Derheqê Dewleta Platonî de

Derheqê Dewleta Platonî de

“Derheqê Dewleta Platonî de”

Mahmut Ozçelîk

     Dema mirov li ser têgeha dewletê dikeve nava lêgerînê berhema herî ewil ya ku tê hişê mirov,  “Dewlet” a fîlozofê Yûnanistana Antîk Platonî ye. Platon berî zayînê di navbera salên 427 û 347î de jiyaye. Di dema xwe de mirovekî bi qasî di pêşbaziya olîmpiyadê de bibe yekem çalak bûye. Ji ber firehiya navmilên xwe, jê re gotine “milfireh/Platon.” Wekî şagirtê Sokrates tê dîtin, dema Sokrates bi jehrê tê îdamkirin ji Atînayê dixeyîde û bi qasî dozdeh salan li hin welatên wekî Misir, Anatolî, Îtalya û hwd digere û dû re dîsa vedigere Atînayê, bi felsefeyê re bilî dibe û bi avakirina Akademiya Atînayê tê nasîn.(1).

Ev mirovê li ser zanist û felsefeyê gelek ked xerckiriye bi pirtûka xwe “Dewlet”ê xwestiye profîla dewleteke îdeal bide xuyakirin.

Pirtûka Platonî ya bi navê Dewletê ji deh beşan an jî bi navandina wî ji “deh pirtûkan” pêk tê. Di her beşê de qala mijarên cur bi cur dike. Ji bo fikrên xwe bi zelalî bide xuyakirin şêweyê diyalogê esas girtiye. Diyalog di navbera karakterê sereke Sokratesî û hin hevalên wî yên wekî Glaukon, Adeimantos, Palemarkhos û Trasymakhos de derbas dibe. Cihê sohbet û diyalogê li nêzî Atînayê mala Kephalos e. Nîqaşên di vê malê de bi damezrandina dewleteke xeyalî ya îdeal/utopîk bi dawî dibe. Çimkî ew jî dizanin ku dewletek ewqas bêqisûr tenê dikare di xeyalan de pêk were… Lê dîsa jî hêviya wan ew e ku rojek ev utopya bibe rastiya welatê wan…

Pirtûka Yekem: “Edalet; rindî û baqilî ye, bêedaletî jî xerabî û nezanî ye”

Di beşa yekem de, em dibînin ku Sokrates û hin mirov derheqê edalet û mirovê adil/dadmend de di nava diyalogê de ne. Bi rastî mirov nizane gelo gotinên ji devê Sokratesî ve tê bilêvkirin fikrên wî yên resen in, an Platon bi gorî xeyalên xwe ew daye qisedandin… Ev rewş bi guman be jî mirov dîsa bi saya van diyalogan derheqê edalet, dewlet, rêveberî, qencî û xerabiyan de digihêje gelek agahiyan…

Di pirtûka yekem de li ser edaletê/rastiyê lêgerînek heye û di dawiya nîqaşê de ev encam dertê holê: “Edalet ew tişt e ku bi kêrî yê bi hêz tê.” Di civakê de rêveberî di destê kê de be yê bi hêz jî ew e û her rêveberî jî zagonên xwe li gorî bi kêrî xwe were, amade dike. Ev rêveberî hez dike qiraltî be, hez dike bila demokrasî be, rêgez naguhere. Rêveber zagonên ku bi kêrî xwe were, derdixe û bi bindestan jî dide bawerkirin ku ev zagon bi kêrî wan jî tê; ger çîna bindest zagonan nepejirîne jî wan wekî kesên ji edalet û rastiyê dûr ketine dide nasandin û wan bi hin cezayan re rû bir û dihêle…”

“Edalet; rindî û baqilî ye, bêedaletî jî xerabî û nezanî ye.” Kesên bi edalet tevdigerin, dibe ku hin caran xisarê bibînin û windahiyên wan çêbibe û yên bêedalet tevdigerin jî dibe ku feydeyên demdemî bi dest bixin; lê di dawiyê de yên serkeftî dîsa jî alîgirên edaletê ne. Kesên dadwer bi mirovan re di nava lihevhatinê de ne û bi dostanî dijîn, bextewer in; lê yên bêedalet tevdigerin jî mirovên bêaqûbet in, hêrs û pêvçûnan di navbera mirovan de diafirînin û nahêlin mirov bi hevdu re di nava ahengê de bijîn û bixebitin…

Pirtûka Duyem: Gelo bi rastî avzêya edaletê bêhêziya mirovan e?

Di vê beşê de nîqaş di navbera Sokratesî û Glaukon de berdewam e. Dîsa raseriya edaletê ya ji bêedaletiyê tê nîqaşkirin. Qala tiştên jixweber qenc û baş yên mîna dilşadî û kêfxweşiyê, tê kirin. Hin tiştên ku encamên qenc bi xwe re tînin; yên wekî dilpakî, baqilî û tenduristî rê vedike ku edalet pêk were.

Di vê pirtûkê de Glaukon qala çîroka avzêya edaletê dike: “Ji ber ku mirov hem nikare bi tena serê xwe neheqiyên li hemberî xwe tê kirin asteng bike û hem jî hêza wî ya her tim li mirovên din neheqiyê bike tune ye, rabûne di nava hev de peyman çêkirine, zagon kifş kirine, bi saya van zagonan/peymanan dê ne tûşî neheqiyan bibe, ne jî li kesî neheqiyan bike, ji ber vê bêhêziya xwe, xwestiye hin zagon hebe da ku wî ji xerabiyan biparêze û ev jî di pêvajoyê de wekî edalet hatiye binavkirin. Bi gotineke din avzêya edaletê bêhêziya mirovan e. Ger hêza mirovan ya herdem neheqîkirinê hebûya dê tu carî ji bo jiholêrakirina neheqiyan bi mirovên din re peyman mohr nekira. Çimkî her mirovê ku fersenda neheqîkirinê bibîne dê neheqiyê bike.” Di vê angaşta Glaukon de birayê wî Adeimmantos jî tevlî nîqaşê dibe û wiha dibêje: “Mirov ancax ji ber tirsonekî, extiyarîtî an jî kêmasiyeke xwe ya din nikare bêedaletiyê bike, wê wekî tiştek nebaş dibîne. Ger ji bo neheqîkirinê derfetek ji bo van mirovan çêbibe dê wê derfetê hetanî dawiyê bikar bînin.”

Li gorî vegotina Sokrates civak ji bêhêziya mirovan welidiye. Ji ber ku mirov bi tena serê xwe nikare hemû pêdiviyên ku wî li ser lingan dihêle pêk bîne, pêwîstî bi alîkarîya mirovên din dîtiye û hêza xwe kirine yek û li jiyanê mane. Bi vê pêwîstiya mirovan û hatina wan ya cem hevdu re jî pergala civakê derketiye holê. Her mirovek li gor şarezayî û hunera xwe ji bo civakê di karê ku xêr û bêra wî zêdeye de xebitiye: Pêdiviyên sereke yên wekî xwarin,  stargeh, cil û bergan kiriye ku hilberînên ewilîn bi vana re têkildar be. Bi vî awayî di nava mirovan de karbeşî û hevparî çêbûye. Her mirov dê di nava aştî û tenduristiyê de emrê xwe bibihurîne û bimire, piştî mirina wan; zarokên wan jî dê heman jiyanê bidomînin. Ji bo vê civaka di nava boşahiyê de êdî pirsa divê civak çawa bi hev re vê jiyanê bidomîne dertê holê û ev jî “mekanîzmaya dewlet û edaletê” derdixe pêşberî me. Lê ji ber çavbirçîtiya mirovan, ew civaka di destpêkê de tenê ji bo pêdiviyên xwe yên jêneger dixebitî, ji rê averê dibe û civak her diçe ber bi xerabiyê ve diçe: Pêdiviyên nehewce bi xwe re gelek kar û pîşeyên nû derdixe holê, ax’a ku berê têra mirovan dikir dê êdî têr neke û ji bo zevî û erdên nû dê bi cîranan re pevçûn dest pê bike û ev jî bibe egera şerên mezin û bêdawî. Bi mezinbûn û berfırehbûna civakê re hem ji bo parastina wê, hem jî ji bo ax û erdên nû bi dest bixe, pêwîstiya artêşê jî dertê holê.  Artêş jî dê ji mirovên hêç û har, çeleng û bihêz pêk were. Ev mirovên hêç û har ne tenê li hember dijmin, her weha dê li hember mirovên xwe jî bi xedarî tevbigerin û hevsengiya edaletê her binpê bikin. Encam jî dibe civakeke xerabûyî ya ji bêedaletiyan re rê vekiriye. Û şer wekî tişteke avzêya hemû xerabiyan, ji hêrsa daxwaza ji mirovên din zêdetir bidestxistina mal û milkan diwelide… Û rizîna civaka xwezayî dest pê dike… Li hember vê rizînê pêwîstî bi perwerdehiyek baş a ji bo zarok û ciwanan, dertê holê û Sokrates balê dikişîne bi ser vê mijara perwerdehiyê ve. Venêrîna çîrvanokbêjan pêşniyar dike. Ji çîrvanokan re divê tixûbek hebe. Çîrokên ku kîn û nefretê belav dike divê were qedexekirin, ji zarokan re neyê vegotin. Divê gotinên ku zarok ewilîn dibihîsin çîrvanokên xweş yên riya qenciyê ravî wan dike, be. Çîrokên ku xwedayan wekî sedema xerabiyan dide zanîn divê ji zarok û ciwanan dûr be. Çimkî xweda sedema her tiştî nîne, tenê sedema tiştên qenc e…

Pirtûka Sêyem: “Divê bi tu awayî teqlîda mirovên tirsonek, xerab, dijûnker, serxweş û dînikan neyê kirin”

Sokrates qala perwerdehiyek baş dike ku divê di vê perwerdehiyê de rêgeza hurmetê ya ji bo xwedayan, ji bo dê û bavan, hebe. Li bajarekî/welatekî tenê mirovên biçûk û karker ne, rewşenbîr û kesên ku xwedî payeyên berz jî ger serî li hekîm û dadgeran bide, ev tê wê maneyê ku li wî bajarî perwerdehiyek pir xerab heye, divê rê li ber vê yekê were girtin. Ev jî ancax ji biçûkatiyê ve bi destpêkirina perwerdehiyeke baş dikare were bi cih anîn. Derew û bertîl divê di dewletê de tune be. Derewkirin tenê ji bo feydeya dewletê dibe ku carinan çêbibe… Perwerdehî divê riya rindiyê, başiyê ravî mirovan bike. Çîrok û bûyerên reşbîn divê ji zarokan re neyê vegotin. Teqlîdkirina hêlên qenc yên mirovan ên wekî lehengî, baqilî û zanayiyê dibe ku feydedar be, lê divê bi tu awayî teqlîda mirovên tirsonek, xerab, dijûnker, serxweş û dînikan neyê kirin, çimkî teqlîda mirovên xerab û nebaş dê civakê jî ber bi xerabûnê ve dehf bide…

Platonî rêgeza dewleta xwe wiha tîne ziman: Divê mirovê welatê me tenê yek karî/pîşeyî bike û di wî karî de bibe şareza: “Divê di dewleta ku em dê wê damezrînin de solker solker be. Solker li gel solkeriyê nikare kaptaniyê jî bike. Cotkar cotkar e. Li gel cotkariyê nikare dadgeriyê jî bike. Leşker leşker e. Nikare hem leşkeriyê bike û hem jî alûvêrê bike.” Bi vê vegotinê Sokrates dixwaze ku her mirov tenê bi karê xwe re bilî be, nekeve cur bi cur dilqan û texlîda her kesî neke, tenê tiştên bi kêrî zarok û ciwanan tê bike. Li vir em dibînin ku pirhêliya mirovan tê qedexekirin û tenê karek/pîşeyek jê re tê terxankirin…

Di dewleta Platonî de cihek girîng ji hekîm û dadgeran re tê terxankirin. Hekîm bi “hiş û aqilê” xwe nexweşiyên bedenî pak dike, lê kesê ku bedena wî êdî xerab bûyî, tedawiya wî ne ji bo wî ne jî ji bo civaka wî sûdewer be, bi mirinê re rû bi rû tê hiştin. Ev raman karlêka xwe li ser Hîtlerî jî kiriye ku di pirtûka xwe ya bi navê “Şerê Min” de ji bo miletekî bi tendurist û bedew dixwest mirovên nexweş û xerab ji civakê were bêjingkirin û arasteyî mirinê bibin…

Platonî derheqê muzîkê de jî hin qedexeyan datîne: Cureyên muzîka ku girîvekirinê, jankêşiyê û xemgîniyê zêde dike, divê neyê pêşkêşkirin… Li hemberî vê rewşa trajîk divê meqamên, mirovan bi jiyanê ve girê dide, li hember mirin û birînan, şer, êriş û zorê hêviyê dide mirovan, were pejirandin. Li hêla din di dema aştiyê de jî divê meqamên nerm yên bi jiyana rojane re lihevkirî hebe. Çimkî hêviya Platonî ew e ku cihê muzîk mirov bibiyê hezkirina bedewiyê ye… Li gor Platonî mirovê xwedîtiyê li bedena xwe bike, hay ji xwarin û vexwarina xwe hebe û bedenparêziyê/perwerdehiya bedenê bike û ruhê xwe bi muzîkê dagire dê bibe xwedî hezkirina zanist û felsefeyê û bi vê jî dê civakeke pêşketî pêk bê, bi saya perwerdehiya bi aheng ya ji jîmnastîk û muzikê pêk tê dê “mirovê hem baqil û hem leheng” bigihêjin, ger ne wiha be wê çaxê jî mirovê “tirsonek û çors” dê bigihêjin…

Platon derheqê desthilatdaran de jî Sokrates dide qisedanê û wesfê rêveberê dewletê tîne ziman: Divê kesê ku dewletê îdare bikin ji zaroktiya xwe hetanî ciwanî û kalitiya xwe di her  merheleyê de werin şopandin, di “ezmûnên tirs û zewqan” re werin derbaskirin û her tiştê wan kirine were zanîn û yên di hemû ezmûn û ceribînên xwe de tenê mifaya xwe û dewletê esas girtine, jê hin bibin notirvan/leşkerê welat, jê hin jî bibin desthilatdar. Kesên dibin desthilatdar divê êdî extiyar û xwedî tecrûbeyên jiyanê bin û dema bûn desthilatdar jî ji bo bi pey mal û milkê dinyayê nekevin, divê xwedîtiya wan ya li mal û milkan were qedexekirin. Xanî û erd û zeviyên wan divê tune be. Rêveberên dewletê li hemberî xebata xwe ya desthilatdariyê dê pêdivî û xurekên xwe bi dest bixin, bi hevparî jî bixeritînin û hemû lêçûnên wan, xurek û xaniyên wan hevpar be. Çimkî gava ew jî bibin xwediyê erd, xanî û dirav, zarok û jinan dê dev ji rêveberiya dewletê berdin û di dêvla ku parêzeriya/koruyuculuk dewlet û welatiyan bikin, wê bi welatiyan re ji bo malê dinyayê têkevin qirika hevdu… 

Pirtûka Çarem: Nirxên Dewletê; zanatî, lehengî, dadwerî û pîvanî

Di vê beşê de armanca dewletê tê vegotin ku ji bo hemû welatiyan dabînkirina bextewariyê ye. Ev armanc jî ancax bi saya pêkanîna hin nirxan pêkan e. Di vê beşê de xala herî balkêş kifşkirina nirxên dewletê ye. Ji bo dewletekê ya pêwîst ev nirx in ku Sokrates wan wiha rêz dike: Zanatî, lehengî, edalet û pîvanî. Divê zanatî bi riya komek biçûk ya ku dewletê bi rê ve dibe, xwe bide der. Ev zanatiya dewletê divê ne ku mîna zanatiya cotkarekî teng be. Ger wisa be dewlet dê tenê bibe cotkarekî baş. Ev zanatiya dewletê divê ji bo parastina berjewendiyên hemû civakê bê bikaranîn û di têkiliyên bi dewletên din re civakê biparêze. Navê vê zanatiyê jî dibe “zanatiya parêzgerî/koruyucu bilgelik.”

Lehengî jî bi saya perwerdehiya şervanên ku bi muzîk û jîmnastîkê tê bihêzkirin dê pêk were. Leheng dê li gor zagonan bizanibe ji çi bitirse û ji çi netirse. Lehengî ji bo parastina welat e û divê leheng tirs çiye nizanibe.

Pîvan jî tevgerîna endamên civakê ya bi ahengî îfade dike. Rêlibergirtina daxwaz û azweriyên mirovan yên pir zêde ye. Di kesayeta her mirovî de sê hêl heye: Aqil, hêrsbûn û xwestek. Bi saya aqil mirov gemê li xwestekên zêdetir dixe û dixwaze ew bi pîvan tevbigerin… Çawa hêlên qenc û xerab yên mirovan heye, wisa jî di karakterên dewletan de jî hêlên qenc û xerab heye û li gor “rêgeza pîvanê” divê hêla qenc ya dewlet û civakê tim serweriyê li hêla xerab ya dewlet û civakê bike û ahengek aramiyê pêk bîne. Divê dewlet serweriyê li zewq û azweriyên xwe yên bêteşe bike û nehêle civak ber bi xerabiyan ve here.

Dema ku her kes li gorî xulqiyeta xwe karê xwe bike û sparteka xwe bi cih bîne wê çaxê dadwerî/edalet jî jixweber dê pêk were. Kesayet çawa ku karê xwe dike, wisa jî divê mudaxelayî karê kesên din neke. Bi vî hawî edalet, bi xwedîlêderketina li heyînên xwe û bi pêkanîna karê xwe, dê jixweber pêk were.

Platon bi vebêjiya Sokratesî civakê dike sê beş/tebeqe:

-Tebeqeya hunermendan/kesên bi karê xwe re bilî/kesên diravan qezenc dike/karker,

-Tebeqeya şervanan/notirvanên dewletê/ leşker,

-Tebeqeya rêveberan.

Li gor Platonî di karakterê her mirovî de jî ji van sê beşan diyarde hene: Aliyê me yê daxwazker ku dixwaze her tiştî bi dest xe; aliyê me yê hêrsker ku li hember bêedaletî û neheqiyan serî hildide û aliyê me yê van herdu beşan digire bin baskê xwe û erka rêveberiyê werdigire û tevgerîna bi pîvan pêk tîne, aqil. Ev jî tê wê wateyê ku “mirovê adil” bi saya ahenga van her sê beşên di hundirê mirovî de pêk tê, dertê holê. Li gor Platonî ji bo dewletekê xeteraya herî mezin ya hilweşînê ew e ku hin kes mudaxeleyî karê mirovên ne ji tebeqeya xwe ye dike, ye. Ev jî dê bibe sedema rûdana bêedaletiyan. Divê ev mirovên ji tebeqeyên cur bi cur mudexeleyî karên hevdu nekin û tenê karê xwe bikin, bi saya vê ahenga her sê beşên civakê dê “dewleta adil” pêk were… Yan na wê çaxê dê bêedaletî dest pê bike û di dawiyê de jî dê dewlet hilweşe…

Pirtûka Pêncem: “Ji bo dewletê qenciya herî mezin; hevpariya jin û zarokan e”

Di vê beşê de nîqaş li ser pirsgirêkên jin û zarokan heye. Pirsên wekî, piştî welidînê hetanî heyama perwerdehiyê dê zarok çawa werin gihîjtin? Zarok dê çawa werin perwerdekirin? tê kirin. Jin jî divê hem jîmnastikê, hem muzîkê hem jî bikaranîna çekan fêr bibe û siwariya hespan bielime. Lê dîsa li ser pirsa gelo dê jin karibe karê ku mêr pêk tîne bike? nîqaş xwe dide der. Li ser ciyawaziya di afirînê de ya ku di navbera jin û mêrî de rê li ber vedike ku karê li gor afirîna jinê jê re were dîtin.

Di vê beşê de mijara herî balkêş di tebeqeya rêveberan de hevpariya jin û zarokan e. Em ji devê Sokratesî van hevokan dibihîsin: “Jinê notirvanên me -şervanên me- di navbera hemûyan de dê hevpar be. Qet yek jî tenê bi mêrekî re dê rûnene. Dê zarok jî hevpar be. Bav lawê xwe, law jî wê bavê xwe nizanibe.” Vê hevpariyê jî ji bo dewleta xwe wekî qenciya herî mezin dibîne. Jin û mêrên herî bijarte, di temenê ku tixûbê wê hatiye kifşkirin de, di bin venêriya dewletê de tên cem hevdu. Xanî û sifreyên wan jî dê hevpar be. Ji ber ku tu tiştekî taybet yê kesek tune ye, dê bi hevre bijîn. Jin ji bîst saliya xwe hetanî çilî, mêr jî ji bîst û pênc saliya xwe hetanî pêncî û pênc saliya xwe dikarin zarokan çêkin. Ji bo têkiliya cinsî dewlet venêriyê dike, destûra wan dide ku herin cem hevdu û bi nîşan û bi rêûresma olî ev kirû pêk tê. Ji têkiliyên wan yên cinsî zarokên bijarte dê werin dinyayê. Piştî hatina zarokan ya dinyayê jî zarok ji dayikê tê veqetandin û radestî saziyek taybet ya dewletê tê kirin û li cihê wekî “wargeha zarokan” de tê mezinkirin, bi şertê ku tu carî dê û bavê xwe nas neke… Ji vê pê ve yên bê destûr zarokan bînin dê zarokên wan wekî pînc were wesfandin û ji civakê werin vederkirin.

