Rasyonalîzm

Rasyonalîzm

Rasyonalîzm / Aqilparêzî    

Rasyonalîzm, ew şeklê ramanê ye ku di her babetê de aqilê mirovî, ji xwe wek bingeh dibîne. Peyva ‘Ratio’ bi zimanê latinî ye û di wateya aqil û nîspet (rêje, oran) de ye. Di felsefeya zanayîyê de rasyonalîzm ew raman e ku bawerîya xwe bi zanayîya ji aqil der diçe, tîne. Di heman demê de rasyonalîzm li hember hestan aqil, li hember wehîyê yên ku bi rêya aqil têne bidestxistin, diparêze. Herweha li hember zanayîya emprîk, wiha diparêze ku berîya deneyê, aqil girîng e. Li gor vê ramanê (nêzîkayîtêdanê) aqil, ji deney û ji têgîhanên sehekî bi rêya deneyê têne bidestxistin, serbixwe ye.

Rasyonalîzm

1- Di dema bikaranîna aqil de, bkaranîna zanayîyên ku ji aqil tên.

2- Ferdparêzîyê (takekesîtî- indîvîdualîzm) wek bingeh dibîne.

Li gor nêzîkayîtêdana rasyonalîzmê, berîya her tiştî divê şexs astengên li pêşîya fikirîna xwe ji holê rakin û piştî ku zemîn hate pakijkirin, bi tenê divê li ser xalên ku bi awayekî mentiqî bikaribin werin peyîtandin, zanayîyan hilberîne. Gelek nûnerên vê ramanê hene, lê yên sereke mirov dikare wiha bihejmêre:

1- Platon (Eflatûn)

2- Arîstoteles

3- Farabî

4- Descartes

5- Hegel

1-Platon (Eflatûn)

Platon di serdema pêşîn de yek ji wan fîlozofên girîng e û bi rêya diyalogên xwe, xwestiye ku sistemeka zexim ava bike.

Mirov dikare felsefeya Platon ya zanayîyê wiha şirove bike:

1- Platon wiha bawer dike ku zanayî, ji zayînê ve tê. Ango wiha bawer dike ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê zanayîyê ne. Di vê baweriya xwe de nemaze ji nêrîna Sokrates ya reenkarnasyona rih ketumet bûye û vê nêrîna wî ji bo ramanên xwe wek bingeh hilbijartiye.

2- Platon wiha bawer dike ku giyan (rih) berê cîhana îdeayan dîtiye û carekê din zivirîye dinyayê. Tiştên ku ji bîr kiriye jî, di dema jiyana wî de têne bîra wî.

3- Teorîya wî ya bîranînê, xwe disperê teorîya wî ya du cîhanan. Cîhana fizîkî ya ku em têde dijîn, di esasê xwe de cîhaneka qelp (qopî) e û texlîdê (qopîya) cîhana forma (îdea) ye. Form, şeklê herî baş (îdeal) ya heyînê ye. Heta ku afirander jî, vê dinyayê li gor van forman afirandiye. Hemû heyînên li vê dinyayê, qopîyên dinyaya îdeaya (forma) ne.

4- Forma her heyînekî/kê heye. Heta forma heyînên razber (soyut) jî heye. Çawa ku îdeaya darê, pelê û ya rengê sor heye, ya başî û edaletê jî heye. Hemû zindîyên vê dinyayê, para xwe ji îdeayê distînin û ji bo ku bikaribin bigihêjine wê, di nav hewl danê de ne.

5- cîhana îdeayan ji bo ku bi sehekan nayê têgihiştin, bi aqil têne zanîn. Çimku sehekên me bi texlîdên wan re rûbirû dibin û texlîdê wan dibînin. Ji ber vê yekê jî sehekên me, nikarin bigihêjin cîhana îdeayan. Lê dikarin hindek delîlan bidin me û ji ber vê yekê jî sûdmend in (ango, bi kêrî me têtin). Bi tenê bi saya aqil mirov dikare xwe ji cîhana sehekî rizgar bike û bigihêje cîhana îdeayan (forman).

6- Platon zanayiyê dike sê beşan

1- Zanayîya rast

2- Zanayîya çewt

3- Bawerî

Bawerî di navbera zanayîya rast û zanayîya çewt de ye. Zanayîya rast, zanayiya heyînên rasteqîn (zanayîya îdeayan, zanayîya forman) e û zanayîya çewt jî, zanayiya ku bi rastî tune nin, ne.

7- Li gor bîr û bawerîya Platon tegihîna sehekî, zanayîyên çewt didin me. Cîhana sehekî, her dem di nav têkiliyekê de tê têgihiştin û zanîn. Em dikarin bo nesneyekî bibêjin ku ew zer e, sor e, bêhna wê xweş e an jî hişk e. Belam ev yekên ha, wesfên wê nesneyê ne û bi serê xwe wan nesneyan ranaxin holê. Ji ber vê yekê jî zanayîya rast, ji têgîhînê (algiyê) dernayê.

8- Nexwe, zanayî ew daraz e ku bi rêya aqil û delîlên wê tê hilberandin. Darazên bi vî rengî, zanayîyên forman (îdeayan) diguncînin. Herweha zanayî ne zanayîya yeko yeko ya nesneya ye, ya qada wan ya tevahî ye.

Çend Taybetmendiyên Cîhana Îdeayên Platon

1- Bêdestpek û bêdawî (ezelî û ebedî) ye.

2- Mitleq e.

3- Raserî sehekên me ye.

4- Nayên guherîn.

5- Ne girêdayê demê ye.

6- Bi çavan nayê dîtin.

7- Bi aqil tê têgihiştin.

2- Arîstoteles

Arîstoteles damezranerê felsefeya sîstematîk e û bingehên zanista mentîq, metafîzîk û gelek şaxên din yên felsefî ji aliyê wî ve hatiye avêtin. Di cîhana îslamê de wek mamosteyê pêşîn tê nasîn û li cîhana rojava jî, jêre ustad tê gotin. Bêguman mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Arîstoteles fîlozofekî mezin e û di wê dewrê de mamostetiya Îskenderê Mezin kiriye.

Mirov dikare felsefeya wî ya zanayîyê wiha şirove bike.

1- Wek mamosteyê xwe Platon, li cem Arîstoteles jî zanayî, ancax zanayîya ya tevayî (ya tumel) ye û zanayiya yên tekane (yekhejmar, tekîl) tune. Ew ancax dikarin bibin mînakên tevayîyê (tumelê).

2- Arîstoteles cûdahiya cîhana forman û sehekan, napejirîne. Li gor bîr û bawerîya wî form di nav maddeyê de veşartîye û bi awayekî potansiyel, di naveroka wê de heye. Mesela em bibêjin forma dareka hejîrê, di toximê xwe de ye û pêvojoya heta ku ew toxim bibe dareka qirase û hejîran bide, di toximê hejîrê de bi awayekî potansîyel heye.

3- Li gor Arîstoteles, em bi livokên xwe yên sehekî nêzîkê heyînan dibin. Her livokeka me, xwediyê nesneyeka sehekî ye. Dema ku bi van livokên xwe, xwe nêzîkê nesneyan dikin; ango dema ku em wan dibînin, seh dikin, dest didin wan û hwd. nesneyên me yên sehekî ku bi awayekî potansîyel li cem me hene, xwe aqtîv dikin û têgihînên me yên ku ji wan tên, dikarin rast an jî çewt bin.

4- Têgihiştin, her dem bi ber bi formên zêhnî ve ye û bi formên zêhnî re têkildar e. Têgeh, di darazekî de têne civandin. Belam, ji ber ku têgihiştin xwe disperê têgehên li jêrên xwe û wiha didarizîne, çewtîyekî derdixe holê. Lewra têgihîn, herçiqas xwediyê nîrxeka bilindtir e jî, bi rêya têgehan didarizîne.

5- Li gor nêrîna Arîstoteles zanayî, zanayîya tevayî ye, zanayîya ya gerdûnî ye. Ji bo bidestxistina zanayiyeka bi vî rengî, di destpêkê de divê ciyewaziya cins û cudahiya wê, were destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî li cem Arîstoteles zanayî, di wesfê zanayîya zanistî de ye.

6- Di zanayîya zanistî de şertê pêşîn ew e ku divê mirov bi hilika wî tiştî bizanibe/derxe holê. Dayîna hilika tiştekî jî, bi eşkerekirina sedemê wê pêk tê. Pêzanîna sedemê tiştekî jî, ancax bi awayekî rasteqîn bi pêzanîna wî tiştî dibe.

7- Arîstoteles teorîya xwe ya çar (4) sedaman pêşkêş kiriye û gotiye ku bi rêya ceribandina van çar (4) sedeman, mirov dikare xwe bigihîne zanayîyê.

Ev çar (4) sedem jî ev in.

1- Sedemê maddî

2- Form

3- Sedemê çalak

4- Sedemê teleolojîk (sedemê mebestî) ne.

Em dikarin van çar sedeman bi mînakeke şirove bikin

Mesela dema ku em peykerekî çêkin, me ew peyker jî çî çêkiribe (ji herîyê, ji mermerê, an jî em bibêjin ji bronzê) ev yek sedemê maddî ye. Peykera ku bi şeklekî dertê holê, form e. Peykertraşê ku vê heykelê çêkiriye, sedemê çalak e. Ya dawî jî, me bi çî armancê ew peyker çêkiribe (ji bo firatanê, ji bo xwe, ji bo pêşandanekê taybet û hwd.) ev yek jî, sedemê teleolojîk e. Ango, sedemê mebestî ye.

8- Zanayîya van çar (4) sedeman, ji bo têgihiştina cinsê nesneyê, wê bi kêrî me were. Û piştra, wê em ê bikaribin cudahiya vê cinsê ji yên din destnîşan bikin û danasîneka wê bidin. Mesela pirsa ‘Mirov çî ye’ wê li gor çar (4) sedeman were şirovekirin, ferqa wî ya ji heywanan wê were destnîşankirin û wê mirov xwe bigihîne encameka/danasîneka wek ‘Mirov, ew heywan e ku difikire.’

a- ‘Ez ji mamosteyê xwe hez dikim, lê ne qasî rastiyan.’ Arîstoteles

b- ‘Li dinyayê tiştê herî baş ew e ku, ya mirov herî zêde bextewar dike.’

3- Farabî

Farabî, fîlozofekî îslamê ye û di sedsala 9 an de li Maveraunehîrê, li gundê Farab hatiye dinyayê. Bavê wî leşkerek bû. Belam derheqê jiyana wî de zanayîyên me gelek kêm in. Lê em dizanin ku wî demeka kurt qazîtîyê kiriye û gelekî di bin bandûra tevgerên dema xwe yên fikrî û kulturî de maye. Mirov dikare derheqê zanayîyê de ramanên wî wiha şirove bike:

Farabî, aqil dike du beş

1- Aqilê pratîk

2- Aqilê teorîk.

Farabî aqilê teorîk jî di nav xwe de dibe sê beş:

1- Aqilê maddî

2- Aqilê çalak

3- Aqilê ku hatiye qezenckirin

1- Li cem wanekan (nesneyan) wesfên ku têne hizirkirin û bihîstin, bi hevre ne. Yên ku têne bihîstin, ji bo ku zû deng li sehekên me dikin; em zû têdigihêjine wan. Di vê têgihiştinê de bi awayekî potansîyelî wesfên ku têne fikirîn jî cîh digrin.

2– Ji bo Farabî têgeha herî girîng ya ku gelekî li ser rawestiya ye, aqilê çalak e. Bi tenê aqilê çalak zanayiyên ku bi alîkariya sehekan têne bidestxistin, wan ji wesfên wan yên maddî cuda dike û dest bi têgihiştina wesfên ku têne fikirîn dike. Ev yek, asta fikirînê ya razber (soyut) e. Di vê xalê de mirov, êdî hatiye wê radeya têgihiştina xwe.

3- Aqilê ku bi aqilê çalak gihêjtiye behreya fikirîna razber, derbasê asta aqilê ku hatiye qezenckirin dibe û têdigihêje formên razber. Belam ev rade, ji feraset û bestê (îlham) pêk tê. Di vê astê de êdî perdeya ku li ser wanekan heye, radibe. Mirov dikare bibêje ku ev ast, asta razberbûnê ya mitleq e. Herweha ev ast, asta herî bilind ya aqil e û li gor bawerîya Farabî, kêm mirov dikarin bigihêjin vê astê

4- Renê Descartes

Renê Descartesê fîlozof, zanyar û matematîzan, di 31 Adara 1596 an de li navçeya Tourainê, li La Haye’yê hatiye dinyayê. Babê wî hiqûqzanek bû û Descartes di malbatê de wek zarokê çaremîn hatibû dinyayê. Rene Descartes ji zayîna xwe ve zarokekî narîn û şikestok bû. Di dema zayînê de hindik maye ku bimire. Piştra bi xêra dêşîra xwe, xwe bi ser hev ve daye û jiyana xwe domandiye. Lê narîntîya laşê wî, carinan bi kêrî jî dihat. Mesela li dibistanê roja lehdê hemû zarok serê sibê zû radibûn, lê ew heta wextê nîvro radiza. Di demeka kurt de, pêderxistin ku Descartes zarokekî aqilraser e. Heta heşt saliya xwe, ji aliyê mamosteyên taybet ve hatiye perwerdekirin.

Di sala 1604 an de, ji bo xwendinê wî dane dibistaneka cizwîtan. Ev dibistana ku bi navê ‘La Fieche’ dihat nasîn, di wê demê de yek ji wan dibistanên herî baş yê Ewrûpayê bû. Descartes di vê dibistanê de deh salan hatiye perwerdekirin û di nav van deh salan de dersên qlasîkên yewnan û romayê, zimanê fransî, mûzîk, şano, siwarî û eskrîmê sitandiye. Dibistana La Fieche di warê felsefeyê de girêdayê dazanîna Arîstoteles bû û perwerdeyeka skolastîk dida xwendevanên xwe. Descartes dibêje Şika Metodîk ya ku min bingeha wê avêt, di demên vê dibistanê de ku wek barekî giran bû li ser pişta min, hatiye hilberandin. Piştî qedandina La Fiecheyê, Descartes dikeve Zaningeha Poitiers û piştî du salan dîplomeya hiqûqê wergirtiye. Lê wî hiqûqzanîyê an jî ev bibêjin parêzerîyê nekir û di dewsa vê yekê de bi armanca xwendina pirtûka dinyayê’ û vekolandina kesayetîya (xwebûna, benlîka) xwe dest bi nivîskariyê kiriye. Di vê dewrê de Descartes xwe hê jî xwe nezan dihesibîne û dibêje ku ji bo zanîna tiştekî, an jî cudakirina başî û xirabiyê, ez hê ne xwediyê tu pîvanekî me û dikeve nav lêgerîneka bi vî rengî.

Di sala 1618 an de Descartes diçe Felemenkê û bi dilê xwe, xwe li Artêşa Orangê dinivîsîne, beşdarê Şerên Sih Salan dibe, lê di dema şer de tu carê yekser nakeve pêvçûnan. Leşkerîyê derfeta fikirîna kûr daye wî. Di sala 1619 an de xewnekî dibîne û wiha difikire ku di dawîya vê xewnê de cogito ergo sum; ango, bingeha zanistek nû avêtiye. Di navbera salên 1621 û 1628 an de piştî geştên xwe yên Macarîstan, Fransa û Îtalyayê, li Felemenkê bi cîh dibe. Bi taybetî jî pirtûkên xwe yên bi navê Axaftinên Li Ser Rêbazê, Medîtsayon û Hêmanên (Prensîbên) Felsefeyê dinivîsîne û bi nivîsandina van pirtûkan re jî bi bêolîtîyê (dînsizîyê) hatiye tawanbar kirin û jêre kartezyen-bêol hatiye gotin.

Pirtûkên wî, dikevin nav lîsteya pirtûkên qedexe. Hê di dema dibistana Cizwîtan de jî, xebatên Galileî, Kepler û astronomîyê dişopand û di dibistanê de jî beşdarê komên ku xebatên bi vî dişopandin, dibû. Di vê dewrê de bala xwe dide geometrî, fizîk û optîkê û ev baldarî, wiha demekî din dom dike. Di vê dewrê de pirtûkên wî yên Diyoptri (bi mercekê re têkildar e) û Meteors (kevirên esmanî re têkildar e) têne weşandin. Lê bi taybetî Descartes bi dîtina Analîtîk Geometrîyê re navdar bûye.

Denklema Kartezyen: x3 + y3 = 3axy

Denklema Parametrik: x = 3at/(1 + t3), y = 3at2/(1 + t3)

‘Tiştekî ku misoger e, heye.

Ji rastbûna tiştekî şikkirin.

Şikkirin, fikirîn e.

Fikirîn jî, hebûn e.

Nexwe, hebûna min bêşik e.

Difikirim, nexwe ez heme.

Zanayîya yekemîn, ev zanayîya zexim e.

Niha jî ez dikarim hemû zanayiyan ji vê zanayîyê derbixim.’ Descartes

‘Erdem, tekane rêya bextewarîyê ye. Mirovê ku koleyê navajoya xwe ye, dikare encax bigihêje xweşiyên demî. Dawiya vê yekê, êş û kerx e.’

Descartes (Ji pirtûka wî ya bi navê Dildariyên Rih)

Sê rêyên gihêjtina bextewarîyê hene…

1- Bi awayekî rast, zanîna rastiyê.

2- Xwestina rastiyê.

3- Devjêberdana xwestekên ne gengaz.

Di Reşemîya 1650 an de li Stockholmê ku li ser vexwendina şahbanûya Swêd çûbû wê derê, bi nexweşiya zatûreyê dikeve û dawî li imrê wî berhemdar tê.

Felsefeya Zanayîyê ya Rene Descartes

Descartes navekî girîng ya ramana nûjen e û teorîya wî ya zanayîyê, ya ku wî pêşkêş kiriye û dilêrîna wî ya matafizîkê, ne tenê di dewra xwe de, piştî mirina wî jî gelekî hatiye nîqaşkirin. Em pê dizanin ku wî gumanê wek rêbazekî bikar anîye. Guman (şik) ji bo Descartes bi tenê rêbazek bû û bi vê rêyê Descartes dixwest ku xwe bigihîne bingehekê misoger û xupxuya, ya ku êdî tu kes nikaribe jê gumanê bike.

Taybetmendiyên Felsefeya Zanayîyê Ya Descartes

1- Descartes beyî ku dest bi rêya hilberandina zanayîyê bike, hêmanên rêbaza ku wê wî bigihêjîne vê zanayîyê destnîşan dike. Li gor bîr û bawerîya wî: Tu zanayî hege wekî ku di matematîk û geometrîyê de bi awayekî eşkere ne hatibin destnîşankirin, wê neyête pejirandin û di destpêkê de bi awayekî deduksîyonî (ji hêmaneke giştî, ber bi tekanê (tekîlê) ve divê pêşnîyara tevayî were pêşkêşkirin û piştra jî bi rêya dahûranê (analîzê), divê ji bo rewşên tekan (yekhejmar) zanayî werin hilberandin û divê yên tevlîhev, werin hêsankirin.

Piştra ev zanayîyên ku ji bo rewşên tekan têne hilberandin, bi rêbaza enduksîyonê divê cardin werin qontrolkirin û zeximkirin.

2- Descartes pirsa ‘Heqîqet çî ye?’ dipirse û dixwaze ku heqîqet jî wekî ku di matematîk û geometrîyê de jî heye û hêsan e, ji ronahiya aqil derkeve holê. Lê Descartes di wê derdê de ye ku bingehekê peyda bike û hemû zanayîyan jî, li ser vê bingehê ava bike. Descartes dibêje ku ev bingeh bi saya ‘Rêbaza Şikber’ bi pêşnîyara ‘Difikirim, nexwe ez he me- Cogito ergo sum’ re derketiye holê. Encax bi tenê hebûnatî, têra misogeri û zelaliya zanayîyê nake. Lewra mirov dema ku difikire, ev yek tê wê wateyê ku hê jî bandora wî cinî ku Descartes qala wî dikir deye û bandor berdewam e. Nexwe divabû ku Descartes di nav ramanên xwe de tiştekî wiha bidîtana ku bi awayekî eşkere ev yek ji dereka din bihata. Ev yek jî, ramana Xwedê ye. Ramana Xwedê ya teqûz, ji ber ku ne hilbereka ramanên wî ye, ev yek tê wê wateyê ku pêzanîna Xwedê, bi tenê ji ber Xwedê ye. Hege ramana Xwedê li cem mirov bi tenê xeyalek bûna, wê demê ji ber ku mirov zîndiyek dawîndar e; wê ramana Xwedê jî ramanek dawîndar bûna. Ev yek jî, rewşek nakok e.

Ê baş e Descartes çîma wisa xwe bi ramana Xwedê ve girê dide?

Lewra hege Descartes bikaribe bipeyîtîne ku mirov dikare ya Xwedê bifikire, wê demê wê di nav sînorên ‘Difikirim, nexwe ez he me.’ de nemîne û wê demê ji bilî xwe, wê bikaribe nesneyên (wanekên) din jî bizanibe. Ango wê bikaribe derbasî cîhana wanekan jî bibe.

3- Bi fikra Xwedê, Descartes xwe ji wê rewşa neyînî ya ku şikê rê didayê xilas dike. Hege bi tenê bigotana ‘Difikirim, nexwe ez he me.’ wê ji şikê nikaribûna xwe rizgar bikirana û nikaribû derbasê cîhana wanekan bibe, derheqê wan de zanayîyan bidest bixe.

4- Wek gotina dawî em dikarin bibêjin Descartes wiha bawer kiriye ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê behreya (qabilîyeta) zanînê ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin