Li Gor Nêrîna Sartre Azadî û Berpirsiyarî

Li Gor Nêrîna Sartre Azadî û Berpirsiyarî

Li Gor Nêrîna Sartre Azadî û Berpirsiyarî

Mirov heyînek ji bo xwe ye, hiş û azadî ye. Sartre vê ramana xwe û bivênevêtiya azadiyê, bi hevoka <mirov, mehkûmê azadiyê ne.> şirove kiriye. Em di bin kîjan şert û mercan de bin bila bin, em azad in û bi biryarên xwe, em jiyana xwe diafirînin. Helwesta me ya ku em ji bo rewşekî nîşan didin, bi pêşnûmayên me yên ji bo siberojê re digihêjine wateyekî û tevgerên me jî, li gor wan pêşnûmeyan derdikevine holê.

Azadiya giştî, bi xwe re berpirsiyariya giştî tîne. Jiber vê yekê jî mirov, hem ji xwe û hem jî, li hemberî hemû mirovan berpirsiyar e. Hilbijartina li hember rewşekî jî, di destê me de ye. Biryara vê yekê, em bi xwe didin. Hilnebijartina tiştekî, di rastiya xwe de hilbijartina tiştekî ye û divê (em bêgav in) em hesabê vê yekê jî bidin.

Di dema hilbijartina rewşekî de em ne jiyana xwe tenê, em di heman demê de hêman û hêjahiyên xwe jî, ku bingeha wê hilbijartina me ne, destnîşan dikin û pêşkêş dikin.

Mengiyên/îdealên ehlaqî û hêjahiyên me, bi tenê dikarin li ser azadiya me werin hîmdarkirin. Mehkûmtiya mirovan, ya azadiyê û têgihiştina mirovan ya berpirsiyariya xwe,  diltengiyekî jî derdixe holê û diltengî jî, ji hestên herî bingehîn yên hebûna mirovî ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Bersivekê binivîsin