7 Nûwaze (Mîrateyên) Cîhana Antîk

7 Nûwaze (Mîrateyên) Cîhana Antîk

7 Nûwaze (Mîrateyên) Cîhana Antîk

Li seranserê cîhanê kesê haya xwe ji heft mîrateyên cîhanê tunebe û derbarê hostatiya mîrateyan de qet tiştek nebihîstibe, tuneye. Em li vir qala heft avahiyên binav û deng yên di serdema antîk de hatine çêkirin, dikin ku çêkirina her avahiyê bi destên hostayên xwedî huner, ked û sebr in pêk hatiye. Çima “heft” mîrateyên cîhana antîk lê ne kêm an jî zêde? Ji ber ku hejmara heft ji bo Yewnanî/Grekiyan hejmareke girîng û xwediyê wateyeke sêrkirî bû. Heft rojên hefteyekê, heft rojger û heft reng. Ji ber vê Grekiyan lîsteya xwe ji heft mîrateyên cîhanê çêkiribûn û ne deh an jî hejmareke din. Lîsteya heft mîrateyên cîhana antîk ji bilî du mîrateyê ji hêla hostayên Grekî ve hatine çêkirin.

Pîramîda Keopsê 2584-2561 beriya Zayînê

Sedema çima Pîramîda Keopsê hê jî di lîsteyê de cihê xwe digire û em çima pîramîdê weke mîrateyek ji mîrateyên cîhana antîk dibînin ev e, avahiya herî kevnar ya mîrateyên cîhanê ye û hê jî avahî li cihê xwe ye. Pîramîda Keopsê di eslê xwe de beşek ji kompleksa ku ji sê pîramîdên mezin û şeş pîramîdên piçûk pêk dihat, bû. Lêbelê hawirdora pîramêdê ya bi kevirê kilsînê xemilandî bû, bi demê re jê çûye û hema bêje qet nemaye. Li gorî çîrok û gotinbêjan her sê pîramîdên mezin ji bo Keops, Kefren û Mîkerînosê hatibûne çêkirin. Hema bêje tevahiya fîrewûn/faraoyên di pîramîdê de bi zêr û zîvên giranbuba hatine veşartin lêbelê darbesta li derveyî pîramîdê bêhtir, di Pîramîda Keopsê de heya vê demê delîlên ku destnîşankirina abîdeyê bike, nehatiye dîtin. Tê gumankirin ku bi wê darbestê meyîdê Keopsê anîne pîramîdê û li wir veşartine. Çêkirina Pîramîda Keopsê bi qasî 20 salan kutaye, 147 metre bilind û 230 metre fireh e. Bi texminî hejmara kevirên avahiyê li derûdora 2.300.000ê ye.

Baxçeyên hilawestî/dardekirî yên Babîlê 600 beriya Zayînê

Li gorî gotinbêjan baxçeyên hilawestî yên Babîlê li bajarê ku em îro li ser nexşeyê bi hêsanî dikarin bibînin û bi pêçiyên xwe destnîşan bikin, li Bexdeya Iraqê bûye. Şaneşînên rêzkirî yên yek bi yek çarmedor bi dîwaran vegirtî û şaneşînên bi dar, nebat, gul û sosin bûn. Şaneşîn bi wê rengî hatibûn çêkirin ku dema meriv lê dinihêrî ji xwe xwe re digot qey şaneşîn li jorî peravên çemê Feratê hatine hilawestin. Bi sîstemeke avdanê ya bi hostatiyeke mezin û bêqisûr bû, bi cihokên binê erdê dar, nebat, gul û çîçekên li ser şaneşînê dihatin avdan. Keyê Babîlê Nebukadnezar ll ji hal û rewşa jina xwe qet kêfxweş nebû, bêhna jina wî Amytis teng dibû û her bi qeyran bû. Keybanû Amytis beriya zewaca xwe ya bi Nebudkadnezar ll re, jiyana xwe li cih û hawirdoreke bi hêşinnahî bihuriye lê piştî zewacê ji wê hawirdora xweşik veqetiyaye ku Nebudkadnezar sedema nexweşiya wê bi ji dûrketina hêşinnahiyê ve girêdaye û jê re şaneşînên hilawestî daye çêkirin. Nivîskarên ji serdema kevn ya Grekiyan çawa bi zelalî û hûrgilî mîrateyên din yên cîhanê vegotine, bi heman şêweyê li ser şaneşînên Babîlê sekinîne û vegotine.

Perestgeha Artemîsê ya li Efesê 550 beriya Zayînê

Perestgeha Artemîsê-jê re Artemîsiyon jî tê gotin, weke perestgeha pirr mezin ya ji serdema kevn tê zanîn. Li derûdora sala 550yê beriya Zayînê çêkirina perestgehê qediyaye. Perestgeh ji bo birûmet kirina Artemîsa(Dîana) ku Xwedawenda keçanî, zayînê û heyvê bû, hatiye çêkirin. Grekiyan qedr û qîmeteke mezin didan Artemîsê. Heyf ku perestgeh niha tune ye, Herostratos di sala 356ê beriya Zayînê de perestgehê dişewitîne. Bi vê kiryara xwe Herostratos mohra xwe li dîrokê dixîne ku armanca wî jî ji bilî bicîh kirina navê xwe ya di rûpelên dîrokê de bêhtir tiştekî din nebûye. Geliyê Efesê 30 sal şûnda biryara ji nû ve çêkirina perestgehê distînin lêbelê dîsa perestgeh di sala 262yê beriya Zayînê tê hilweşandin. Dema geliyê Efesê ji dînê xwe vedigerin û diherin li ser dînê nû, perestgehê ji kokê ve radikin û bi kevirên perestgehê avahiyên nû çêdikin. Heyşt stûnên 18metre dirêj hê jî di mizgefta Aya Sofyayê de tê dîtin.

Peykerê Zeusê ya li Olîmpiyayê ye 466-435 beriya Zayînê

Peykerê Zeusê beşek ji kompeksa ku ji perestgeh û peykerên cihêreng pêk dihat, bû. Perestgeh di navbera salên 466 heya 456ê beriya Zayînê de hatiye çêkirin û di sala 435ê beriya Zayînê de jî destpê çekirina peykerên din kirine. Ji tevahiya peykerên çekirî, peykerek bala her kesî dikişand û ev jî ya Zeusê bû. Peyker 9 metre dirêj bû û perestgeha Zeusê li hawirdora peykerê wî hatibû çêkirin. Hostayê peykerê Zeusê jî Fîdiyasê(Phidias) ji Atînayê bû ku peyker ji zêr û diranfîlê û çavên wî bi kevirên giranbiha çêkiriye. Bi hemû şemla xwe Xwedawendê mezin Zeus li çiyayê Olîmposê tîkkirî bû. Di mîtolojiya Grekiyan de ku bi taybetî ji agahiyên helbestvan Homerusê pêk tê, çiyayê Olîmposê mala Xwedawendan bû. Xwedawend li wir di nav xweşî û dewlemendiyê de bûn, û car caran Xwedawendê mezin Zeus birûsk vedida. Dema Grekiyên di sedsal 3 û 4 de ji dinê xwe vedigerin û diherin ser dînê Mesihiyan, dest ji ayînên li çiyayê Olîmposê berdidin. Peykerê dû re dihînin Konstantinopelê/Stembolê ku di sala 475an de di şewatekê de wenda dibe.

Aramgeha Mausolosê ya li Halîkarnasê 351 beriya Zayînê

Ji heft mîrateyên cîhana antîk, yek, aramgeha Mausolosê ye û li Halîkarnasê ye ku a niha jê re Bodrum tê gotin. Mausolos di navbera salên 377 heya 353yê beriya Zayînê li Karyayê walî bûye û hosî kiriye ku piştî mirina wî, wî li aramgehekê veşêrin. Dema mala xwe bar dike û dihere Halîkarnasê cihê aramgehê jî destnîşan dike. Xwenga/xwîşka wî ji bo wê aramgehê bi hostayê mezin Pytheos/Pîtos re dizewice û aramgehê dide çêkirin. Pîtos avahiyeke lakêşe û li ser wê avahiyê jî hespên pîkol yên bi gerdêle ye çêdike. Berê hespên pîkol li jor, li ezmên û di gerdêleyê de jî Mausolos bi kebaniya xwe re rûniştî bûye. Aramgeh ji aliyê hostayên binav û deng û mezin yên wê serdemê Skopas, Bryaxis, Timotheos û Leocharesê ve hatiye çêkirin. Dema Mausolos dimire, wî dişewitînin û xweliya wî di wê aramgehê de vedişêrin, û dû re laşê xwenga wî jî di wir de li tenişta xweliya wî vedişêrin. Di sedsala 15an de ji ber erdhejînekê aramgeh ji holê radibe.

Peykerê Gewre-Mezin yê Rodosê 292-280 beriya Zayînê

Bi latînî jê re “Kolosa” Rodosê tê gotin ku kolos di wateya gewre-mezin de ye. Peyker bi qasî 33 metreyê dirêj bûye. Peykerê mezin ji tûncê û Xwedawendê rojê Helios bûye. Em ji nivîsarên kevn ji hebûna wî peykerê agahdar in, lewre jêmahiyên peykerê qet hema qet nehatiye dîtin. Her çiqas em derbarê reng û rûçikê wî peykerê de tenê xwediyê vegotinê ne û me wêneyên wî nedîtine, dîsa jî hin zanyariyên me hene. Li gorî vegotinên bidest xistî, xortekî qeşeng û nîv tazî, porê dirêj û taca bi heft tîrêjên rojê bûye. Dîsa derbarê cihê Peykerê Rodosê de jî hê jî lihev kirinek çênebûye.

Çiraya Behrê ya li Îskenderiyeyê 280 beriya Zayînê

Çiraya behrê ya li Îskenderiyeyê, birca ewil ya bi çira ye. Li ser daxwaziya keyê Misirê, Ptolemaios Sorter l tê çêkirin. Lêbelê temenê wî têrê nake ku birca bi çira bibîne, lawê wî qedandina karê bavê pêk tîne. Ji sala 280 beriya Zayînê û şûnda bi qasî 1.500 sal birca bi çira karê xwe berdewam kiriye. Birca bi çira ji heyştê metreyê û vir de tê dîtin, û ji sê beşan pêk dihat. Temela çarkoşe, li ser wê temelê avahiyeke heyşt koşe û li ser wê avahiyê jî taca gilover. Dibe ku li ser wê cihê gilover jî peykerê Xwedawendê rojê ya Helios hebûye. Ji têkeliyeke kevir û mermerê çêkirine. Di sala 1375an piştî Zayînê ji ber erdhejînê hildiweşe. Beşa jorîn ya bi çira bû, hildiweşe û dikeve nav behrê. Heya vê gavê jî tu kes, rêxistin an jî berpirsiyarên dewleta Misirê hewl nedane ku ji nû ve çêbikin.

Metîn Eser

02.01.2017 

Bersivekê binivîsin