Di Mîtolojiyê de Evîna Eros û Psykhe

Di Mîtolojiyê de Evîna Eros û Psykhe

Di Mîtolojiyê de Evîna Eros û Psykhe

Di mîtolojiya yewnan de Eros jî wek diya xwe Afrodîtê, delalî û coşîyê tîne dinyayê, dilên mirovan bi agirê evînê dişewitîne, bextewarîyê dide wan, an jî dawîya wan zûtir amade dike. Du baskên wî hebûne. Li gor mîtosê bi van baskên xwe difiriya û li hemû cîhanê digerîya, cîhên ku lê derbas dibû jî bêhna kûlîlkên cûrbecûr belav dikir. Her dem di destên wî de tîrên wî amade bûn. Bi tîrên xwe dilên mirovan birîndar dikir, yên ku dilê wan birîndar dibûn jî, dibûn evîndarên hevdu. Û rojekî ew jî bû evîndarê delalekê.

Psykhe (Giyan-Rih) ji sê keçên qralekî ya herî spehî bû. Hewqasê spehî bû ku yên çav pê diketin, digotin qey ew Afrodîte ye û wek xwedawendekê wê dihewandin. Lê, keyfa Afrodîteyê qet ji wê yekê re nehat. Bang li lawê xwe Eros kir û jê xwest ku Eros ya Psykheyê bike evîndara zilamê herî ar yê cîhanê. Eros bi nîyeta ku wê fermana dêya xwe bîne cîh dertê rê. Belam di dema sepandina fermana diya xwe de çavên wî bi çavên Psykheyê dikevin û delaliya psykheyê aqilê wî ji serî wî dibe û aşiqê Psykheyê dibe. Piştî vê rûdanê, ya Psykheyê dibe qesreka bisehr.

Qesra ku di nîvê daristenekê de hatiye avakirin. Ev qesr, qesreka xalî û bêdeng bû. Dema ku şevê xwe berdida erdê, xortê bibask beyî ku kes wî bibîne difiriya û xwe berdida qesrê, bi hezkiriya xwe re şa dibû. Di qesra bisehr de hemû tiştên ku mirov wan bixwazin hebûn, lê çavên Psykheyê ji bilî Eros tu tiştî nedidît. Lê Eros bi tenê bi şevan dihat û rûyê xwe nîşanê Psykheyê nedida. Vedana agir jî di qesrê de qedexe bû û ji bo vexistina agir an ronahiyê, lawlawa Psykheyê jî feyde nade Eros qet suretê xwe nîşanê Psykheyê nade.

‘Heta tu xefîya (sira) evîna me di dilê xwe de biweşêrî, wê tu yê bextewar bijî. Qet li min nepirse, nizanibe ez kî me û lawê kê me? Hema wisa bêpirs, bêşert û bêmeraq ji min hez bike. Tiştê ku ez ji te diveşêrim nepirse û dawî li bextewarîya xwe neyne.’ got jêre Eros. Û psykheyê jî vê yekê pejirandiye. Beyî ku bizanibe çî ye û çî kes e, ji Eros hez kiribû. Bi hevdu re gellekî bextewar bûn, lê piştî demekî xwehên Psykheyê wê dihezidin. Xwehên Psykhe rojekî jêre dibêjin ku evîndarê te zilamê herî ar û hov, yê cîhanê ye.

Hege zilamekî delal bûna, xwe ji te nediveşart û ya te wiha di nîvê daristeneka xipîxalî de êsîr nedikir. Xwehên wê aqlekî dane Psykheyê û li gor vê pêşnîyarê wê Psykheyê, piştî razana Eros wê derfeta dîtina rûye Eros bi dest bixista. Psykhe bi ya xwehên xwe kir û piştî ku findekî vexist, serê findê beyî ku bitefîne bi wazoyekî dada û li benda Eros ma. Eros, beyî ku haya wî ji tu tiştî hebe dizivire qesrê û xwe berdide nav û navtenga evîndara xwe. Piştî razana Eros, Psykhe wazoyê ji ser findê radike û rûyê xweşmêrê Eros yê delal û spehî dibîne. Psykhe, ya Eros gelekî diecibîne û bi vê yekê evîna wê ji zêdetir dibe…

Psykhe dema ku xwe davêje rûyê wî ku biramise, dilopek ji donê mûmê (findê) diniqute ser milê Eros yê tazî. Eros bi êşeka ku laşê wî dişewitîne hişyar dibe û çav bi Psykheya evîndara xwe dikeve. Piştî têdigihêjê ku Psykhe li ser soza xwe nesekiniye, difire û ji qesrê dûr dibe. Piştî çûyîna Eros, Psykhe gelekî poşman dibe û bi êş û xemgînîyeke mezin li Eros digere. Psykhe gelekî li Eros digere, lê mixabin li tu derî wî nabîne. Rojekî di dawîya rêya xwe de rastê qesra Afrodît dibe û tê li derîyê Afrodît dide, da ku Afrodît lê were rehmê û cîhê lawê xwe Eros jêre bibêje. Lê Afrodîte di dewsa ku wê alîkariya wê bike, wê di qesra xwe de dike qerwaş û weke koloyekê wê dişûxulîne. Bi hêvîya ku wê rastê Eros were, Psykhe her karê ku jê dihat xwestin pêk dianî û dengê xwe nedikir. Piştî ku milê Eros baş dibe û dibihise ku evîndara wî di qesra diya wî de wek qerwaşekî tê şixûlandin, ji bo ku Psykhe were efûkirin, dertê çiyayê Olîmposê warê Xwedayan. Eros xwe diavêje ber lingê Zeusê xwedayê xwedayan, da ku ya Psykhe efû bike û Psykhe wek jina wî were pejirandin. Zeus vê daxwaza Eros qebûl dike û ferman dide Hermes, da ku Psykheyê bîne çiyayê Olîmposê. Psykhe dertê qata xwedayan, bi Eros re tê zewicandin û jiyaneka bextewar dijî.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin