Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Afirandina Jinê

Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Afirandina Jinê

Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Afirandina Jinê   

Piştî ku Prometheus bi jîrîtiya xwe agir ji Zeus didize û dide mirovan, nîjada mirov xwe li quretiyê girê dide û tor dibe. Piştî vê bûyerê, bi armanca sizandana mirovan; Zeus jinê dide afirandin û wê dişeyne nav mirovan. Zeus ji kurê xwe Hephaîstos dixwaze ku, ew jinê biafirîne. Li ser daxwaza bavê xwe Zeus, Hephaîstos avê tevlî heriye dike û peykereka bêdew diafirîne. Di dema çêkirina peykerê de jî, Hephaîstos; Aphrodîte a jina xwe, wek model hildibijêre, ku  Aphrodîte Xwedawenda herî bêdew ya çiyayê Olîmposê tê hesibandin.

Dema ku peyker temam dibe, di dewsa rih de jî; Hephaîstos, pêtekê dixe nava dilê wê. Wê demê çavên peykerê vedibin, liv dikeve dest û lingên wê, lêvên wê dilepitin û dest bi axaftinê dike. Ji bo xemilandina wê, hemû Xweda û Xwedawend, alîkariya wê dikin. Her Xweda û Xwedawend, ji taybetmendiyên xwe tiştekî didinê û navê Pandorayê lê dikin, ku di zimanê yewnanî de di wateya “Hemu Diyarî” de ye. Athena, kayîşeke delal û cilên bixeml didê. Perîyên Kharîtesî, gerdeniyên zêrîn dixin sitûyê wê.

Aphrodîte delaliya xwe û Horayên kezîdelal jî, gurzên kulîlkan bi serê wê ve vedikin. Hermes jî xiyanetê û gotinên xapînokî dixe dilê wê. Piştî hemûyan Zeus, qutîyeke devdadayî diyariyê wê dike û şîreta nevekirina devê qutîyê dide wê. Zeus wiha bang li Pandorayê dike: Pêwîst e tu devê vê qutiyê venekî û tiştên ku têde ne dernexî derve.

Nexwe wê hemû tiştên di qutîyê de derbikevin derve û wê hemû tiştên xirab, li ser rûyê erdê belav bibin. Pêşeroj (diwaroj) û bextewariya mirovahiyê, girêdayê vê yekê ye û divê tu caran, ev qutî venebe.” Piştî qedandina gotinên xwe Zeus, Pandoraya jina yekemîn; bo Epîmetheusê birayê Prometheus dişeyne dinyayê.  Prometheus beriya vê bûyerê, şîreta nepejirandina diyariyên Zeus li birayê xwe kiribû. Lê digel vê şîretê, Epîmetheus xwe li hember bêdewiya Pandorayê nagire û pêre dizewice. Lê Pandora jî wek hemû mirovan bimeraq e û piştî kurtedemekê hatina dinyayê, dev ji şîreta Zeus berdide û devê qutîyê vedike.

Çî xirabiyên ku di qutîyê de hatibûn bicîh kirin; wek xirabî, nexweşî, êş, kalitî, bêrûmetî û hwd. ji qutiyê der diçin û bi carekî, li ser rûyê dinyayê belav dibin. Pandora bi çewtiya xwe dihise û devê qutîyê dadide. Piştî ku devê qutîyê tê dadan, yek tişt tenê di qutîyê de dimîne; ku ew jî Hêvî ye. Hêvîya ku, her dem wêrekiyeke dide mirovan. Bi vî awayî Zeus bi riya şandina Pandorayê ji mirovan tola xwe hildaye. 

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin