Jiyan; Tekoşîna Bi Demê Re

Jiyan; Tekoşîna Bi Demê Re

JIYAN; TEKOŞINA BI DEMÊ RE

     Sal çi zû derbas dibin!

     Dem wekî avê ye zû derbas dibe!

     Ka kî ji ê berê ma? Tevekî çûn!

     Wekî do tê bîra min. Hey dinyayê wext i zû diçe!

     Di van rojên dawiyê de ez pir leqayê van û wekî van hevokên jor têm. Ez vana bi piranî ji mirovên ku xwedî temenê dirêjin dibihîsim. Bi bihîstina vana vê çarîn a Omer Xeyam tê bîramin:

    “Dost û hevalên serkeftî ji dest çûn

     Pêpes bûn di rêya ecelê de, ew li pey hev çûn

     Di diwana temen de, me jî eynî şerabê vexwar

     Lê ew çend doran berî me mest bûn ji xwe çûn”

     Belê dem dibore çi zû çi hêdî. Tiştê rast ev e ku demên çûyî ji nû ve nayê û dem nayê sekinandin. Lê mirov dikare demên xwe xweş binirxîne û bikarbîne. Dante Alighieri dibêje; “Mirovên zana û ferzan ew in ku dilteng dibin ji bedîhewa ya ji dem.” Civaknas Cemil Meriç jî dibêje; “Sekinandina demê ji girtina tîreke ku ji kevan derketiye û diçe zehmettir e. Ji ber vî yan tu yê wê (dem) têxî peyker, yan helbest û yan jî stranek, yan jî ewê te têxe xwelî.” Ji ber vî em dikarin bibêjin ku li hember demê bi tenê di destê me de ev tişt heye; em ê wê xweş bikarbînin û em ê afirîner bin. Hekena hebûn û tunebûna me wê ne diyar be. Lewra di derbarê vî de Oscar Wilde wiha gotiye; “Ji sedî not mirov najîn bi tiqûtenê hene.” Yanî ew ne serlehengê jiyana xwe ne tenê fîgûran in. Awê ku tê zanîn hebûna  fîgûrana bi ya serlehenga ve girêdayî ye, ku serleheng tune bibin wê fîgûran jî winda bibin. Vêca çi dibe bila bibe divê mirov bi xwe rêyekî ji xwe re kifş bike û bide pêşiya xwe û pîvanê jiyana xwe mirov divê bi xwe deyne û kifş bike. Ji ber vî divê mirov wextê xwe zayî neke. Lewra wextê me ne wisa pir e. Awê ku Budha jî gotiye pirsgirêka me ya herî mezin ev e; “ Ji me tirêqê wextê me pir e.”

     Benjamîn Franklin dibêje; “Dem mamosteyeke pir mezin e lê çi heyf hemû xwendekarên xwe dikuje.” Û dîsa wiha dibêje; “ Tu ji jiyanê hezdikî? Nexwe wextê xwe zayî neke, lewra jiyan wext bi xwe ye.”

     Belê bi rastî jî jiyana me ji demên ku em dijîn pêk tê. Yanî dem jiyan bi xwe ye. Vêca zayîkirina demê zayîkirina jiyanê bi xwe ye. Dem wisa dibore ku mirov pê nahise. Omer Xeyam di vê çarîna xwe ya jêr de vî pir xweş anîtiye zimên.

    “Heyf ku çû bihara emrê ciwan

     Çi zû çû payîz çi zû hat zivistan

     Ev teyrê ku jê re digotin ciwanî

     Kengê hat û çi zû çû bi êş û jan”

 EMRE MÛHARGÎNΠ

10.07.2016 

Bersivekê binivîsin