Li Ser Çavkaniya Dewletê Çend Gotin

Li Ser Çavkaniya Dewletê Çend Gotin

Li Ser Çavkaniya Dewletê Çend Gotin  

Di warê derketina holê a dewletê de gelek teorî hene, lê yên sereke ev in.

1- Dewlet saziyeka xwazî ye û wiha derketiye holê.

2- Dewlet saziyeka çêkirî ye û wiha derketiye holê. 

1- Dewlet Saziyeka Xwezayî ye

Ji aliyê Platon ve tê parastin. Platon dewletê weke organîzmeyeke makro/herî mezin dibîne. Platon, bingeha dewletê di xwezayê de û di tebîeta mirovî de dibîne. Platon dibêje ku, ‘tu kes nikare bi serê xwe tenê hewcedariyên xwe pêk bîne û lewma jî, pêdivî bi alîkariya hinekên din heye.’ 

Dîsa Platon dibêje ku: ‘Di civakekê de rêveber divê fîlozof bin û fîlozof jî, divê rêveber bin.’

Arîstoteles jî vê ramana Platon ya ku dibêje; <Dewlet saziyeke xwezayî ye.> dipejirîne û dibêje ku, mirov xwediyê navgîna/taybetmendiya jiyana civakî ye. Di nav mirovan de û li cem wan, meyla <jiyaneka bi hevdu re> heye. Çimku taybetmendiyên ku xwezayê daye mirovan, ew encax di civakekê de dikarin vê yekê pêk bînin. Ji ber vê yekê ye ku dewlet, li cem mirov digihêje bingehekê û dibe berdewama xwezayê. 

2- Dewlet Saziyeka Çêkirî ye: Ji aliyê J. J. Rouseau, T. Hobbes û J. Locke ve tê parastin. Li gor T. Hobbes, mirov ji tebîetê xwe ve jixwerexwaz [egoîst, xweperest] e.

Bi tenê, ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Ji bo ku bi tenê ji bo berjewendiyên xwe têdikoşe <Mirov, gurê mirov in.>  Ev yek jî di nav mirovan de rê li gelemşeyan [şer, pêvçûn, nerazîbûnan] vedike. J i bo rêliberdadana gelemşeyan, mirov têne cem hevdu û sitûyên xwe ji otoriteyek raser re ditewînin. Bi vî awayî organîzasyona siyasî, ango dewlet dertê holê. 

J. Rouseau jî, di berhema xwe ya bi navê <Peymana Civakî> de dibêje: ‘Dewlet, di encama peymaneka ku mirovan di navbera xwe de çêkirine û ku dixwazin bi saya vê peymanê serbest bijîn, derketiye holê.’ Armanca vê peymanê ew e ku, mirov bi awayekî misoger bigihêjin wekheviyê. Ev peyman, bi saya îradeya şexsan ya serbest, pêk tê. 

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com 

24.02.2015 

Çavkani neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.  

Bersivekê binivîsin