Rêgezên di şeran de jî tê pêşniyazkirin: Divê piştî serkeftina di şerî de mirî neyê şêlandin/tazîkirin. Li ser vê mijarê di navbera Sokrates û Glaukon de diyalogek wiha derbas dibe: Li gorî te şêlandina miriyek çavbirçîtiyek kirêt nîn e? Di dijminiya bi cesedekî re alçaxiyeke dêlikî tune ye? Çimkî yê li hember êdî dijmin nîn e, bi xwe firiyaye, tenê qalibê wî yê di cengê de maye li meydana şer. Bi vê kirina xwe çi ciyawaziya wî dimîne ji cewrikê kûçik ku gava yek kevir davêjiyê, xwediyê kevir berdide û li pey kevir direve? Li gel vê divê rê bê dayîn ku dijmin termên miriyên xwe ji meydana şer rakin. Li aliyê din divê bi tu hawî mal, erd û zeviyên dijminan neyê şewitandin, tenê dexlên wê salê ji wan were girtin. Çimkî baş dizanin ku her şer piştî heyamekê bi aştiyek bi dawî dibe… Xweziya ew hovên ku bajêr û navçeyên me didan ber topbaranê, meytên mirovên me yên li meydana şer li dû zerîpoş û akrebên zirxî ve didan kaşkirin û meytê jinan di “mesaneyê” de didan ber gulleyan hay ji vê rêgeza şerî ya ku Platonî du hezar û çar sed sal berî niha kifş kiriye hebûna û di qada şerî de hinek bi exlaqî tevbigeriyana…

Li gor Platon dewleta herî baş ew dewlete ku dişibe miroveke bi tenduristî dijî. Çawa ku dema tiliya mirovek diêşe beden û serî jî pê re vê janê hîs dike û ji ber êşa parçeyek laş hemû laşê mirov vê rewşê dijî, wisa jî divê dewlet qenc an xerab dema tiştek hat serê yekî ji welatiyên xwe, divê vê rewşê wekî ku li xwe qewimî be bibîne û bi vê re an kêfxweş bibe an jî derdmend bibe… Di vir de erka dewletê “tevahîparêzî” ye. Hembêzkirina hemû mirovan e. Di dewletek wiha de rind an xerab çi were serê welatiyan dewlet mîna ku ew hatibe serê wê dê bihesibîne û bi wê re an kêfxweş bibe an jî xemgîn bibe. Ji ber ku welatî rêveberên xwe wekî xelaskaran an jî parêzgeran dibîne…

Di nav ramanên Platon de ya herî balkêş ji bo rêveberiya dewletê pêşniyarkirina wî ya fîlozofan e.  Divê ev fîlozofên ku hêza dewlet û hêza aqilî di xwe de civandine dewletê bi rê ve bibin û ji hemû pirsgirêkan safî bikin. Li gor wî di xwezayê de xwedê hin mirov ji bo fîlozofî û zilamtiya dewletê, hin mirov jî ji bo tişta ku jê re hatiye gotin bêyî ku bifikire pêkbîne, afirandiye. Ji ber vê yekê divê ji hêz û aqilê fîlozofan sûd were wergirtin.

Pirtûka Şeşem: “Ya ku zanist û rastiyê diwelidîne “qencî” ye”

Sokrates, wesfê fîlozofan ku Platonî dixwest devletê ew bi rê ve bibin, wiha rêz dike:

–    Divê fîlozof karibe raman û agahiyan li hev bicivîne,

  • Divê fîlozof xwedî meraqê be û baweriya wî bi zanistê re hebe,
  • Divê fîlozof ji “tevahiya heyîyê” hez bike,
  • Divê fîlozof di “dil û dev/gotinê” de guncaniyê û yekbûnê pêk bîne,
  • Divê di xulqiyeta fîlozofî de hesta hezkirinê hebe,
  • Divê fîlozof di dilê xwe de rezîlî û alçaxiyê nehewîne,
  • Divê fîlozof ji bêpîvanî û çavbirçîtiyê dûr be,
  • Divê fîlozof xwedî hefizeyek bi hêz û tendurist be,
  • Divê fîlozof miroveke têgihîştî û ranerm/nazik be,
  • Divê fîlozof di her şert û mercî de, di her cih û demî de girêdana xwe ya bi rastiyê re biparêze…

Hezkirin û girêdana fîlozofan ya bi welat re divê bêguman be. Di perwerdehiya bedenî û hişî re, bên derbaskirin û di dema talûke û zewqan de helwestên wan were çavdêrîkirin û jê kesên wekî zêr di agir de hatibe ceribandin û li pey ceribandinê jî têrpaqij mabe bibin parêzgerên welat. Lê ev jî rastiyek jiyanê ye ku ev xisletên tê rêzkirin di civakê de dê di kêm kesî de bi tevahî hebin. Ev jî bi gor fikra Sokratesî di civakê de di nava hezar kesî de tenê di yekî de tê xuyakirin. Ji ber vê yekê fîlozof di her civakê de kêmar in. Û hêza wan a desthilatdariyê bi dest bixe jî pir kêm e. Hin fîlozofên heyî jî ji hêla desthilatdaran ve bi cur bi cur lîstikan tên xapandin û desthilatdar wan dikin bin baskên xwe û ji bo armancên xwe yên kirêt bi kar tînin.

Ji bo kar û barê rêvebirina dewletê bi rêk û pêk bimeşe divê herî kêm fîlozof xwedî van xisletan bin. Çimkî kesê ku ne dostê rastiyê, egîdiyê û çavtêrîbûnê be dê tu kar û xebatê bi serkeftî pêk neyîne. Ger ne wiha be wê çaxê ew ên dewletê bi rê ve dibin ne fîlozof in, belkî “fîlodoks” bin… Kesên ku rastî û xewn û xeyalan tevlîhev dikin û tenê bi xuyanga heyîyan re bilî dibin… Dê ev jî dewletê ber bi hilweşînê ve bibe…

Platon girîngiya desthilatdariya fîlozofan wiha tîne ziman: “Hetanî ku fîlozof rêveberiya dewletê bi dest nexin, ne derdên dewletê ne jî derdên welatiyan xelas dibe û ew dewleta ku me tesewir dikir jî tu carî pêk nayê.”

