serbestiyê wek bingeh dibînin.

Ji vê ramanê “tevgerê” re liberalîzm tê gotin. Takekesîtî “ferdîtî” li pêş e. Ji bona hebûna bandêrek îdeal, pêdivî bi serbestiya ferdan heye. Wekhevî jî, ancak dikare wekheviya azadiyan be. Serbestbûna şexsan, mafê wan ê herî xwezayî ye. Nûnerên vê ramanê A. Smith, St. Mill û John Locke in.

b) Yên ku wekhevîyê wek bingeh dibînin.

Ji vê ramanê re sosyalîzm tê gotin. Mafê bingehîn ê şexsan, jiyanek wekhev e. Ji bo avakirina wekheviyê jî, divê hemû haletên (alavên) hilberandinê ji destê şexsan werin derxistin û bibe malê hemû civakê. Serbestî, di rêza duyemîn de tê dîtin. Bandêra îdeal jî, ancax di civakek bêçîn de dikare pêk were. Parastkarê vê ramanê S. Simon, R. Owen û K. Marx in.

c) Yên ku edaletê wek bingeh dibînin.

Ev tevger an raman, mirov dikare bibêje ku li dijê lîberalîzm û sosyalîzmê wek bertekekî “tepkîyek” derketiye holê. Edaletê wek pirensiba bingehîn dibînin û wiha bawer dikin ku, li ser bingehê wekhevî û serbestiyê, civakek îdeal dikare were ava kirin. Mafê şexsan ên bingehîn û serbestiya wan, esas e. Pîvanên bandêrek îdeal wiha tê vegotin: Serbestî, wekhevî, edalet, raseriya hiqûqê, serweriya gel û demokrasî. Parastkarê vê ramanê ê sereke, J. Rawis e…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin