Kedîkirina Girseyan

Kedîkirina Girseyan

KEDÎKİRİNA GİRSEYAN

     Di roja me da, gava ku em li zanîngeha dinêrin; xasma jî evê Tirkiye yê, spîrutualîzm(manewiyat), li hember ilm û zanist û têgihiştin û zanebûnê serdeste; van hemûka têk biriye û desthilatdariya xwe ava kiriye. Çîrok û çîrçîrok çar aliyê me zift kirine, sînor û tixûbê fikr û ramanê hatiye kifş kirin û em nikarin derkevin dervayê van sînoran.

     Bi kurtî em dikarin bibêjin awê ku ciwaknasê faris Elî Şerîatî jî gotiye: “Li dibistan û zanîngeha ji xeynî fikr û ramînê her tişt fêrî me dikin.” Feylesofê alman F.W. Nietzsche jî dibêje: “Sed heyf û mixabîn li dibistan û zanîngeha, wateya fikr û ramanê êdî nayê zanîn.”

     Gelo çima û ji ber çi sedeman rewşa dibistan û zanîngeha wiha ye? Ka em guh bidin feylesofê alman Arthur Schopenhauer çi dibêje di derheqê vî tiştê da. Dibêje : “Dîtane yê zanîngeha, divê di destê mirovê herî dilsoz(sadiq) ku li gor vîn û îrade ya dewletê û dîtin û nêrînên hakim, van dîtane ya rast û hevtavî dikin da be.” Û axaftina xwe wiha didomîne: “Profesorê zanîngeha ê ku sînorên qada wan a çalakî hatiye teng kirin ; li hember vê rewşa ku tê da ne kêfxweşin. Lewra a rast, tiştê ku ew li dû ne û dixwazin; bidestxistina derfêta debareyeke ewle û mutewazî, ji bo xwe û jin/mêr û zarokê xwe ne û ji bilî vî li kêfa xwe ya ku rêzdariya gel nîşanê wan dide dinêrin.”

     Di sitiyê dîlê Sakson a da nîx hebûye: li ser van nîxa navê xwediyê wan nivîsandî bûye. Îro pirî akademîsyenê me dişibin van dîlê Saksona. Wiha gotiye ciwaknas Cemîl Merîç. Bi rastî jî ku em li wan dinêrin yan murîdê şêxekî ne yan jî endamê cemaetkî ne. Û her çi îlama xwedê be van kesa xwediyê cîh û şûneka bilindin li zanîngeha. Tiştê ku ji wan tê xwestin jî; çêkirina nifşekî ku jiyana xwe di nav xew û xewariyê da derbas dike ye. Dixwazin ku nifşên nû, bi tenê di nav sînor û tixûbê ku wan kifş kiriye da bitevgerin. Lewra awê ku dîktatorê alman Adolf Hîtler jî gotiye: “Neramîn û nefikirîn a mirovan, ji bo  rêvebera çi sihûdek mezine.”

     Kî zêdetir di ewlehiyê daye?

     Jiyana kî zêdetir hêsan û bê êş û elem e?

     Kî heta bi hetayê dilşad û bextewer e?

     Bersiva van pirsa wiha dide F.W. Nietzsche: “Mirovên kêmaqil, reşemirov (reşexelk) û zarok.”

     Bi rastî jî gava ku em li jiyana feylesos û alim û nivîskar û mirovên fikrî û hunerî yê kul i hember neheqiyê, bêdadiyê, zilm û zordestiyê û li alî heq, heqîqet û dadî yê tevdigerin dinêre. Meriv dibîne ku jiyana wan tim di nav tengaviyê da û biqeswet derbas bûye. Lewra fikr û raman û ramîn noq bûna çend xal û  heremê qedexe ye. Bi rastî jî kesê ku difikire , ti sînor nikare wê/î heps û dîl bike. Tevî sînor û tixûb jê ra teng in û wê/î difetisînin. Ew kes dixwaze roj kî ji roja dinê zûtir xwe rizgar bike ji van qeyd û zincîran. Dixwaze di aso ya fikr û ramanê ya bêdawî da avjeniyê bike. Ji ber vî ew kes hertim li mîn(mayin) a dikeve û serê wê/î tim tê êşandin.

     Lewra jiyan; ji bo kesê ku difikirin trajedî 

     Ji bo kesê ku dihishisîn jî komedî ye.

Emre MÛHARGÎNÎ

23.03.2016 

Bersivekê binivîsin