Ber bi dawiya vê beşê Platon qala “îdeaya qenciyê” dike: Li gor wî tişta ku rasteqîniyê dide wanekan û hêza zanînê dide hiş/serî îdeaya qenciyê ye. “Zanist” û “rastî” du têgehên nêzîkî hev in lê em wan wekî qenciyê bi nav bikin, dibe xeletî. Çimkî cihê qenciyê helbet li ser herduyan, pirr li jor e. Ya ku zanist û rastiyê diwelidîne ev qencî ye. Mijara zanista herî bilind “qencî”ye, îdeaya qenciyê ye. Rastî, edalet û hemû nirxên din ger mirovan ber bi qenciyê ve bibe feydedar e. Ger mirov negihêje îdeaya qenciyê/ramana qenciyê tiştên din yên fêrbûyî dê hemû bêfeyde be. Û pirsa gelo qencî çi ye pêşgarî mirovan dibe: Qencî gelo zewq e, zanayî ye an tiştek din e…

Li gor Platonî hin tişt tên dîtin lê nayên têgihîştin/fêhmkirn lê heçku îdea ne ew tên têgihîştin lê nayên dîtin. Ev raman bi me dide zanîn ku du dinya hene: Dinyaya ku em dibînin, dinyaya ku em têdigihîjin. Di dinyaya ku tê dîtin de her tişt xapînok in, ji ber vê yekê çavê ruh her li jêr e, lê di dinyaya têgihîştî de “rastiya cewherî” heye, ji ber vê yekê çavê ruh her li jor e. Ev ew bilindahî ye ku qencî lê bicihbûyî. Qencî daxilî vê dinyaya têgihîştî/ramanî ye.

Pirtûka Heftem: “Şikefta bin erdê”

Di vê beşê de qala perwerdehiyê tê kirin ku çiqas tiştek zor û zehmet e. Ciyawaziya dinyaya tê jiyîn û dinyaya rasteqîn bi çîroka “Şikefta bin erdê” tê ravîkirin. Hin mirov di vê şikeftê de hene û ji zaroktiya xwe ve her di vê şikefta tarî de dest û ling girêdayî bi şiklekî ku nikaribin bilivin, rawestiyane. Li pişt wan jî li bilindahiyek ronahiya agirekî diteyîse. Di navbera van mehkûm û agirî de jî riyek tîk heye. Di dirêjahiya vê riyê de jî dîwareke nizm heye. Li pişt vî dîwarî jî hin mirov di dest wan de hin kûklayên ku di şiklên mirov û heywanan de ne, dibin û tînin. Ji ber ku ev mehkûmanan tenê bi alîkariya roniya agir siyên wan kûklayan dibînin, vê rewşê wekî rastiyê têdigihêjin. Lê dema ji van mehkûman yek ji nav wan tê derxistin û ewilîn ber bi agir ve diçerixe fikrên wî hinek biguhere, bi çavek qemişîn li wanekên ku berê tenê siyên wan wekî rastî dizanîbû, dinihêre û hişê wî tevlihev dibe, lê herî dawî dema ji riya tîk a westîner xelas dibe û xwe digihîne tîrêjên rojê, wê çaxê pêrgî rastiyek din tê ku cardin çavê wî diqemişe… Û di dawiyê de digihêje wê fikrê ku ew tiştên di şikeftê de wekî rastî dizanîbû hemû çewt in.

Ji vê çîrokê pê ve perwerdehî ji bo dewleta Platonî cihek girîng digire: Di her ruhî de hêza hînbûnê û organeke ji bo vî karî xizmetê bike, heye. Û perwerdehî ew huner e ku vê hêza ruhî ber bi qenciyê ve diçerixîne… Ger dewlet dixebite ku welatiyên bijarte bigihîne, divê ji nav welatiyan yên herî berxwedêr, qehreman û yên bedew hilbijêre û wan di çend merheleyên perwerdehiyê re derbas bike: Jîmnastîk, muzîk, hunera şer, hesap û arîtmetîk, geomêtrî, stêrnasî, diyalektîk û hwd. Divê perwerdehî ne bi darê zorê be. Çimkî mirovê azad divê tu tiştî wekî koleyek neelime, ji xwe tiştê bi zorê bikeve hiş dê di hişî de nemîne. Perwerdehî divê ji bo zarokan wekî lîstikê be. Merheleyên perwerdeyê gelek in. Armanca wê jî zivirandina ruh ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve ye, berhêlîkirina ruh ya ber bi cihê “heyîya herî bextewer” lê ye. Ger perwerdehiyek baş nebe rewşa mirovê nezan wê wekî rewşa xinzîrê ku di nava heriyê de digevize û jê kêfê werdigire, dê ji nezaniya xwe kêfê werbigire. Ji ber vê yekê divê kesên jîr û zana di bîst saliya xwe de di seridandinê re derbas bibe, di sî saliya xwe de cardin di ezmûnan re bê ceribandin û piştî perwerdehiya gelek salan, di pêncî saliya xwe de êdî bi xurtî dipije, dikare bibe notirvan, parêzger/rêveberê dewletê. Di pêvajoya vê fêrbûnê de divê zarok û ciwan bi her hêlê ve were çavdêrîkirin û di pêncî saliyê de êdî yên ji her astengiyê xelas bûyî dê bibe rêveberê dewletê. Û ev ên bûne rêveber dewlemendên herî bijarte ne, lê ev dewlemendî ne dewlemendiya zêr û zîvan e, ev dewlemendiya aqil û erdemê/dilpakiyê ye. Bi saya vê dewlemendiya aqil û erdemê jî dê dewlet bi “felsefe”yê re lihevhatinek pêk bîne û fîlozofên dewletê bi rê ve dibin vê desthilatiya xwe wekî spartekekê bibînin. Yên kar û barê dewletê werdigirin divê bi tu awayî li pey şeref û şuhreta derewîn nekevin û tenê ji bo rindî û qenciya gel vê berpirsiyariyê wekî spartekekê bibînin. Bidestxistina desthilatiyê wekî azweriyekê nebîne, ger wisa be dê di dewletê de tu carî pevçûn û çavnebarî kêm nebe. Bi fêrbûna van unsûr û zanistan re mirovên bijarte yên dê dewletê bi rê ve bibin, bigihêjin heyîya rasteqîn ku wekî “îdeaya qenciyê” tê zanîn… Bi vê fêrbûna van zanistan re dê ruh riya xwe ber bi “heyîya herî bextewer” ve beralî bike û ber bi “rastiya cewherî” ve bilind bibe û ya bibîne jî wê ne tiştek dişibe qenciyê, lê ew ê qencî bi xwe be. 

Pirtûka Heştem: “Her cureyê dewletê mirovê dişibe xwe jî afirandiye”

Ev beş dîsa bi bîrxistina ku divê ji bo bidestxistina dewleta herî qenc jin û zarok hevpar bin berdewam e. Pê re jî hevpariya perwerdehiyê tê xwestin û bi cureyê dewletên ne qenc berdewam dike. Di vir de ya balkêş ew e ku Platon dibêje çawa ku pênc cure dewlet heye her wisa jî pênc cure mirov heye. Her mirovek karakterê dewletekê temsîl dike. Her cureyê dewletê li gel xwe bi heman karakterî mirovê dişibe xwe jî afirandiye:

Tîmokrasî/dewleta şerefê: Di vê rêveberiyê de mirov li pey şan û şuhretê ye, çavên wî li meqamên bilind e, hêza xwe ji şer û leşkeriyê digire. Mirov di vê rêveberiyê de bi pey zêr û zîvan, dewlemendî û diravberhevkirinê ketiye, ji hişê bi muzîkê hatiye bihêzkirin dûr e…

Olîgarşî: Di vê rêveberiyê de dewlemendî diyarker e. Dirav û saman berî her tiştî tê. Dewlemend ji bo hêj dewlemendtir bibe dixebite, kesên dewlemend welatiyan bi rê ve dibe û xizan ji rêveberiyê dûr e û şerê dewlemend û xizanan li dar e. Mal û milk kirîn an firotin dike ku hin pir dewlemend bibin, hin jî pir feqîr bikevin. Mubtelatiya şan û şuhretê cihê xwe dide mubtelatiya pere û malê dinê. Û pê re jî parsekî, dizî, şêlandin û kujerên dest bi xwîn her derî dorpêç dike…

Demokrasî: Di vê rêveberiyê de rêbaya azadiyê heye, di xuyangê de pergala herî bedew e, cudahiyên cur bi cur hene, merdî û xweşbînî heye, wekhevî heye… Lê azadiya bê ser û ber dike ku mirov ji nirxên ku civakê li ser piyan digire, ji nirxên exlaqî dûr bikeve û civakê ber bi hilweşîneke xedar ve dehf bide ku navê wê zorbetî ye…

Zorbetî/zordestî: Ev rêveberî ji demokrasiya pirole/pir zêde der tê. Ji ber ku welatiyê fêrî her cure azadiyê bûye gava pêrgî pêkutî an jî astengiyek herî biçûk jî tê hêrs dibe, serî hildide ev rewş jî demokrasiyê ber bi rêveberiya zorbetiyê ve dehf dide… Ji demokrasiyê pergalek koletiyê dertê. Zorbeyê ku dibîne her kes jê re bûye kole, êdî bi xwîna wan jî dimije. Zorbe, rojên ewil rûyê xwe yê zalim vedişêre, hêviyan belav dike, wekî mirovê herî merd û nerm dixuye, bi dijminê devre re şer dike, dû re vediger her mirovê dilsoz, wêrek, baqil û xwedî hêz ji holê radike. Tam berovajiyê paqijiya ku hekîm dike, pêk tîne: Hemû qencan bê bandor dike û xeraban li dora xwe dicivîne. Çiqas diravên di gencîneya dewletê de heye xerc dike û vedigere hebûn û dewlemendiya gel û xwînê di dev û pozê gel re tîne…

Sanzio_01_cropped

Pirtûka Nehem: “Dewleta herî neşad “dewleta zorbetiyê ye”

Cureyê dewletan bi xwe re li gor taybetiyên xwe, ji civakê re an rindî, edalet û bextewariyê, na jî bêedaletî, xerabî û neşadiyê tîne. Di tesewira dewleta Platonî de em dibînin ku dewleta herî guncan qiraliyet e ku ji civakê re jiyanek ji neheqî, xerabî û azweriyên têrnebûyî dûr waed dike û mirovê girêdayî xwe, di nava qencî û edaletê de bi bextewariyê xelat dike. Lê dewleta herî neşad û di nava xerabî, xizanî, birçîbûnî û neşadiyê de dijî jî “pergala dewleta zorbetiyê” ye. Çimkî di vir de mirovê ji nirxên exlaqê dûr, mirovê nikare gemê li azweriyên di hundirê xwe de harbûyî bixe, dibe sedem ku mirovê vê civakê her di nava neheqî, bêedaletî û neşadiyê de bijî…

