10 Pêşbîniyên Nostradamus ku Pêkhatine

10 Pêşbîniyên Nostradamus ku Pêkhatine

10 Pêşbîniyên Nostradamus ku Pêkhatine 

Nostradamus, dermanfiroş, nivîskar, wergêr, şêwirmendê stêrnasî û bijîjkekî ku xwendina xwe neqedandibû, bûye. Lê em wî weke kesekî berbêj/kahîn dizanin, bînendeyekî mezin û nivîskarê kitêba “les Prophéties-Pêşbîniyên min” e. Lêbelê Michel de Nostradame (Nostradamus navê wî yê Latînî ye) di rastiyê de ji dermanfiroşekî ku li ser karê xwe bû, bêhtir tiştekî din nebû. Di sala 1503an de li Saint Remy de Provenceê Xwedê daye û di sala 1566an de li Salon de Provenceê çûye ber rehma Xwedê, û weke hemû zanyarên ji ronesansê, dêhna Nostradamûsê jî li ser stêrnasiyê hebû û li ser vê beşê hûr bûye. Bi kitêba xwe ya les Prophéties-Pêşbîniyên min deng vedide, di sala 1555an de tê çap kirin ku Nostradamus wê demê 52 salî bûye. Ji bilî kitêba les Prophéties-Pêşbîniyên min, di sala 1550an de kitêbeke wî ya bi navê “Présages-Elamet” çap bûye ku pêşbîniyên xwe bi taybetî li ser erdnîgariya devera Provenceê eşkere kiriye.

10. Şewata mezin ya li bajarê Londonê

Di sala 1666an de ji roja 2yê heya 5ê meheya çiriya pêşin li bajarê Londonê şewateke pirr mezin çêdibe, 13.200 mal/xanî û 87 dêr dişewite, ji 80.000 niştecihên Londonê 70.000 kes kêm an zêde ji vê şewatê para xwe digire. Eger pêşbîniyên Nostradamusê bihatana xwendin, dikaribû li ser vê meseleyê rawestin û pêşî li bigirin. Nostradamus li ser vê şewatê wiha dibêje: “Wê xwîna kesên durist ji Londenê kêm bibe û bi vedana birûskê ya ji bîstûsêyê şeşê bişewite…” Gotina li pey bêhnokê, şanîdana demê ye û bîstûsê jî “sê caran bîst e” ku dike şêst, li şêstê şeş zêde bike, dibe şêstûşeş (66). Jixwe gotina beriya bêhnokê zelal û ne hewceyî vegotinê ye. Di vê şewatê de 20 kes diherin ber rehma Xwedê.

9. Şoreşa Fransayê

Dawiya sedsala 18an, di sala 1789an de li Parîsê milletê Fransayê li hember keyîtiya arîstokratî serî radike. Alozî û dilnerehitiya salan ya li Fransayê bi vê şoreşê dihate guhartin. Arîstokratên li Fransayê dihatin girtin, qewirandin an jî serjêkirin, û xanedana keyîtiyê jî ji vê şoreşê kêm nedihîştin. Her çiqas çend rejîmên li pey hev hewldana rawestina vê şoreşê bike jî bisernakevin, heya ku Napoleon imparatoriya xwe radigihîne! Helbet Nostradamus li ser vê şoreşê jî pêşbîniyên xwe di kitêba xwe de nivîsandibû:

“gelseyên mezin distrên û daxwaziyan dikin lêbelê mîr û mîrza tên girtin…”

Eşkere û zelal e ku qala şoreşa mirovên ji çîna karker ya li hember arostokratî tê kirin. Pêşbîniya wî ya derbarê şoreşê de ji ber zananyiyên wî yên stêrnasî yan jî encamên zordestiya li hember gel bû, ev jî mijara gengeşiyê ye û dibe ku pêşbîniya Nostradamus ne şoreşa Fransayê lê ya Rûsyayê bû?

8. Lady Diana

“Kesê beriya kesê paşin/dawîn yê bi paşnavê pêxember”

Nostradamus wiha nivîsiye: “Diana dikeve gorê û bi vê yekê re zordestiya li ser neteweyeke mezin ji holê radibe.” Navê bavê Dodi Al-Fayed ku destgirtiyê Lady Diana bû, Mihemed e û pêxemberê bisilmanan e. Bavê Dodi Al-Fayed “kesê beriya Dodi Al-Fayed bi xwe ye û Dodi Al-Fayed jî destgirtiyê Lady Diana ya paşin e.” Ji vê jî diyar e ku Nostradamus di pêşbîniya xwe de behsa Lady Dianaya Brîtanyayê dike. Bi mirina Lady Dianayê re neteweya wê ji zordestiyê rizgar bûye an na, ne zelal e lê gorî Brîtanyayiyan neteweya Brîtanyayiyan neteweyeke pirr mezin e.

7. Katrina

Sal 2005 li New Orléansa Louisianayê ji ber bagera Katrinayê tirs û xof serwer e, û her tiştî li ser rêya xwe tune dike. 1833 kes diherin ber rehma Xwedê û parêzgeheke kavil kirî li pey xwe dihilîne. Xesara li ser vê parêzgehê bi qasî 108 mîlyar dolar e. Pêşbîniya Nostradamus li ser vê bûyerê wiha ye:

“Bajarê Tours, Orléans, Blois, Angers, Reims û Nantes wê ji nişka ve bi veguherînekê bê dorpêç kirin. Kon, ji aliyê kesên bi zimanê biyanî diaxivin ve tên vegirtin. Çem, erd û av diheje.”

Dibe ku Nostradamus ji me re di şûna Orléansa Fransayê de xwestibûye New Orléansa Amerîkayê bibêje? û pêwendiya bajarên din bi vê bêtarê re çi ne û çiqas in, ne diyar e. “Kesên bi zimanê biyanî diaxivin”, mirovên ji dezgehên arîkariyê ne ku ji welatên nêzik û dûr çûne arîkariyê. Hejîna çem, erd û avê jî di bêtarên mezin de tên dîtin. Helbet em hê jî bi misogerî nikarin bibêjin ku dawî li pêşbîniya Nostradamusê hatiye lewre dor li çend bajarên din yên binavkirî ne!

6. Êrîşa li dijî John Fitzgerald Kennedy (JFK)

“Serekê mezin dê biroj bi dengê gurmîna ewran were kuştin. Kiryareke tundewar li ser daxwaziya kesekî bedbext û dê bişev jî kesek bimire.”

Nostradamus ji John Fitrgerald Kennedy bêhtir behsa tu kesekî din nake. “Bi dengê gurmîna ewran”, beramberî dengê gule berdanê ye, û John F. Kennedy jî serekekî pirr mezin bû. Kesê bişev dimire jî Boby Kennedy ye, 5 sal piştî mirina John Kennedy dihere ber rehma Xwedê.

5. Pastorîzasyon

Louis Pasteur zanyarek ji serdema 19an yê pastorîzasyon vedîtibû ye ku pastorîzasyon metodeke germkirina xwarinê ya pêşî li ber girtina dirmî/bakteriyan dike ye.

Nostradamus li ser vê meseleyê, pêşbîniya xwe wiha raber dike: “Tiştê wenda bûyî dîsa tê vedîtin û Pasteur bi qasî Xwedê pîroz tê dîtin ku ev, dema heyv bitemamî çemberê bidawî dike, pêk tê. Lê gotegotên kesên din dê wî bêrûmet bike.”

Mijar zelal û eşkere ye ne wisa gelo? Nostradamus qala Louis Pasteur dike ku wî pastorîzasyon û dermana bo sebenêz/harîtiyê vedîtiye. Ji ber vê jî Pasteur bi qasî Xwedê pîroz tê dîtin. Kesên dixwazin wî bêrûmet bikin jî, kesên li hember vedîtinên wî ne. Lê em nizanin ku tiştê wenda bûyî û heyva çemberê çêdike çi ne û Nostradamus ji me re çi dixwaze vebêje.

