Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê

Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê

Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê

    Di Serdema Navîn de wateya teqez (girîng) ne di gerdûnê de ye, lêbelê di yên ku ew afirandiye de ye û mirov, encax bi îmaneka xurt dikarin xwe bigihînin wê wateyê. Xwedê afiranerê gerdûnê ye, yê ku cara yekem gerdûnê çêkiriye ew e û di heman demê de, mebesta wê ye jî. Li gorî termînolojiya Arîstoperest, Xwedê him sedemê çalak (causa efficiens) û him jî, sedemê armancê ye. (causa finalis) Ji ber vê sebebê bi serê xwe tenê, qîmeta gerdûnê qet tune. Qîmeta wê, ji rêza duyem (talî) e. Ew ji hêla gihêjtina armancê ve, di nav xwe de pergaleke hîyerarşîk û bi qedeme, nîşan dide.

Ev pergal ji hêmanên binî ve dest pê dike, ji mirovî derbas dibe û heta xwe digihîne Xwedê. Mirov li ser rûyê erdê, nûnerê Xwedê ye û rihê mirovî, di rewşa herî dawî de girêdayî Xwedê ye.

Di vê xalê de felsefe weke zanyariyeke di gerdûnê de, li gor zanyariya ku pişta xwe daye îmanê, ji rêza duyem e. Ew encax, li cem îman û teolojiyê, xwediyê erka ‘xulamtiya teolojiyê’ û ‘derbaseya odeya îmanê’ ye. Lê di dawiya serdemê de her çûye, felsefe rêya xwe ji teolojiyê cihê kiriye û ketiye rewşeka dijberê teolojiyê. Di dawiya vê demajoyê de felsefeyê, berê xwe daye ‘xeta aqil’ û teolojiyê jî, berê xwe daye ‘xeta îmanê’ ku, di herî dawiyê de jî, dilêrîna ‘rastiya cotik’ derketiye holê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

12.01.2017

Bersivekê binivîsin