Tosinê Reşîd: Şingal, Ber Bi Ku?

Tosinê Reşîd: Şingal, Ber Bi Ku?

ŞENGAL, BER BI KU?

Berî gişkî ez dixwezim ser peyva ‘şehîd’ nêrînên xwe bînim ziman. Gelek caran ji wan êzdîyan re, ku seva ol û axa xwe ye pîroz jîyana xwe dane, dibêjin ‘şehîd’. Ev yek ne bi dilê gelek zaneyên ola îslamê ye, ew dij în, wekî ji êzdîyan re bêjin ‘şehîd’. Ez jî dij im; êzdîyên jîyana xwe ji bo ol û axa xwe ye pîroz dane ‘cangorî’ ne, ne şehîdin.

Pêvîstîya me ne bi wê peyva erebî, ne jî wata wê ye erebî heye. Em bêne ser pirsa sereke. Berî komkujîya Şengalê me ji hukumata Herêma Kurdistanê xwest, wekî li deverên êzdî lê dijîn, piranîya pêşmergan ji êzdîya bin, berpirsên partî û hukumatê, ji êzdîya bin.

Qey bêjî di vê pirsê de hinek gav hatin avêtin; jimarek xortên êzdî hildane nav cêrgên pêşmerga. Lê êdî dereng bû. Berê berpirsên partî û hukumata Kurdistanê, bêyî xelkê Şengalê agadar bikin, ji Şengalê revîn, paşê jî 8-11 hezar pêşmerga bêyî gulekê agirkin, xelkê Şengalê bê pişt hîştin û ji Şengalê vekişîyan. Hela min di hevpeyvînekê de bihîst, wekî fermandarekî pêşmerga gotîye: ‘Ez naxwezim xwîna musulmana ji bo êzdîya bê rêtin’. Ger ew kes hê jî fermandar e, êzdîyên bawerîya xwe bi kî bînin, bi çi bînin?

Û fermana 74 emîn; bi deha hezaran mêr, jin, zarokên kuştî, bi hezaran keç û jinên li bazarên kola firotî, bi seda hezaran ku hê ji di kampan de di şertên here dijwar de dijîn. Bi seda hezara kesên hîvîyên wan hatin serjê kirin û rêya peneberîyê dan pêşîya xwe. Û serê me carekê jî ‘kevrê selîmîyê’ ket; divêt êzdî bi xwe bikaribin xwe biparêzin. Gelek keç û xortên êzdîya xwestin vî barê giran hildin ser milên xwe; Û niha li Şengalê sê hêzên êzdîya hene. Bê guman çi jî bêjin, ew hêz ne bi serê xwe ne.

Dor 9000 hêzên pêşmergên êzdî bi fermandarîya Qasimê Şeşo, ser bi PDK in. 7000 şervanên êzdî (HPÊ), bi fermandarîy Heyder Şeşo alîkarîyê ji hukumata Îraqê distînin. Bi bawerya min bêyî piştgirtina YNK, bi serê xwe, wan wê nikaribûya ev alîkarî bistenda. YNK jî dixweze bi PDK re tevayî rola wan li Şengalê hebe. Ev tiştekî normal e. Û dawîyê 700-800 çekdarên êzdî ku ser bi PKK ne. Van demên dawî hate gotin, wekî şervanên PKK xwe beşek ji artêşa Îraqê dibînin.

Silametî, bi xêr û xweşî sibê Şengal bi tam rizgar bû, partî û hêzên ku piş van çekdarên êzdîya ne, wê çi rê bidin pêşîya wan? Gelo wê bikaribin rêyeke bi aştane ji rêveberîya Şengalê re bibîbin? Ger ev rê neyê dîtin, vê carê, ji bo berjewendîyên van partîyan, êzdî wê bi destê êzdîyan bên kuştin. Divêt ev pirsgirêk rojekê zû bê çarser kirin. Divêt şengalî bi xwe ji bo dûaroja xwe rê bijbêrin. Di vê pirsê de pêwîstî wê bi alîkarîya rêxistinên navnetewî jî hebe.

Tosinê Reşîd 

17.08.2016 

Bersivekê binivîsin