Di Mîtolojiya Yewnan de Eurora û Zeus

Di Mîtolojiya Yewnan de Eurora û Zeus

Di Mîtolojiya Yewnan de Eurora û Zeus

Li gor vê mîtos/çîrokê, Eurora keçeka delal e û Surîyeyê ye. Bi ten a xwe ya çirîsok/birqok, navdar e. Li gor gotinan ji şahîyan û gerê, gellekî hez dikir. Ji sibehê heta êvarê, bi hevalan re li kevîya behrê û li çolwaran digeriya. Dîsa di rojake wiha de, dema ku Eurora bi hevalan re ji bexçeyeke kulîlkan dicivîne, Zeus çav pê dikeve. Delalî û bêdewîya Eurorayê, aqilê Zeus ji serê wî dibe. Ji bo ku bikaribe bi dizî û beyî ku haya jina wî Herayê jê hebe, xwe dixe şeklê ganêrekî û li hawirdora bexçeyê ku keçik jê kulîlkan dicivînin digere. Keçik dema çav bi ganêr dikevin beyî ku ji ganêr bitirsin, xwe nêzîkê wî dikin û dixwazin ku hebekî jê hez bikin.

Dema ku Eurora nêzîkê Zeus dibe hema wê demê Zeusê ku xwe xistiye şeklê ganêrekî, li ber lingên Eurorayê xwe dirêjê erdê dike. Eurora destê xwe di pişta ganêr de digerîne, hebekî pişta wî miz dide û piştra jî, li pişta ganêr siwar dibe. Hema wê demê ganêr wisa Eurora li pişta wî, ber bi behrê we dibeze. Ganer xwe li pêlên behrê dide û bi lez ji wê derê dûr dibe. Piştî ku digihêjine ser rûyê erdê, Zeus wê li bin dareka çinarê ji pişta xwe datîne, ji postê ganêr derdikeve û xwe bi Eurorayê dide naskirin. Horayî, livînên wan amade dikin. Dara çinarê dibe siya wan û li bin siya darê, bi hev şa dibin. Tê gotin ku sedemê pelneweşandina dara çinarê, ev bûyer e. Ji vê hevşabûnê, Mînosê qralê Giridê hatiye dinyayê.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin