Gername

Gername

Gername | Newaf Miro 

Carna peyv dibe hîm, yan jî çirûskek û mirov ber bi bergeh û asoyên nû ve dixindirîne. Û dibe hîm li ser wê peyvê qesreke ji peyvan û rengan ava dibe. Gava cara yekem em li ser ger û geşta Kurdistanê axivîbûn, bi min weke henekekê yan jî xewnekê hatibû. Lê gava xewnê mirov nebe wê nikaribe, bibe xwedî bext û text jî. Destpêkê; ez, kekê Aydîn û  Seyran û geştfroş hêja Mehmet Fîlîz bûn. Tevî ku gellek kesên din jî li ser vê gerê axivîbûn jî, lê di dawiyê de Rojnamevanê Elmanî û hevalê me Phîlîpp Kîlmann jî bûbû hevrêyê me. Çawa ger û geştê bi min re kelecan afirandibû wûsa jî beşdarbûna Phîlîpp jî. Herçend min dixwest hin hevalê din jî beşdar bibin, lê nebû. Encam; yekê Elewî, yekî Êzdî, yekî Misilmanê sunnî û yekî Xiristiyan, yan jî Mesihî bûbûn hevalê heman rê yê. Lê gava mirov fêm bike, ol û çandê cûda nabe asteng. Berevajî dibe; hevreng û tevn.  

Gera me serê sibê bi rêya trênê destpêkiribû, gava em di trênê de bûn, hin hevala dixwest em silavê wan ligel xwe bibin Kurdistanê û helbet yek jê keça Dêrsimê Gulbihar bû. Yê herî zêde mejiyê min mijûl dikir axaftina bi Phîlîpp re bû. Ez ditirsiyam ku ew eciz bibe, ji ber axaftina xerîb ji bo wî. Lê yê herî kêm xwestekê cêwaz ew bû.  

Gava em ketibûn nava balefirê, weke hercar hevalê min yê herî nêzîk pirtûk bû. Jixwe ew demeke dirêjbû, ew romana bi navê Xezal ya Nesip Tarim min girt nava destê xwe û min, bi çêjekê dixwend. Bêyî em hayedar bibin, em gihiştibûn balefirgeha Stenbolê. Çawa em gihiştin me berê xwe dabû xetên navxweyî yê Tirkiyê. Bi demê re me ciyê xwe di balefirê de girtibû. Bi herikandina balefirê re, dengekî xurt ji nişkava bilind bû û digot; Allah û Ekbar. lê ne dengekî nerm weke hinek kêrê bidin qirika hineka. Rêwî tevde veciniqîbûn. Û tirseke mezin bi me re çê bûbû. Ew denga hêjî ji kerika guhê min derneketiye. Piştre jî çend cara wisa kiribû, lê me tirsa xwe revandibû. Ev ciyê daxê ye, ku xelk êdî ji navê Xwedê jî tirsandine. Ku xelk ji peyva; Xwedê mezine bitirsin. Gava min li derdorê xwe dinerî û navê Stenbolê yê berê Konstanstînopilê dihizirîm, min ji xwe re digot; ne ecêbe ku navê vî bajarî bikin; Îslambûl kin.

10371660_809869429036838_5263278549206944231_n

Êvareke gulanî em gihiştibûn; Diyarbekira xopan, yan jî Amîda û Amedê. Gava min ji jorve li erdê dinerî hê erd û ax kesk bû. Bayekî gulanî diguviya. Gava em ji balefirê daketin û ketin nava vahiyê, solîstê koma Agirê Jiyan; Alî, tembûra wî di destê wî de bû û li ser kanapakî rûniştibû. Gava em derketin derve bêhna êvar û biharê xweş dihat. Çawa em derketin trimbêl û ajokar Îdrîs li pêşiyê me amade bûn. Me berê xwe dabû hotêla xwe, lê bi rêve em rastî zarokê li ser kolana hatin, yê ku dixwestin cama trimbêla me bişon, lê pêre pêre fîlma Min Dît hatibû bîra min. Vêcarê zarokê keç jî di nav wan de hebûn. Çawa me barê xwe li hotêlê danî, me rasterast berê xwe da mala Xwîşka Memo Qudsiya û Zava yê wî kekê Wedat. Şîva me amede bû. Piştî şevbuhêrkê me dîsa berê xwe dabû hotêlê. Me heta hotêlê xwe dît, bi zor belayê. Berê gotine; mirovê kor e.

Roja din serê sibê me berê xwe dabû bajarê Mêrdînê. Mêrdîn bajarê qedîm û ezîz. Bajarê weke Mêrdînê kêm li cîhanê mane. Ku bi lawiran bar û karê xwe dikin. Ew kolanên kevn û yên hêjî pîşeyê desta serdest e. Xerat, terzî, qesab, û dikanê cûr be cûr. Di wan kolanên teng de. Me dixwest herin muzexanê lê girtî bû. Em di wan kaş û kolanan de çûn û hatin, me çend dîmen girtin û me ji sifra Mêrdînê çêjand. Me berê xwe dabû bajarê zêrker û sinhetkarê Suryana paytexta Torabdînê Midyadê.

Gava mirov dikeve nava van bajarana mirov pê dihise cêwaziyê, ciyê Mesîhî lê dijîn, yan pirçandî lê heye cêwazî jî ber bi çav e. Min beriya sîstûşeş sala dîtibû, lê ew qas hatibû guhertin êdî nema dihate naskirin. Êstil û Midyad gihiştibûn hev. Me trimbêla xwe li ber dukanekê sekinand û ji nenasî ve em ketin wan kolanên ku min berê carekê dîtibûn. Em bi nava sûkê ve çûn, em rastî koçka Zîwer hatin. Em ketin nava hewşê me çay û qawe vexwar. Gava hevalê min rabûn ku hesabê xwe bidin, ez dirêkê re çûm ser wê koçkê. Ji hundur ve ava bû, lê ji ser ve ber bi xerabûnê ve çûbû. Ew avahî û beşên din ruxiyabûn jî. Li wir hevalê me li xortekî kurd rasthatin ku berê li bajarê Hamaln jiyabû. Gava em derketin û ber bi trimbêla xwe ve diçûn, min paytoneke hespa dîtibû. Çiqas min dixwest wê kêliyê weke mêrên demê berê, bi destê xanima xwe bigirta û bi hevre li wê paytonê siwarbama. Lê em hemû mêr bûn. Em bi hestên tevlihev û şêlû ji Midyadê veqetiyabûn. Vêcarê di ser Kercewsê re berê me li Heskîfê, yan jî li Hasankeyfê bû.

10421966_809871459036635_4085957512499891505_n

Piştî rêwîtiya di nav çiya û newala re em gihiştibûn warê hêlîna Leglegê û warê evîndarê kevn û nû Heskîfê. Çawa em ji siwara xwe peya dibin, zarok derdorê me digirin. Yê dixwazin çîroka Heskîfê ji me re bêjin, yê dixwazin hin dîmema bifiroşin me. Helbet dîsa li dora kekê Aydin kom bûbûn. Wî jî kêfa xwe ji wan re dianî. Û dirav û diyarî didan wan. Heta me kekê Aydin û xwe ji nav destê wan derxist, bi heft bela. Em di wan kolanê wê yên ku bazar û dikan lê hebûn re derbas bûn. Me hin diyarî jî kirîn. Gava mirov di nav wan rêyên qaşîn re diçû weke mirov rêwîtiya dîrokê bike. Xelkên wir bi gellek zimana dizanin. Alîkî şikefta ji seyrangera re girtibûn. Em neçar bûn ji alîkî ve bibibînin. Bi hilperikandina wî kaşî re hizrên xemgîn û xerîb li cem nin peyda dibûn.

Gava em gihiştin serê kelê û me ew şikeftên ji hezarê salan ve malovaniyê ji mirovan re dikin dîtin, kela dilê min hê bêhtir radibû. Li serê kelê hêlîna legê û pira kevn bêhtir xuya dikir. Bedewiyeke bê hempa dida der. Li serê kelê piştî kişandina cixarakê, me hêdî hêdî xwe jêr ve berdida. Min dixwest peyveke ji devê hineka bigirim ku hêviyê bide min, lê mixabin nebû. Her digotin; hatina vî war û diyarî ne eşkere ye. Lê biqasî ku wan dizanîbû êdî dem û dewranê dawîne li Heskîf ê. Ji xwe herdever bê parastin û hêmandine. Lê ev jî namîne ji Kêfa Hesen re. Di wê kêliyê de, ji xemgîniyê rê di dil û mejiyê min de nemabû. Dil û çavê min digiriyan li mîrateya mirovaniyê Heskîfê. Weke ez miriyekî li pey xwe veşêrim li min hatibû. Li ber ava Tîgrîs me çayek vexwar û me berê xwe dabû Pira Malabadê û bajarê Zembîlfroş Farqîn ê.

10390315_809871892369925_7631282701221392567_n

Berê me li Farqîna deşta Silîva bû. Lê em berê di nav beşek ji bajarê Batmanê re dibuhurîn. Çi sosret bû ji bo min, ku seranserê rê, di nîvê rê de alê tirkan daliqandîbûn. Û pêre jî demê berê ku ez hatibûm deşta Bişêriyê û bajarê Qubînê dihatin bîra min û pêre jî mala rehmetiyê Xalê min. Ew çiyayê Qêre û ew deverana. Lê niha kesek nemabû yê ku min dinasî. Yan jî ji malaxalanê min. Dem û dewranekê ew deverana welatê Xaltabûn û bi sedan mêrxas û dîlberê êzdiya li van deveran dijiyan.

Demjimêr û roj bilez ber tariyê ve diçûn. Lê baş bû me xwe beriya ku tarî bibe, gihandibû ser Pira Malabadê. Em dîsa rastî zarokê çîrokbêj hatibûn, û kekê Aydîn dîsa pêre bûbû heval. Pira Malabadê baş hatibû restore kirin û delal xuya dikir, lê êdî av nema dibin wê re jî diharikî. Bendava çem zûwa kiribûn û demografiya heremê guhertibû. Û hêjî diguhere.

Paşê me berê xwe dabû nava sûka bajarê Farqînê, yan çarşiya Silîva. Hevalê me Memo ji vî bajarîbû. Lewma jî me dixwest cî û warê wî bibînin. Wî em birin çayxana ku beriya sala têde xebitî bû, û nanê ji heman kaniyê xwaribû. Lê beriya em bikevin nava çayxanê, em li derdorê mizgefta Silheddînê Eyûbî gerandin. Ew mizgefta kevnar ya ku bi hezaran alimê îslamê jê derketine. Memo di nava heneka re dibêje; < Qadeşim berê cih di behiştê de veqetandiye, ev minara hanê dema nû avakirin, min jî kevir û av jêre li ser pişta xwe kiriye.>  Em bihev re dikenin û carekê li dora mizgeftê dizivirin. Çend mêra têde nimêj dikirin. Paşê derketin bi kincên erebî, li ber derî dîmenê xwe dikişandin.

Gava em çûbûn ber çayxanê, xortek li ser ocaxa çayê bû, û bi rûkenî em silav kirin. Memo pirsa bavê wî kiribû. Wî gotibû; çûye mizgeftê, û dibe paşê çûbe malê. Em rûdinin, çay tê ber me, çaya bi dem û tort. Em diprsin; ew dibêjîn; ev jî taybetiya çaya vê deverê ye. Herî zêde Memo matmayî dimîne. Dibêje; Beriya sih salê çawa bû, niha jî eyn wûsa ye. Bi axaftinê re ew û hin nişteciyê wir dikevin nav sohbeteke şîrîn. Ez jî bi baldarî guhdariya wan dikim û hin peyva jî bi almanî bi Phîlîpp re parve dikim. Bi axaftinê wan re, peyvên xalê min têne bîra min û ez bi hezmetkarî guhdariya wan dikim. Kurdiya xelkê Farqînê bi min xweş tê.

Piştî vexwarina çend çaya, em xatirê xwe ji wan dixwazin. Di tariya êvarê de, em berê xwe didin Kela Zembîlfroş. Kela bi ruxandinê re rûbirû ye. Gava em derdiketin ser kelê, me çend zarokê temenê wan li derdorê şeş û heşt salan de, di nav xirbeyê kelê de dîtin. Ya min acizkir, ku di wî temenî de cixare dikişandin. Gava ji min pirsîbûn; <hûn ji ku ne?> Min jî bi bersiveke nîvhenekî got; ez zembîlfroşê nû me. Xuya bû ku ew karê ne rewa dikin. Gava pişta me ketibû wan, bi kevira hatibûn me. Lê baş bû di wê tariyê de kevir li me neketibûn. Gava em daketin binê kelê, û me ji çayxanekar pirsî; ev çi zarokin û çima kevira diavêjin?  Wî got; ew neyarê TC ê ne. Farqîn bajarê herî zêde, <faîlê nediyar>, yan jî diyar, kuştin lê çêbûne. Jixwe êdî tu kes qala wan jî nake. Lê xuyaye ku heman kêşeyê nifşekî din jî jehrdadyê kiriye. Çewtî û xirabî, çewtî û xirabiyê tîne. Gava em dikevin, nava erebê û berê me li bajarê Diyarêbekir bû, Memo qala xwe û zaroktiya xwe dikir û lehenegê xewna wî mamosteyê wî. Lehengê ciwaniyê…

Newaf Miro

newafmiro@gmx.de

05.06.2014 / Didome…

Ger çavkaniya nivîsan neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…  

Bersivekê binivîsin