4. Bombeya Atomê

Pêşbîniyeke rast lê bi qasî wê jî pêşbîniyeke bitirs û bikeser e ku kesê herî şikber/gumanker ji şikberiyê sar dibe. Pêşbîniya jêrin em bixwazin an nexwazin me ber bi her du bajarên Japonyayê, Hiroshima û Nagasakiyê ve dibe.

Ka em binihêrin Nostradamûs çi raber kiriye: “Nêzikî bender û di navbera du bajaran de, dê teşqeleyeke bêserûber rûbide. Teşqele û birçîtî, mirov bi polayê dimirin, ji Xwedayê xwe daxwaziya filitînê/xelasbûnê dikin.”

Nostradamus ji me re qala atomê dike, ne wisa? Hin kes nêrînên xwe li dijî vê yekê raber dikin û wiha dibêjin, Nostradamus ne qala bombeya atomê lêbelê qala çekên biyolojîk yên di dahatûyê de dê bên bikaranîn, dike.

3. Hitler

Nostradamus di kitêba xwe pirr caran serî li peyva “Hister” dide û dinivîse. Hin kes vê peyvê weke “Hitler” vedibêjin û destnîşan dikin ku Nostradamus xwestiye ji me re qala Hitler bike. Em jî car caran şaşiyeke rastnivîsînê dikin, ne wisa? û eger tu yekî Fransayî bî, Almaniya te jî ne baş be, teqez tu yê şaşiyên rastnivîsînê bikî!

Nostradamus wiha dibêje: “Ji kûrahiya rojavayê Ewropayê, dê ji dê û bavekî hejar zarokek were dinê. Zimanê wî dê artêşeke mezin birêve bibe, kujereke çavsor û tuneker û navdariya wî dê heya împaratoriya li rojhilatê belav bibe.”

Hitler li Awistralyayê Xwedê daye û ji malbateke hejar e. Hitler bêhtir kê bû sebeba ewqas mirovên bêguneh?

2. Twin Towers

11ê meheya çiriya pêşin li New Yorkê (Bajarê Nû) her du avahiyên bi navê Twin Towers bi du balafiran hatin rûxandin. Di vê bûyerê de pirr kes çûne ber rehma Xwedê û pirr kes jî birîndar bûne.

Em dîsa berê xwe didin Nostradamusê ka wî çi gotiye: “Erdhejîn û agirê ji binê erdê dê li Bajarê Nû bibe sebeba hejînê. Du avahiyên mezin dê demeke dirêj têbikoşin, û Arethusa (cureyeke çîçegê ye) dê çemeke nû sor bike.”

Nostradamus di serdema 16an de ji me re qala bajarekî nû (New York!) û du avahiyên mezin dike, balkêş e ne wisa? Her du bajar li hember kê têdikoşin ku hatin rûxandin? Ji gotina erdhejîn û agirê ji binê erdê jî mebesta wî avahiyên şewitî û bi dû ye, çemê nû ya ji rengê sorinî jî ji xwîna mirovan bêhtir tiştekî din nîne.

1. Tunebûna gerdûnê

Pêşbîniya herî balkêş û bi qasî wê jî pêşbîniyeke bitirs û xof, belê, pêşbîniya Nostradamus ê dawîn, dawiya/tunebûna gerdûnê ye. Sala 2012an sala tunebûna gerdûnê bû û ev jî pêk nehat lewre em niha di sala 2016an de ne û hê jî salên em dikarin bi temeneke têr û tijî bijîn li pêşiya me ne, ne wisa gelo?

Nostradamus di kitêba xwe de qala tunebûna gerdûnê nake, lê wiha dibêje: “Temenê hemû pêşbîniyên min heya sala 3797an e û ji wê salê şûnda tu wateya pêşbîniyên min namîne.” Gelo Nostradamus kahînek an jî kesekî îdîaker e, em vê yekê baş nizanin û em ê tu caran jî nezanin!

Metîn Eser 

29.08.2016 

Bersivekê binivîsin