Ji Merivê Pêşin Hetanî Birca Babîlê Bûyerên Dîrokî

Ji Merivê Pêşin Hetanî Birca Babîlê Bûyerên Dîrokî

 Ji Merivê Pêşin hetanî Birca Babîlê Bûyerên Dîrokî 

     Pêşgotin

     …. Mixabin, mirovên niha jî riya xwe guhastine, ecêbê nebînayî dikin. Dema mirov bala xwe dide çîrok, meselok, gotinên pêşiyan, serpêhatî, şîret û nesîhetên bav û kalan divê baweriya kesayetî zêde be û her yek di jîyana xwe da bi kar bîne û xêre jê bibîne û ji riya rast danekeve. Em çend bûyerên dîrokî bînin ber bi çeva, kîjan di kitêbên pîroz Bîblîyayê ( Kitêba Pîroz ), Quranê, Mishefa û Kitêba Cilwe de jî behsa wan tê kirin. Serê serî de ka em ew kitêbên pîroz yek bi yek, bi kûrayî binihêrin.

Bîblîya

Bîblîya berhevoka kitêbên pîroz e û belayî ser du parê mezin dibe : < Peymana Kevin > û < Peymana Nû >. Û ev her du par hevra ji 66 kerên mezin û biçûk in. Peymana Kevin ji 39 keran e, lê Peymana ji 27 keran. Bîblîya nêzîkî 1600 salan de weke 40 merivên başqe – başqe nivîsî ne. 1500 sal berî Mesîh ( B.M ) û pey Mesîh ( P.M. ) re nêzîkî sala 100 – î. Sala 1946-47an de destnivîsarên kitêbên Peymana Kevine bergirtî, ber Bera Mirî, li cîyê ku jê re Qumran tê gotinê hatine dîtinê. Ew destnivîsar B.M. ji sala 1000 heta P.M. sala 1-10an hatine bergirtinê. Kitêbên Peymana ya esasî bi zimanê yûnanî hatine nivîsarê. Û qasî 13000 destnivîsarên wane bergirtîye kevin hene. Sala 1827an çend parêd Kitêba Pîroz bi kurmancîya Hekarîyê hatine welgerandinê. Sala 1856 û sala 1857an de pêşîyê Mizgînîya li gora Metta û paşê her çar Mizgînî bi kurmancîya Xarpûtê ( nêzîkî Elazigê ) bi herfêd ermenî Stembolê de hatine neşirkirinê.Sala 1872 – a tevayîya Peymana dîsa xût wî zaravî de hatine neşirkirinê.

“Înstîtûta Welgerandina Kitêba Pîroz,, “Komela Kitêba Pîroze Înglîstanê û Welatder,,

Quran

Quran an jî Qur’an (bi erebî: القرآن), pirtûka pîroz a dînê Îslamê ye. Li gorê dînê Îslamê çar pirtukên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê erdê. Her yekî ji wan ji bo pêxemberekî Xwedê ji bo rêsanedana wî ji bo mirovan hatiye rêkirin. Quran, li gorî bawermendên Misilman gotinên Xwedê ye û ew di sala 610an a piştî mîladê, ji alî Xwedê de bi rêya wahîy ve ji Mihemed re gava ku ew 40 salî bû, di şeva leylet el-qadirê hatiye rêkirin. Quran ji 114 sûretan (sûreyan), 6.236 ayetan û 77.934 (77.437) gotinan hatiye çêkirin.

Mishefa Reş û Kitêba Du Pirtûken pîroz yên Ezdiyan

Kitêba Cilwe u Mishefa Reş hene. Kitêba Cilwe (Kîtaba Wahiyê) fermanên Melekê Tawus vedibêje; Mishefa Reş jî rêzik û rêgezênvê olê û avabûna dinyayê, bingeha mirovahiyê, çîroka Adem û Hewayê vedibêje. Lê tê gotin ku ev herdu kitêb jî winda ne. Ji ber ku di êzidîtiyê de pirtûkeke pîroz tuneye, rîtuelên dînî bi rêya zargotiniyê derbasî nifşên nû dibe.

 Prof. Celîlê Celîl/ “MISHEFA REŞ” BI ZAR DI NAV SÎSTEMA QEWL Û BEYTÊN ÊZDIYAN DE… Li dawiya sedsala XIX û destpêka sedsala XXan ji aliyê zanyaran ve du pirtûkên êzdiyan ên pîroz ketin destê xwendevanan. Yek ji wan Kitêbî Celwe bû, ya din jî Mishefa Reş. Nivîsara van her du pirtûkên xef (sihrî) hatin xwendin û bi pirtûkekê tevî wergera wan a bi zimanê almanî û bi weşandineke lînguîstîk ve bi destê rohilatnasê Awusturyayî Martîn Hartmann di sala 1913an de li Wiyanayê hatin belavkirin. Ev her du pirtûk bi naveroka xwe balkêş bûn. Balkêşiya van destnivîsan ji aliyê zanyariyê ve heta roja îro jî dom dike. Tê famkirin, ku xwendina van nivîsaran qedexe bûye, ji ber ku tîpên nivîsa van pirtûkan bi xef bûne û him jî axaftina li ser wan qedexe bûye. Bi giştî li ser êzdiyatiyê hemû rohilatnas, dîplomat, rêwî, dost û nedostan nivîsîne.

Gelo di van kitêbên pîroz de behsa Xwedê tê kirin?

Xwedê çawa didin naskirin?

Kengê hebandina rast dane dîndarê?

Pilana Xwedê çî ye?

Bona wî zanîst çi dibêje?

ZANÎST ji ku hatîye?

Tebîyet (sirişt,nexçer) ji ku derket?

Em ji ku hatine? Armanca me çî ye? Ku diçin?

Diqewime pirsêd te jî hene, ku hewcê cabê ne. Hilbet,  ew in, ku tabetîyê nadine te, xewa te û hêsabûna te tevîhev dike.

Zû yan dereng her kes jî ser van pirsan disekine.

Em zemana zanîstîyê de dijîn.Îro meriv her roj dicedînin sura zanîstîyê,Xwedêzanîstîyê, tebîyetê azorû kin.

Xwedê  : < Gîha wê hişk be,kulîlk jî biçilmise,lê peyv Min wê heta hetayê bimîne>(Îşaya 40:8).

Dixwezim bûyerên dîrokî bînin ber bi çeva yek bi yek.

Baxçê Êdenê (Adanê)

Adem û Hewa

Merivêd pêşin – Adem û Hewa hatibûne efirandinê seba Xwedê re bêne girêdanê

Xudan ji bo meriv li Rojhilat,li Êdenê baxçeyekî spehî çand.Çemek jî hebû,ku baxçe av dida,ew çem ji Êdenê derdiket,ji hev vediqetiya û dabeşî çar milan dibû.

Navê çemê pêşî Pîşon e; ew li nav hemû herêma Hewîla ya ku zêr lê heye,digere.Navê çemê diduyan Gîhon e; ew  li nav hemû herêma Kûşê digere.Navê çemê sisyan Dîcle ye;ew bi rojilata Aúrê ve diheriqe. Çemê çara jî Firat e.

Xwedê meriv bir û danî baxçê Êdenê de,ku wî biçîne û lê bibe xweyî.

Hingê Xwedê tevahiya heywanên erdê û teyrên ezmên anîn ba meriv,da ku meriv nav li wan bike.Meriv çi nav li wan kiribe,ew bû navê wan…

Adem navê jin xwe <Hawa>(yanî Jiyan) danî.Çimkî ew bû diya hemû merivan.

Êdî meriv nema tenê; ji hingêva jin û mêr ji bo hev evefirandin.Ji ber vê yekê het îro mêr dev ji dê û bavê xwe berdide û bi jina xwe re dibe yek û ew herdu dibin yek.

Xwedê mecal da bavpêşê merivayê,ku ew vê karebûna hilbijartinê da,ewana bikaribin hilbijartina xwe bidine kifşê.

Hê serê-serî de, Xwedê merivan re daye,ku aza bikaribin hilbijartina xwe bidine kifşê.Lê azayîya hilbijartinê hingê ne bextewarî ye,çaxê meriv hilbijartinê de şaş dibe.

Em zanin, ku Adem û Hewa di xasbaxçê de guh dane ser gotinêd Şeytanê derew û búne gunehkar. Paşê Xudan Xwedê ji baxçê Êdenê Adem û Hewa derxiste der û dayê,k erdê bêcer ke ji ku ew hate hildanê.

Nuh Pêxember

Keştiya Nûh

Pey gelek salan re bi zuretên Adem û Hêwayê dinya tije bû.Merivên pêşî guhê xwe nedidan Xwedê û hê ji hingê ve dinya xira bû.Xirabîyên merivan li ser dinyayê zêde dibûn û fikirên dilê wan û hemû femîna wan her roj ser xirabîyê bû.Dinya li ber Xwedê herimî û bi nerastîyê tije bû.Wext derbas dibû û hal ewqas xirab bû,Xwedê poşman bû ku wî meriv çêkirin.

Çaxê Xwedê erd û ezman afirandin, her tişt qenc bû. Lê mirovan zû ne li gor daxwazên Xwedê dikir û gava Xwedê li wan nihêrt, ew poşman bû. Xwedê li erdê nêrî û dît ku çiqas xera bûye. Erd tije zordarî bûbû, çimkî hemû mirovên li ser erdê riya xwe xera kiribûn.

Xwedê got: «Gerek e hemû mirovên ku guhê xwe nadin min, bên cezakirin. Ezê mirov, heywan û teyrên ezmên ji ser rûyê erdê xîş bikim.»

Di wan rojan de di hemû dinyayê de mirovek bi tenê hebû ku bi dilê Xwedê bû. Ew zilamek rast û qenc bû û ji Xwedê ditirsiya. Navê wî Nûh bû.

Xwedê ji Nûh re got: «Dawiya hemû mirovan hat. Çimkî ji rûyê wan, erd tije zordarî bûye. Ezê wan ji rûyê erdê helak bikim. Ji xwe re gemiyekê çêke. Di gemiyê de odan çêke û gemiyê ji derve û ji hundir ve zift bike. Divê gemî 133 metre dirêj be, 22 metre fireh be û 16 metre bilind be. Gemiyê sê qat çêke, banê wê jî çêke û deriyê gemiyê bixe tenişta wê. Ezê tofaneke mezin rakim û her tiştê ku ruh di wan de heye, wê helak bibe. Li ser rûyê erdê hemû wê bimirin. Lê ezê peymana xwe bi te re girê bidim. Tu û kurên te û jina te û bûkên te, hûnê bikevin gemiyê.»

Nûh li gor emirê Xwedê ji darên mezin gemî çêkir û zift lê xist, da ku av nekeve wê. Gelek odên wê hebûn û banê wê hebû, pencere û derî di tenişta gemiyê de bûn.

Hingê Xwedê ji Nûh re got: «Ji her cûreyên teyr, dewar û heywanan dido dido – nêr û mê – bibe gemiyê, da ku ew bi te re sax bimînin. Û ji hemû heywanên helal ji xwe re heft heft – nêr û mê – bistîne. Û ji her cûreyê xwarinê bi xwe re bibe, da ku ji bo we û wan bibe xurek. Piştî heft rojan ezê 40 roj û 40 şevî baranê bibarînim; ezê her tiştê jîndar ji ser rûyê erdê xîş bikim.»

Nûh jî her tişt wek ku Xwedê jê re gotibû kir.

Çaxê Nûh 600 salî bû, di meha diduyan de, di roja 17ê mehê de, hemû kaniyên kûrahiyê der bûn û çaviyên ezmên vebûn û baran 40 roj û 40 şevî li ser erdê barî.

Çaxê tofanê dest pê kir, tam di wê rojê de, Nûh û kurên wî Sam, Ham û Yafet û jina Nûh û her sê bûkên wî ketin gemiyê. Pişt re Xudan derî girt. Û wek ku Xwedê li wî emir kiribû, ji her cûreyê heywan, dewar û teyr, dido-dido li ba Nûh di gemiyê de bûn. Lê hemû mirovên ku guhê xwe nedidan Xwedê li derve man.

Li ser erdê 40 rojî tofan çêbû. Av zêde bû, gemî ji erdê rabû û gemî li ser rûyê avê diçû. Av li ser erdê zehf gelek bilind bû û hemû çiyayên bilind nixumandin. Av heft mêtrên din jî bilind bû û çiya nixumandin.

Her tiştê ku li ser erdê diliviya – teyr, dewar û heywan û her tiştê ku li ser erdê dişêle – û her mirov helak bû. Hemûyên li bejê tevde fetisîn; her tiştê jîndar ku li ser erdê bû, tev hatin xîş kirin. Tenê Nûh û yên ku bi wî re di gemiyê de bûn man.

Av 150 rojan li ser erdê bilind ma. Hingê Xwedê Nûh û hemûyên ku pê re di gemiyê de bûn, anîn bîra xwe û ba li ser erdê rakir. Kaniyên kûrahiyê û çaviyên ezmên hatin girtin û baran sekinî. Hin bi hin av ji erdê kişiya û di roja 17ê meha heftan de gemî li ser çiyayên Araratê rûnişt.

Piştî 40 rojî, Nûh pencera gemiyê vekir û qirik şand derve. Heta ku av li ser erdê zuwa bû, ew vir ve û wir ve firiya.

Hingê Nûh kevok jî şand, ku bibîne ka av ji ser rûyê erdê kişiyaye an na. Lê kevokê cih ji xwe re peyda nekir û vegeriya ba Nûh, çimkî av hê jî li ser tevahiya erdê bû. Nûh destê xwe dirêj kir, ew girt û anî gemiyê ba xwe.

Piştî heft rojên din wî carek din kevok şand. Êvarê kevok zivirî ba Nûh û va ye, peleke zeytûnê ê nû jêkirî di nikilê wê de bû. Hingê Nûh zanî ku av ji ser rûyê erdê kişiyaye.

Piştî heft rojên din wî cara sisiyan kevok şand, lê ew hew lê vegeriya.

Çaxê Nûh 601 salî bû, di roja 27ê meha diduyan de, erd bi tevahî zuwa bû. Hingê Xwedê ji Nûh re got: «Hûn hemû, tu û jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe ji gemiyê derkevin. Hemû teyr, dewar û heywan û hemûyên ku li ser erdê dişêlin derxe, da ku ew li ser erdê belav bibin û zêde bibin.»

Îcar Nûh û her sê kurên wî û jina wî û bûkên wî derketin û hemû heywan û her teyr û her tiştê ku li ser erdê dilive, hemû jî ji gemiyê derketin.

Hingê Nûh ji Xudan re qurban pêşkêş kir. Wî ji keviran gorîgehek çêkir û çend heywanên helal û çend teyrên helal anî, serjêkirin û li ser gorîgehê şewitandin, kir gorî. Xudan ew gorî qebûl kirin û bi wan kêfxweş bû û ji xwe re got:

«Fikrên dilê mirov ji zaroktiya wî ve xerab in, lê dîsa jî ez ji rûyê mirov carek din erdê naxim bin nifirê. Êdî wek ku min kir, ez carek din li her tiştê jîndar naxim.

Heta ku erd bimîne, çandinî û dirûn, sar û germ, havîn û zivistan, roj û şev xilas nabin.»

Xwedê Nûh û kurên wî bimbarek kirin û ji wan re got: «Zêde bibin û rûyê erdê tije bikin. Tirs û heybeta we wê bikeve ser hemû heywanên erdê û hemû teyrên ezmên, hemûyên ku li ser axê dişêlin û ser hemû masiyên deryayê; ew ji we re hatin dayîn. Ez her heywana ku dilive didim we ku ji bo we bibe xwarin; wek ku min giya û fêkî dane we, ez niha her tiştî didim we. Lê belê goştê bi xwîn nexwin. Çimkî jiyan di xwînê de ye.

Bi rastî, kî xwîna we birijîne, ezê hesabê wê jê bixwazim; ezê wê ji her heywanî û ji her mirovî bixwazim.

Her kî xwîna mirov birijîne, xwîna wî wê bi destê mirov bê rijandin. Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkir.

Hûn berdar bibin û li ser erdê zêde bibin.»

Hingê Xwedê weha ji Nûh û kurên wî re got: «Ez peymana xwe bi we û bi dûndana we re û bi hemû heywan, teyr û dewaran re qayîm dikim. Êdî tofana ku erdê helak bike, hew çêdibe. Nîşana peymana ku ez dixim nav xwe û we û her afirînê jîndar ê ku bi we re ye, her û her ji bo hemû nifşan ev e:

Min keskesor xistiye ewran, ewê di nav min û erdê de bibe nîşana peymanê. Kengê ez ewran bînim ser erdê û keskesor di ewran de bê dîtin, ezê peymana di nav xwe û we û her cûreyê afirînên jîndar de, bînim bîra xwe. Êdî ji bo helakkirina her tiştê jîndar, qet carek din av nabe tofan. Kengê keskesor di ewran de hebe, ezê wê bibînim û ezê peymana herheyî ya di nav min û we û her cûreyê afirînên jîndar de, bînim bîra xwe».

Birca Babîlê

Pêşdahatina Miletan

Pey Nuh re çend qurne derbaz bûn, lê ser di hê zimanek û zaravek bû. Û ji Kûşê nevîyê Nuh kurek bû, navê wî danîn Nemrût. Ew nêçîrvan bû. Wî ser erdê hêdî-hêdî qewat girt.

Çaxê ku wan ber bi Rojhilat ve koç kir, li herêma Şînarê deştek dîtin û li wir cîwar bûn.

Wan ji hev re got: «Werin, em ji xwe re bajarekî û birceke ku serê wê bigihîje ezmên ava bikin, da ku em nav û dengê xwe derxin; nebe ku em li ser rûyê hemû erdê belav bibin. Werin, em kelpîçan çêkin û em wan baş biqelînin.»

Ew qirar miqabilî qirara Xwedê bû,ku gotibû: <Herin, hev zêde bin, li ser dinyayê zef bin û wê tije kin>.

Padşatîya Nemrût li ser e Şênarê ji bajarê Babîlê, Arêgê, Akadê û Kaxanê de destpê dibû. Wextê çêkirina bilindcîyê meriva hebandina rast dane dîndarê, dewsa ku Xwedê bihebînin, wan tev, hîv, steyrk, meriv û tiştên din hebandin.

Wan kelpîç çêkirin, ew baş qelandin û dest bi avakirinê kirin (di şûna keviran de kelpîçên wan û di şûna xercê de, zifta wan hebû).

Xwedê bi nêta wan dizanî û li wî bajarî û li wê birca ku mirovan çêdikirin, nêrî û got: «Ew hemû yek nîjad in û zimanê wan hemûyan yek e. Wan dest bi vê yekê kiriye û êdî tu tiştê ku bixwazin bikin ji wan re namîne zehmet. Werin, em dakevin jêr û zimanê wan tevlihev bikin, da ku ew zimanê hev fêm nekin.»

Xwedê weha kir, zimanê mirovan tevlihev kir û wan zimanê hev fêm nekir. Devjeniyeke dijwar ket nav wan û wan zû dev ji avakirina bajêr berda û li ba hev neman. Bi wî awayî Xwedê mirov li ser rûyê hemû erdê belav kirin. Ji ber vê yekê ji bajêr re ‹Babîl› hat gotin, çimkî Xudan zimanê hemû mirovan li wir tevlihev kir û bû ‹bil bila› wan…

Xwendekarê delal ! Dîroka karê Xwedê bonaye !

Xwedêyê Efirandar û jîyîndar bona te xem dike. Tu dikarî Wî nas bikî û qirara wîye hindava xweda jî pê bihesî.Xwedê  pîroz e û Xudan e, lema em gerekê temî û qirarên wî hildin, ku ber hizûra wî bikaribin bisekinin. Gerekê ji me her kes tenê wî bihebîne. Em mîna Adem û Hêwayê nekin, lê aminîya xwe Xwedê bînin û tu car wî necêribînin.

Serwêrê jîyîna me bira Xwedê be, ne ku em xwexa, yan jî yekî din.

Têngîz Sîabendî

20.01.2016

Bersivekê binivîsin