Di vê beşê de jî qala cureyên xwestekên mirovan tê kirin ku jê hinek mecbûrîne -wekî xwarinê- jê hinek kêyfîne -mîna vexwarinên serxweşker, şahiyên ji tixûban der- hin jê jî xwestekên xerabûyînê ne -wekî evînên sexte- û bandora wan ya li ser civakê…

Ji rê averêbûna mirovê ku bi pey xwestekên xwe yên têrbûnê nasnake ketiye, mirovê ku di bin bandora xwestekên xwe yên xerabûyî de maye ber bi zorbetiyê ve dihere. Di dawiyê de ne dê, ne bav ne jî welatê ku berê pîroz dihesiband ji bo wî êdî nayê tu wateyê… Her tişt ji bo xwestek û azweriyên wî yên têrbûnê nasnake tê xerckirin û di dawiyê de şêlandina gel dimîne û ji bo vê jî çi zilma pêwîst be dê li ser gel were meşandin… Mirovê zorbe êdî ew xerabiyên berê tenê di xewnan de didît, pêkdianî aniha bênavber di dema şiyarbûna xwe de pêk tîne. Ji tu tawanbariyê, ji tu bênamûsiyê xwe nade paş… Dibe cinawirê gelê xwe. Bi pêkhatina rêveberiya zorbetiyê dewleta herî bedbext/neşad derdikeve holê; dewleta koleyan. Li hember komikek biçûk ya di nava kêf û xweşiyê de tevdigere, piraniya gel ya ku di bin nîrê feqîriyê de dijî, heye. Tirs, birçîtiya bedenî û ruhî, girîvebûn, gotegot û gazindkirin li piraniya civakê serwer e…

Platon li pey taybetiyên zorbetiyê vêca li ser sê cureyên mirovan agahiyên balkêş derpêşî me dike:

-Mirovê li pey bidestxistina “zanayiyan”e: Zanayîperwer/hêla me ya li pey bidestxistina rastiyê ye. Ev hêla me ew hêl e ku nirxa hêrî kêm dide dirav û şeref û şuhretê. Mirov dikare wekî hêla me ya hezkirê zanist û ramanê bi nav bike.

-Mirovê ku li pey bidestxistina şan û şerefê ye: Hezkirê nav û dengdayinê ye.

-Mirovê ku li pey bidestxistina dirav û qezenca zêde ye: Hezkirê pereyan. Ji van her sê cureyê mirovan jê her yek riya xwe û armanca xwe ji yên din rasertir û rastir dibîne û li gor xwe ji jiyana xwe memnûn dixuye. Encamên van her sê cure xebatan jî zewqên cur bi cur bi mirovî dide tehmijandin. Lê ji vana tenê yek zewqa rasteqîn bi mirovî dide jiyandin, ew jî xebata li ser zanayiyan e: Zewqa zanatiyê. Çimkî tenê hezkirê raman û zanistê/fîlozof dikare riya herî rast ya ramîn û fikirînê nîşanî mirovan bide. Û bi vê jî dê bigihêje bextewarî û qenciyê.  Heçku ên din in ew ne rasteqîn in, ne jî zelal in; ew ancax dikarin bibin siyên zewqa zanayiyê… Lewre ew zewqên derbasdar û xapînok in. Ya herî rast bi rêberiya hêla me ya xwedî zanayî û ramanan, têrkirina hêlên me yên din in ku di nava ahengek bi pîvan de bijîn. 

Pirtûka Dehem: Hunera Şibandinê

Di vê beşê de qala hunera şibandinê tê kirin. Li gor Platonî karê ku hunermend dike ne karekî heqîqî ye, ew ancax dikare bibe karekî şibandinî. Bi mînakên şair û wênesazan vê angaşta xwe dide peyitandin. Mînak çawa ku wênesaz wêneyê objeyek çêdike, bi me wisa tê dîtin ku wî rastiyek xêz kiriye lê di esasê xwe de wî tenê karê şibandina objeyek kiriye ku ev jî ji rastiyê gelek dûr e. Wênesaz li vir tenê dikare bibe teşbîhvan. Homeros jî di nav de helbestvan û çîrokbêjên mezin tê rexnekirin ku hemû tiştên ku kirine ji rastiyê dûr in û bi van kirinên xwe yên sexte û texlîdî jî tu carî negihîjtine rastiyê. Mirov dikare ji bo wan bibêje teşbîhvan. Çimkî ew beyî ku derheqê tiştek esasî de xwedî agahiyan bin tişta “dişibe wê” çêdikin û bi vê kiryara xwe jî rewşek xapînok diafirînin. Wekî wênesazek ku derheqê solkeriyê de tu tiştî nizane lê bi xêzkirina solên rengîn û xweşik rewşek xapînok diafirîne û dide bawerkirin ku ew derheqê solkeriyê de bi qasî solkerekî xwedî agahiyan e. Rastî û afirînerê gerdûnê tekane ye û ew jî xweda bi xwe ye. Ji vê rastiya esasî wêdetir her karê tê kirin tenê kopiya vê rewşê ye, şibandina tiştên tê dîtin e, ne ku rastî bi xwe ye. Ber bi dawiya pirtûkê ve qala bêmiriniya ruh tê kirin. Platonî wisa difikire ku kesê xerabî dîtiye dê di welatê Hadesê /dojehê de cezayê xwe bikêşe. Her wiha kesê qencî kiriye û bi edalet tevgeriyaye jî dê xelata xwe bigire, cihê wî li bilindahiya ye û li bihuştê li nêzî xwedayan e.

Mahmut Ozçelîk

14.02.2016

Çavkanî 

https://tr.wikipedia.org/wiki/Platon

Platon; Devlet, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, 1999

Beyî nîşandan çavkaniyan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin